Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dûnyaya Bozo (2)
 
Dûnyaya Bozo (2)
2017-04-19 08:17



Ji bo xwendina destpêka nivîsê, fermo vê lînkê bitikîne:
Dûnyaya Bozo (1)

Nivîs: Dr.Cuwan Heqi
Bozo bi ûmîda ku ew dê tiştekî bidiyê, di cih de bezî, çû ba wî.
Li pêşberî wî, guneh-guneh (masum) sekinî.
Hirço Qaso got:
-Bozo, guhê xwe baş bide min!
Tişta ku ez bêjim wek guharî bêxe guhê xwe!
Bozo ji xwe re got:
-Kurro, heger tu tiştekî bidî me bide, heger nedî ne hewceye gotinan di devê xwe de biqurmiçînî.
Heger na, bêje min ji vir biqeşite, here!
Deqene em jî li çareya serê xwe binêrin.
Hirço Qaso:
-Hema bêje tu çi difkirî, heta ku ez wan sixêfên ku tu bo min dikî jî dibihîzim.
Lê ne xema min de ye.
Feqet…
Bozo di serê xwe de got:
-Dev ji feqet-meqetan berde!
Zikê min têr bike, hey kunde (qesîsê) kund!
Hirço Qaso:
-Belkî min tu birçî hêliştibî.
Vaye ji te re ev nan û hestiyê goşt ku min bo te hêliştî
Ewilê wan bixwe piştre li min guhdarî bike.
Hirço Qaso parçeyek nan û hestiyek ku têra xwe goşt pê ve bû avêt bo Bozo.
Bozo hestiyê goşt li hewa girt.
Û nan jî ji erdê veda.
Ewilê bi îştah dest bi xwarina ghestiyê goşt kir.
Piştre wê nan jî bi ser de bikiriya.
Di wê navê re Bozo ji xwe re fikirî:
-Yawo ev ne lehîstokek be ku ew bi min dilehîze!
Ewilê zikê min têr bike, piştre min qetil bike, bikuje!
Lê hîç ferq nake loo.
Ji kêmahî ve ezê bi zikê têr herim wê dinyayê.
Çavên min bi şun de birçî, vekirî namînin.

Li wê navê de Qaso çû bi wê de avek rijand.
Û li wan der doran geriya, xwe mijûl kir.
Deqene Bozo xwarina xwe bi aramî bixwe.
Piştî demekê vegeriya ba Bozo.
Bozo jî tu goşt bi hestîve nehêlioştîbû.
Ew bi duhnê ku di hestî de maye ve mijûl dibû.
Û piştre nanê xwe jî xilas kir.
Hirço Qaso gazî Bozo kir:
-Bozo!
Ez naxwazim tu li pêşiya min xwe nimzî erdê bikî.
Werî ber lingê min!
-Ez ji vî haaletî pirr aciz dibim.
Her ji ber vê yekê îro pê de ez ji te aciz bûm.
Rabe şipiya.
Li pêşberî min bisekine.
Wek zilaman!
Ev gotinên ku niha ji te re dibêjim, cara yekê ye dibêjim.
Di vê dinyayê de ji te pê ve kesekî min nîne.
Bozo ji xwe re fikirî:
-Bawer bike qiyamet dê rabe.
Ev elametê wê ne.
Ev bêinsafê he çawan wisa bûye melayket!
Xayîn kurê xayînan!
Tu derewan dikî.
Nikarî min bixapînî.
Mirov bawerî bi we insanan nayne!
Hun xayîn in!
Egoîst, mînafiq, hîlebaz, yankesîcî ne.
Û bi ser de fesat, hesûd û kezab in.
Hun bêwicdan kurê bê bêwicdanan in!
Hey insanên psîkopat!
Û ez dikarim hê bêhtir bihejmêrim.
Qaso:
-Bozo, ez ewila ewilê de bûm kesek çep.
Û min li rastan xist.
Piştre min bereyê xwe guhert bûm aliyê rastan.
Û min li çepan xist.
Têgiham ku tu gû ji vê dernakeve.
Bûme dîndarê tûj.
Ango fundamentalîst.
Min rihdîn berda.
Şaşik girêda.
Eba wergirt.
Wellehî min bêdestmêj nimêj kir.
Malê heram xwar.
Pereyên xwe bi dizî ve, di bin re bi faîzê razand.
Ev jî ji xweşa min nehat.
Min dev jê berda.
Piçekî bûm faşîst.
Di cih de pê hesiyam ku ev gûyê herî geniye.
Bilez min dev jê berda.
Bûme ticar.
Min mal kirrî û firot.
Pere peyda kir.
Gelek dewlemend bûm.
Lê tu caran feqîr û jar nehatin bîra min.
Ji tirsa ku xelk dê malê min bidizîn, ez şev û roj bûme natorvanê malê xwe.
Şev û roj min pereyên xwe hesab dikir.
Ew dihejmart.
Min hesab-kîtab li ser hesaban dikir.
Ev hejmartina he di serê min de wek zengilekê hertim deng vedida.
Vê yekê xewa min revand.
Wellehî Bozo xew nekete çavên min.
Bozo bi diqet guhdarî wî dikir.
Dawiyê de têgihiyam ku ez dê dîn û har bibim.
Aqilê xwe winda bikim.
Min dev ji van hemu kar û baran berda.
Hemu pereyên xwe da destgahekî xwedîkirina zarokên yetîm û sêwiyan.
Bi dîn û îman min qûrişek bo xwe nehêlişt.
Da ku serê xwe rehet bikim li vî karê şivantiyê geriyam.
Û min û xwediyê vî keriyê pez heya salekî li hev kiriye.
Em binêrin dê çawan ev sal derbas bibe.
Wisa diyar e ku qedera min û ya te yek e.
Bes dxwaza min ji te ew e ku tu xwe nimzî min, kêmî min nekî!
Bo min melaqtiyê neke.
Dûrûst be.
Xwdediyê şexsiyeta xwe be.
Li pêşberî min rast bisekine.
Ji prensîb û daxwazên xwe tu gavan bi şûn de navêje!
Tu caran dev ji wan bernede!
Gelekê neaxive.
Kurt û bi naverok biaxive.
Wê demê wê tu jî ser bikevî û xelkên dorana te jî.
Taybetî ez jî.
Gotinan di devê xwe de nequrmiçîne.
Xwediyê gotina xwe be.
Wan wek ku mafê xwe bihesibîne.
Ya dî canê te sax be.
Bizane heya ku xwediyê vî keriyê pez min birçî nehêle, ez jî te birçî nahêlim.
Ha, min ev jî jîbîr kir:
Nekeve di bin mineta ku nan û hestiyên ku bavêjim ber te.
Baş e Bozo?
Bozo pişta xwe rast kir.
Li pêşberî Qaso wek hevkarekî sekinî.
Dûvê (teriya) xwe çend caran hejand.
Wek ku bêje ew bi hemûyê têgiha.
Qaso di cih de ev yek ferq kir û got:
-Aferin, kurê aferînan.
Aha ez bes vê yekê ji te dixwazim.

Jiyana herduyan bi vî awayî derbas bû.
Hirço Qaso û Bozo bûn du destûbirayên hev.
Ew ji jiyana xwe memnûn bûn.
Qaso ji xwe re got:
-Ax çiqas ev jiyan xweş e, aram e.
Jiyaneke bêderd, bê serêşî.
Min çi bi siyaseta xelkê heye.
Çi eleqeyê min bi mal û milkê xelkê heye.
Kîn û nefret, fesat, hesûdî û derewçiyan.
Melaqçî û dalawereciyan.
Ox, ez ji wan hemuyan dûr im.
Şukir ji Xwedayê min re.

Bi vî awayî wextek dirêj derbas bû.


Berdewam dike.
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên aguhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ