Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
 
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
2011-05-03 14:06

Nivîs: Dr. Cuwan Heqi
Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Kurdistana binxetê?

SWÊD, 3/5 2011 — Li gor agahdariyên pêbawer û piştrast ku gihane destê me van rojên dawiyê rejîma be‘sê ya Beşar Esed ji Qendîlê apociyan tîne û li rojavayê Kurdistanê yanî li Kurdistana binxetê bi cih dike.

Ger em ji nêzîk ve li vê meseleyê binêrin:

Diyar e ku rejîma be‘sê bawerî bi hêza xwe ya artêşê nemaye.

Baweriya artêşê jî bi wê nemaye.

Ne diyar e ku artêş dê ji bo rejîma be‘sê heya dawiyê şer bike, yan na.

Îşaretên vê jî hene:

Hêza çarê ku hêzek taybet e - di bin desthilatdariya Mahir Esed (birayê Beşar Esed) de ye - û ya pêncê van rojan gulle berdan hevûdu.

Ji ber vê yekê, dixwazim analîza xwe li ser vê pêvajoya plana Beşar Esed, ku li gor baweriya min gelek xeter e, wek pêk bi pêk, pêşkêş bikim:

Pêka yekem:

Beşar Esed, da ku desthilatdarî ji destê wî dernekeve, digel rejîma Îran û Tirkiyeyê peymaneke bi dizî pêkanîye.

Ji ber diyar e ku li ser rûyê vê dinyayê ji van herdu desthilatdariyan ti desthilatdariyek dî dostê rejîma be‘sê ya Sûrî nemaye.

Her li gor çavkaniya me, dora 1 000 apocî ji çiyayê Qendîlê derbasî xaka rojavayê Kurdistanê bûne.

Wan apociyan digel partiya hevdostên xwe, Partiya Yekîtiya Demokratîk, PYD, civînek li Dêrîkê û li bajarokê Neda pêkanîne.

Û hêzên ewlekariya Sûrî dengê xwe ji vê civînê re dernexistine.

Piştre hino-hino ew dê hejmara wan bigihînin hezaran.

Ne dûr e ku ew apociyan ji nava Tirkiyeyê bixwe jî bînin.

Pêka dûwem:

Dê ew apocî, wek ku “ew jî mixalefet in, azadiyê û demokrasiyê dixwazin” derkevin kolanan.

Ji vê jî armanc ew e da ku ew hino-hino piştevaniya miletê kurd wergirin.

Da ku ew hêzên kurd ku jidil û can dixwazin rejîma be‘sê biruxe, lawaz bikin!

Û wan ji ser saheya dijberiya rejîmê pûç bikin, rakin, bela-wela bikin!

Pêka sêyem:

Gava ku wan apociyên ji Qendîlê kurdên rojavayê exîstin bin kontrola xwe de, ew dê hespê xwe li gor dxwaza xwe li rojavayê Kurdistanê bimeşînin.

Çawa ku ew niha li bakurê Kurdistanê wisa dikin.

Wê demê dê hemû kurdên rojavayê, wek mîna yên bakurê Kurdistanê bibin esîrê apociyan.

Pêka çarem:

Ji vê jî rejîma be‘sê dê Kurdistana Sûrî bi rêya apociyan di bin kontrola xwe de bihêle.

Li wir dê ti mixalefet pêşberî wan nemîne!

Bi kurtî:

Rejîma Beşar Esed dê li herêma Kurdistana Sûrî kopyayeka Hizbullaha xwe mîna ya li Libnanê, vê care ji apociyan saz bike.

Pirsek derdikeve vê navê:

Gelo apocî dê ji vê çi feydeyê bikin?

Li gor dîtina min, rejîma be‘sê dê îdarekirina herêmê di warê mehelî û herêmî de teslîmî apociyan bike.

Lê dê li kêleka her apociyekî, kesekî xwe, zilamê be‘sê, wek natorvan dane.

Lê dîsa jî ji bo apociyan ev kar “fîtan û fît e!”

Li gor hesabê wan e.

Piştre?

Dê rejîma be‘sê bêje wan apociyan:

“Werin xwenîşandanên ku li deverên dî çêdibin bitemirînin!”

Da ku rejîma Beşar Esed digel elewiyên xwe desthilatdariya xwe misoger bike.

Li gor dîtina min, apocî dê vî emrê he ”bi ser seran qebûl bikin!”

Û ne dûr e em dê bibînin ku apocî dê li bajarê Deraa, Şam, Homs, Hema, Helebê û gelek deverên dî, mil bi mil digel hêza be‘sê, li dijî xwenîşandanan şer bikin.

Bi vî awayî rejîma be‘sê ku li Libnanê bi alîkariya Hizbullaha xwe û li rojavayê Kurdistanê jî digel apociyên xwe dê desthilatdariya xwe li Sûrî biparêzin.

Û dîsa Îran dê serdestî Sûrî be!

Pêka pêncem:

Û herwiha ger rê li rejîma Beşar Esed teng bibe, ew dê di dawiyê de hewil bide ku li Laziqiyê dewletokeka xwe ya elewiyan saz bike.

Bi vî awayî ew dê bi rêya wê dewletokeka xwe rojavayê Sûrî biparêzin.

Û li rojavayê Kurdistanê jî ew dê Sûrî bi rêya apociyan kontrol bike.

Ew dê bi hev re serhildanên di neqeba wan herdu herêman de çêbin vemirînin.

Di vir de hê ne diyar e gelo Emerîka, Israil û welatên ewropî çi difikirin!

Mixabin dîsa miletê kurd û ereb û kêmnetewe, ji bo demekê jî be, bindest bimînin.

Azadkirina Kurdistana rojava dimîne “bihareka dî!”

Îşaretên pêka dûwem jî roja îna derbasbûyî (29/4) de xuyakirin. Ew jî:

Dora 15 000 xwenîşander li Qamişlo, Serê Kaniyê û gelek deverên dî, li dijî rejîma be‘sê derketin cadeyan û kolanan!

Lê apociyan sed kesên xwe di nava wan 15 000 xwenîşanderan de belav kiribûn û weneyê ”Xwedayê” xwe Abdullah Ocalanî bilind kirin.

Da ku ew wan xwenîşandanên heqîqî yên miletê kurd bikin yên xwe!

Lê miletê kurd bi vê lehîstoka apociyan ya nedirist zanî û nehat xapandin!

Û xelkê serê xwe ji wan apociyan re netewand!

Xwe ji wan sed kesên apociyan dûr kirin.

Ew hêliştin bi tenê.

Mixabin miletê kurd yê bakurê Kurdistanê ne bes bû!

Niha apocî digel rejîma be‘sê ya dijminê miletê Sûrî, hewil didin ku miletê kurd yê rojavayê jî bêxe êxsîr û bindestê xwe.

Lê ev dinya ne dinyaya zilimkaran e.

Zilimkarên vî demî nikarin bi ser bikevin.

Dinya me ya hemdem ya ruxandina zilimkaran e!

Û ti kes dê nikaribe çerxa azadiya vê dinê bisekinîne.

Ew çerx herroj xurt dibe û her fitlandineke wê çerxê azadiyekê bi xwe re tîne.

Û kesên ku li dijî wê bisekinin, ew dê di bin vê çerxê de winda bibin!
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ