Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Serdana serok Obama bo Tirkiye
 
Serdana serok Obama bo Tirkiye
2009-06-23 14:50
Dr.Cuwan Heqi
info@mediakurd.com
Gelo kurd û tirkan ji serdana serok Obama çi fêhm kirin?
Serokê Emerîkayê Barack Obama serdana xwe ya Tirkiye tewa kir û derbasî Îraqê bû.
Wî li wir berdewamiya hevdîtinên xwe digel serok Barzanî û serok Talebanî kir. Û piştre ew vegeriya welatê xwe.
Piştî serdana serok Obama li Tirkiyeyê, gelek pirs, hem di serê kurdan de, hem jî di yên tirkan de peyda bûn.
Li gor medya tirkî hindek ji wan pirsan ev in:
"Çima serok Obama bo serdana xwe ewil Tirkiye ewil hilbijart?
û gelo serokê Emerîkayê ji bo çi hate Tirkiyeyê?
Bêgoman ew ne ji bo "çavên reş yên Tirkiye" hate welatê me!.
Helbet tiştek di bin vê serdana wî de heye!
Serok Obama gelek methê Tirkiye da, lê bes ew gotinên "girover bûn". Ti qîmet ji wan gotinan re nînin!
Obama dîsa li terefê ermeniyan xist û dostaniya xwe bo wan diyar kir, gava wî xwest ko Tirkiye deriyê xwe ji Ermenîstanê re veke.
Tirkino! Hay ji xwe hebin, wexta tiştek xirab ji serdana Obamayî derkeve! Li bendê bin!"
Û gelek pirsên dî.
Ger em werin ser layê kurdan, di vir de divê mirov bike du beş:
Terefê apociyan.
Û yê ne apociyan.
Li gor apociyan:
Daxwaza wan ya herî mezin û ya yekem ew e ko ”Emerîka li ser Tirkiye bişidîne ko ew serokê wan Abdullah Ocalan ji girtîgehê azad bike û ew bibe serokê wan di qada siyasetê de.”
Ji vê pê ve li ser serdana serok Obama bo Tirkiye dîtinek berbiçav yê apociyan nîne.
Û herweha daxwazek wan ya zelal jî ji bo kurdan nîne.
Li gor apociyan: " Serokê Emerîkayê hat guhertin, lê siyaset nehat guhertin!"
Mesele vê dawiyê di hindek çapemeniya kurdan de derket ko serokê grûba partiya pro-apicyan DTPê Ahmet TURK ”wê ji bo kurdan ji serokê Emerîkayê Obama otonomî bixwaze!"
Lê her dîsa apociyan bixwe bi rêya daxuyaniyekê ev yeke înkar kirin û gotin ko ”Ew dê tiştekî ji bo kurdan ji Obama nexwazin!”
Bi kurtî daxwaza apociyan wek ji layê anti-apociyan ve diyar e: "Herre were Ocalan" e pê ve tiştek dî nîne.
Li layê ne apociyan, mixabin li ser serdana serok Obama dîtinek zelal, vekirî berbiçav peyda nebû.
Sed mixabin pirraniya destgahên ragihandinê yên kurdan yên anti-apociyan jî her bi "encam û serkeftinên partiya pro-apociyan DTPê, ya şaredariyê" ve mijûl bûn.".
Û vê yekê bi awayekî îndîrek xizmeta apociyan kir.
Li gor dîtina min, hatina serok Obama bo Tirkiye li gor hindek plan û projeyên hevbeş bûye.
Ne medya kurdî, ne jî ya tirkî hay ji wan plan û projeyan hebûye.
Ji ber ko ew plan û proje li pişt deriyên darayî yên navbera Emerîka û Tirkiye de pêk hat.
Û em dê encamên hevkariyên xurt navbera her du welatan de bibînin (!)
Mixabin di van projeyan de rola kurdan ne diyar e.
Ez ve noqteyê ji bo kurdan wek xeterek mezin ya veşartî dibînim.
Di serê mirov de bivê-nevê gelek pirs peyda dibin, wek:
”Gelo Emerîka bi alîkariya Tirkiye dixwaze digel îran û Sûriye li hev were? ”
Ji vê jî da ko Emerîka bikare bi hesanî eskerên xwe ji Îraqê bikişîne.
Û bi vî awayî ew wê barê xwe yê aboriyê kêmtir bibe.”
Ger wisa be, gelo dê çi bi pirsgirêka kurd û Kurdistanê were?
Herweha, gelo Îsraîl dê çawan li vê "nêzîkbûna" Emerîka bi wan welatan re binêre?
Herweha, ev siyaseta ko serok Obama bi ”rêya dîplomasiyê ji bo nêzîkbûna wan welatan” rêve dibe, dê çi başbûn û xeterên xwe hebin?
Li gor dîtina min, rêya maqûl û herî rast ew e ko Emerîka digel Îsraîl û kurdan hevkariyek xurt bike da ko ew rê li xurtbûna Tirkiye, Îran û Sûriye herweha Îraqê bixwe jî bigire.
Ger Emerîka bi tersê wê bike, ew xeterek mezin bi xwe re tîne.
Û taybetî rejîma Ahmedînejad ya Îranê li vê herêmê di demek nêzîk de dibe xwediyê silahên atomî.
Wê demê karê Emerîkayê hem li heremê, hem jî di tevahiya dinê de gelek zehmet dibe.
Ew mecbûr dimîne ko dev ji ”superpower”tiya xwe ya bo dinê berde.
Ew dê rojhilata navîn ji rejîma fundamentalîst ya Îranê re berde!
Emerîka vê herêmê tavêje nava agirek dijwar de!
Ev ne bes xeterek bo miletê kurd tenê ye, ew xeterek mezin e ji bo welatên di herêmê de, herweha ji bo tevahiya dinê jî ye.
Lê nabe mirov bêhevî jî bimîne.
Di vir de ez ji bo rêlêgirtina vê xeterê dewleta Îsraîl wek garantor dibînim.
Hêvîdarim ko hikûmeta Netanjahu ya Îsraîl midaxeleyî vê pêvajoya xeter ya Emerîkayê ya "bi rêya dîplomasiyê ji bo nêzîkbûn”a ya Emerîkayê digel dewletên di herêma rojhilata navîn de taybetî digel Îranê, bike.
Da ko herêm nekeve bin xetera mezin de.
li gor dîtina min Emerîka li vê herêmê li şuna ”xwe nêzîkî dewletên herêmê bike", ew divê kurdan ji hemû dewletên vê herêmê xurttir bike.
Ev noqte ji bo berjewendiya hemû miletên rojhilata navîn û herweha mirov bi awayekî zelal dikare bêjê ji bo ya tevahiya dinê ye rêya herî durûst û rastteqîn e.
Hingê aramî di rojhilata navîn de, dê bibe bingehê aramiyê di tevahiya dinê de.
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ