Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : QURA´ANA KERÎM
 
QURA´ANA KERÎM
2010-05-04 17:21

Nivîs: Dr.Cuwan Heqi

Li gor dînê Islamê çar kîtabên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê erdê (nazil bûne) hene.
Her yekî ji wan ji bo Pêxemberekî Xwedê ji bo rêşanedana wî ji bo insanan hatiye rêkirin.
Kitêba yekemîn ku ji aliyê Xwedê ve hatî erdê Tewrat e.
Xwedê ew ji bo Hezretê.(Hz) Musa (A.S.) rêkiriye. Lê ew 750 salan piştî nazilbûna xwe de hate komkirin. Hz. Dawud (A.S.), texmînî, berî Mîladê, qernê (sedsalê) VIII‘an de jiya ye. Xwedê Zebûr ji bo xatirê wî (Hz Dawud) rêkiriye. Ji bo Tewrat û Zeburê, bi hevre"Ahd-î, Atîk" tê gotin.
Berî Mîladê, di sala 1200‘an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yeke 1000 salan dewam kiriye.

Incîl jî (di Ahdî Ceddîd de-demê nû de ) ku ji bo Îsa Pêxember hatiye rêkirin
Ew jî di cih de ne hatiye nivîsandin. Piştî Mîladê sala 110‘an de dest bi nivîsandina wê hatiye kirin.

Qur‘an di sala 610‘an, piştî Mîladê, ji bo Hz. Muhammed hatiye xwarê. Û ew di çaxeke kurt de hatiye nivîsandin. Ji van her çar kitêbên Xwedê re "Kîtabên Îlahî)" (Kîtabên Xwedayî), tê gotin. Li gor gelek dîtinên cihê, cihê, ji van ew her sê "kîtabên îlahî, ango Tewrat, Zebûr û Incîl, di pêvajoya dîrokê re naveroka wan hatine guhetin, ew ji rastiya xwe hatine dûrêxistin. Lê, li gor musilmanan, ev yeke ji bo Qur‘anê ne welêye, ew ya heqîqiye.
Li gorî dînê Islamê, kitêba Qur‘anA Kerîm ji gotinên Xwedê hatiye çêkirin. Ew kitêba dawiyê ye ku ji aliyê Xwedê ve û ji bo pêxemberê yê dawiyê, Hz. Muhammed , gava ku ew 40 salî bû, di sala 610, di şeva "Leylet-el Qadir" de, bi rêya wehiya Xwedê (ragihandina îlahî), bi rêya melekê Xwedê, Cebraîl ve hatiye rêkirin.
Qur‘an-a Kerîm, hino-hino, ayet bi ayet, dihate rêkirin. Ji xwe jî, Xwedê, ji bo vê yekê jî weha dibêjê:
"(Me) Quran-a Kerîm ji bo insanan, çax bi çax, da ku bixwînin û têbigihin,lê, li hino-hino belavkiriye û rêkiriye (el-Îsra: 160)".
Rêkirna Quranê, bi vî awayî ew ji bo parastin û jiberkirina wê hesanîtir kir .
Gava ew nazil dibû (dihate erdê), Hz.Muhammed jî di cih de ew bi alîkariya katibên wehyê (ragihandinên îlahiyî), yê eshaban, di huzura wan de li ser çerman, li ser kevirên şehîk û li ser melzemeyên dî dida nivîsandin. Û nûsxeyek jî li mala wî dima. Li aliyên dî jî, gava her ayetek wehî (nzail dibû) dibû, ango dihata xwarê, ew di cih de, ji xeynî nivîsandinê, ew ji aliyê hafizulqur‘anan (Qur‘anjiberan) ve dihate jiberkirin jî.
Ev yeke li gor rêşana Hz. Muhemmed (S.A.W), cih û tertîba wê ayetê û ku gava Cebraîl ew gihandî Resulê Xwedê, welê dihate pêkanîn.

Hersal di meha Remezanê de, Hz. Muhammed 10 rojan dikete îtîkafê, ango dirûnist û bes îbadet dikir- Qur‘an ji Cebraîl (R.A) re dixwend. Cebraîl jî Qur‘an ji wî re dixwend û bi vî awayî wan xwendina hevûdu didan li ber hev. Bi awayekî dîu, wan ew "kontrol" dikirin.
Qîza Hz.Muhammed, Hz.Fatîma, dibêjê ku bavê wê carekê ji bo vê yekê weha gote wê:
"Qîza min, her sal Cebraîl carekê Qur‘an dida ber ya min, lê îsal wî ev yeke ducar kir. (Ji vê jî) bêguman, texmîn dikim ku ecelê min nîzik bûye" (Buharî,Tecrîd-î Sarih, Tercume, Cilt II, Hadis 1767).

Ebu Hureyre(R.A) jî: "Resullullah (S.A.W) her sal cerekê; sala wefat kirî du caran Qur‘an da ber ya Cebraîl û 10 rojan, sala wefat kirî 20 rojan kete îktîfayê" (Buharî, Fedaîlû Quran, bab: 8 (Kane Cebrîl ya‘rîdu‘l Qur‘an) .

Piştî wefata Pêxember, di çaxê Hz.Ebubekir de, di şerrê kesên ji dîn vegerayî de, Yemamê (633) 70 hafizulqur‘an şehîd bûn. Ev yeka he Hz.Omer tirsand. Wî ji bo vê tirsê, miracaata Hz.Ebubekir kir ku wî jî bo kare bo nivîsandina Quranê da Zeyd Sabît, katibê ku Hz.Muhammed jê hez dikir destnîşan kir. Hemû materyalên li ser Qur‘anê dane Zeyd û wî jî ew û yên hafizulqur‘anan da ber hev.
Piştre, her sure, ayet, ku bi wehî hatibûn xuyakirin, li gor hatina wan hatin rêzkirin û bi lehçeya Qureyşiyan hate nivîsandin.
Navê wê kirin "MUSHAF".

Piştî wefata Ebubekir, ew teslîmî Hz. Omer hate kirin û di taliyê de, gava Hz.Osman bû Xelîfe, wî komîteyek di bin serokatiya katip Zeyd bin Sabît de avakir û ew sure, ne li gor hatinan wan, lê li gor girêdanên wan bi hev re, tertîp kir û 7-8 nûsxe nivîsandin û li wilayetan hatin belav kirin.

Qur‘an li gor van bingehînan hatiye rêzkirin:
Sûre:
Maneya şeref, rutbeya mezin yan jî bingeha xanî dide.
Li gor ilmê tefsîrê Qur‘ an ji qismên sûreyan tê pêkanîn.
Sûre jî, ji ayetan tê pêkanîn. 104 sûre ango qisim yên Quranê hene.
Ayet:
Maneya , elamet, îşaret, îbret, delîl , mucîze dide.
Li gor ilmê tefsîrê, ayet maneya, yan jî hukmekî îfade dike.
Hijmara ayetan, li gor Zemahşerî 6666 in.
Ji wan hezar ayet Imre, hezar Nehye, hezar Wa‘de, hezar Wa‘îde(tehdîde), hezar dengûbas û qise, hezarek jî ibret; 500 Ehkam(helal û heram), 100 tesbih û dua û 66 jî di warê nesîhetê de ne.

Gotinên Quranê li gor Medîneyiyan, 77.934, li gor Mekeyiyan 77.437.
Bi kurtî:
Qur‘anî Kerim li gor dînê îslamê, gotinên Xwedê ye û ew di sala 610‘an, piştî Mîladê, ji bo Hz. Muhammed (S.A.W.), gava ku ew 40 salî bû, di şeva leylet el-qadirê de, ji aliyê Xwedê ve hatiye rêkirin.
Qur‘an ji 104 sûretan (sûreyan), 6666 ayetan û 77.934 (77.437) gotinan hatiye çêkirin.

Jêder:
Nivîs: Dr.Cuwan Heqi, Batû, kovara Rojbaş, hjm 4, havin 1997
(Çavkanî: Ev nivîsa he, ji tirkiya kitêba Qur‘anê, ji "Feyzü‘l- Furkan ve Meâni‘l Kuran" ku ji aliyê Hasan Tahsin Feyizli, Ankara Ümam Hatip Lisesi, Meslek Dersleri Emekli ögretmeni, Ankara 1989, Elif yayincilik", ji aliyê Dr.Cuwan Heqi ve ji tirkî bo kurdî hatiye wergerandin).

ROJBASH
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ