Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
 
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
2016-02-27 22:21

Swêd- 27/2-2016

(beşê duwem)
Hilbijartinên îsal bo serokatiya Emerîkayê tiştekî nû bi xwe re aniye:

Ew jî ew e ku êdî siyaseta ”status quo (ya her wisa hatî û berdewam e” li Emerîkayê nameşe.

Pirraniya bernamzetan daxwaza guhertina ”status quo” dikin.

Yên parastina wê dikin ew bi ser nakevin.

Bernameyên wan bo rêvebiriya Emerîkayê çiqasî baş jî be.

Mesele:

Yekî ji wan, Jeb Bush (birayê serokê Emerîkayê berê) e.

Bernameya wî konservativ bû.

Gelek başî di berameya wî ya bo rêvebiriya Emerîkayê de hebûn.

Wî 150 milyon dolar li kampanya xwe ya bo serokatiyê xerç kir.

Bav û birayê wî- ku her du jî bûbûn serokê Emerîkayê- li ”hewara” wî hatin, alîkariya wî kirin.

Lê ti feyde nekir.

Her ji ber ku wî daxwaza parastina ”statsu quo” ya Emerîkayê dikir, nekarî kampanya xwe berdewam bike.

Jeb Bush mecbur ma xwe ji wê hevbeziya serokatiyê (berî hilbijartinên ”Sûpersêşêmê”) vekişîne.

Ji ber ku wî zanî ku ti şansê wî yê karkirinê nîne.

Em werin, bi kurtî li ser nasandina bernamzetên her du partiyan:

Ewilê bernameztên Partiya Republicanan (cimhuriyan), RP.

RP heya niha 5 bernamzetên xwe yên diyar mane:

1-Donalt J. Trump (Karmend, dewlemend e)

Dixwaza wî ya mezin ew ku rêxistina Daîşê bi temamî têk bibe.

Wek ku “islamofobi”yek di nava siyaseta wî de heye.

Ew naxwaze kesên misiliman werin Emerîkayê.

Lê li layekî ew diwaze digel hindek welatên ereban, wek Siûdî, Qatar û hw dijî rêxistina terorê Daîshê, kar bike.

Daîşê bi temamî ji kokê rake.
Gelek populist tê xuyakirin.

Total radikal e.

Ango dijî ”status quo” ye.

Hinek kar û barên wî yên bazirganî (ticarî) li Tirkiyeyê heye.

Her ji ber vê yekê ew dostê Tirkiye ye.
Ew jî dibêje dê alîkariya ”kurdan” bike.

Lê di dawiya xwe de ew dê dostê Tirkiye bimîne.

Gava ez gotina ”kurdan” di nava du kevanan de dinîsim, armanca min ew e ku ew namzet eşkere nake ku ew dê alîkariya ”kîjan kurdan” bike ye.

Ne diyar e gava ew were hilbijartin dê feydeyek wî bide kurdan yan na.

Şansê wî ku vê ”Sûpersêşemê” derbas bike gelek heye.

Heye ew bibe yê yekemîn serketî di vê ”Sûpersêşemê” de.

Ev naye wê maneya ew yekser dibe namzetê RP bo serokatiya Emerîkayê.

Hê gelek kar û bar, astengî, hilbijartin, wek ku ”bêjingkirin” heya meha Tebaxê hene.

2-Ted Cruz (senator):

Dijî ”status quo” ya Emerîkayê.

Radîkal e.

Ew vekirî dibêjê ew dê alîkariya ”kurdan” bike.

Namezetê herî bêhtir dixwaze alîkarî û dosaniya kurdan bike ye.

Ew dibêje ”Rojhilata Navîn hevkar û hevalendên Emerîkayê, tenê kurd in”.

Lê wî hê siyaseta xwe bo kurdan zelal nekiriye.

Ango gelo ew dê çawa, bi çi rengî alîkariya kurdan bike.

Û ya herî girîng alîkariya ”kîjan” kurdan bike.
Şansê wî ku vê ”Sûpersêşemê” derbas bike heye.

Heye piştî hilbijartinê ”Sûpersêşemê” de ew piştî Trump, hilkişe rêza duwem de.

3-Marco Rubio (senator)

Nîv radîkal û nîv digel ”status quo” ye.

Dixwaze dengan ji her du aliyan wergir e.
Ew jî dixwaze alîkariya ”kurdan” bike.

Lê di meseleya piştgirya kurdan de ne mîna Ted Cruz vekriye.

Şansê wî ku vê ”Sûpersêşemê” derbas bike heye.

Belki bikeve rêza sêyem de.

4-John Kasich (Waliyê Ohio)
Tu şansê wî nîne.

Gelek xuyaye dê ew piştî hilbijartinên ”Sûpersêşemê”
bixusire.

Û ew dê xwe ji hevbeziya serokatiyê vekişîne.

5-Ben Carson: Cerrahê sinirê (teqawûd bûye).

Îhtîmala şansek wî heye ku ew vê ”Sûpersêşemê” derbas bike û bikeve di nava rêza sê kesên biserketî de.

Siyaseta wÎ nêzîkî yên radîkal e.

Dijî ”status quo” ye.

Derbarê kurdan de heya niha wî tiştek ne gotiye.

Li layê Partiya Demokratan, DP, ve du bernamzet hene:
1-Hillary Clinton Wezîra derva ya berê, (ji wilayeta New York e)

Mirov dikare bêje siyaseta wê ”kopya”yek ya serok Barack Obama ye.
Ne kêm-ne zêde.

Hillary bêhtir dostê Tirkiyeyê ye.

Di vir de cihê gotinê ye ku bêjim, (li gor dîtina min):

Siyaseta serok Obama bo kurdan di van hest salên ku ew li ser desthilatdariyê de bûye, ne baş bûye.

Serok Barck Obama ji gava ku ew hatî ser desthilatdariyê û heya niha taybetî Kurdistana başûr hatiye piştguh kirin.

Wî bêhtir xwestiye ku ew bi rêya desthilatdariya Bexdayê, ewilê bi rêya Malikî, piştre bi rêya Ebadî dayin-stadinan digel Kurdistana başûr bike.

Halbukî di wextê serok George Bush de dayin-standin raste-rast digel desthilatdariya başûrê Kurdistanê bû.

Kurdan heya niha ti dostanî, piştgiriyek mezin ji desthilatdariya serok Obamayî û hewildana şexsê wî bixwe nedîtîye.

Û ne jî wergirtiye.

Lê ji bo şerê peşmergeyan û serkeftina wan dijî rêxistina terorê ya Daîşê, seroka Obamayî hinek alîkarî, balkêşî, ehemîyet da desthilatdariya Kurdistana başûr.

Mirov dikare bêje ev yek jî ji mecburîyeta wî hat.
Serok Obama bêhtir dostê Tirkiye û rêxistina ”birayê Misilmanan” (li Surî) tê naskiri.

Û wisa jî diyar kiriye.

Bi kurtî kurdan, taybetî Kurdistana başûr heşt salên xwe di çaxê desthilatariya serok Obamayî de winda kirine.

Hesab li ba we:

Ger li sûna wî, serokê kevin George Bush bûya, wê kurdan ji vê fersenda valebûna şerê Rojhilata Navîn de çi serkeftinên mezin bidest bixistan…

Mirov dikare texmîn bike:

Wê ev fersend birha xwe li ser daxwazkirina serxwebûna başûrê Kurdistanê bi awayekî erênî bikira.

Li ser sahyea navneteweytî de jî.

Ev ne xeyal e.

Yan jî ”fantazî” ye.

Bawerim heqîqeteke.

Her ji ber vê yekê, ez ti hêviya piştgiriya bo kurd û Kudistanê, taybetï ya başûr di desthilatdariya xatun

Hillary Clinton de jî nabînim.

2- Bernie Sanders, senator (Vermont)
Di bingeha xwe de kesek cuhîye.
Lêr nej i bo cuhiyan kar dike.

Serê sedî sed dijîî ”Status quo” ye.
Radikalek dijwar e.

Ew dixwaze Tirkiye, îran û Siûdiyê bîne ba hhev û dijî Daîşê şerrr bike.,

Sosyalîsteke ku sîstemek wek mîna skandinavyayê, taybetî ya Swêd li Emerîkayê dixwaze.

Ku di bingeha xwe de ev sîstema skandinavya jî êdî nikare daxwazên civaka serdem ya xwe pêk bîne.

Ev system jî niha li ber têkçûnê ye.

Li layek dî jî, cihê gotinê ye ku li Emerîkayê niha gelek kes vî rengê sîstema hilbijartina Emerîkayê rexne dikin û dibêjin ko ev ne rengekî demokratîk e.

Ji ber ku di bingeha xwe de pere rolek mezin dilehîze.

Şiriketên dewlemend bi alîkariya pereyên xwe hinek bernamzetan didin pêş û wisa dikin ku ew bi hêza pereyan biser bikevin.

Rexneker dibêjin:

Pêwîst e mirov guhê xwe bide dengên milet.

Û xwe ji bin pêvegirêdana, bindestiya alîkariya dewlemendan derxîne.

Lê diyar e kesek nikar e bê alîkariya dewlemendan li Emerîkayê kampanya xwe ya bo hilbijartinê rê ve bibe.

Ji ber ku nehesab pere bo wê kampanyayê pêwîst e.

Wek gotina dawiya ya vê xelekê:
Pirsgirêka îro ya herî girîng ya derbaskirina ”Sûpersêşêma” 1-ê meha Adarê ye.

Ji ber ku di vê Sûpersêşêma de dêd hemû wilayetên Emerîkayê dêd dengênb xwe bidin bo hemû bernamzetan.

Gelo li layê RP û DP dê rewşa bernamzetan di vê ” Sûpersêşêmê”, 1ê meha Adarê, çawan bibe ye?

Ango wê kî jê bikevin.

Û wê kîjan bernamzet berdewam bikin e.
Piştre pêvajoya hilbijartinê heya meha Tebaxê berdewam dike.

Piştî wê divê namzetê her du partiyan diyar bibin.
Û lazim e ku mirov:

Hertim "sansasyonelan, "bawernedikiriyan- bûyerên ku ji nişhkê ve, ango pênezaniyan” di vê pêvajoya hilbijartinan de biqewimin jî hesab bike.

Berdewam dike.
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ