Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
 
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
2016-02-17 16:20

STOCKHOLM, 17/2 2016 — Dixwazim li jêr bi kurtî analîzên hinek rayedar, siyasetmedar û analîzkarên navneteweyî û taybetî yên emerîkî ku li ser vê rewşa dawiyê ya nakokiyên di navbera Tirkiye û Sûrî de binivîsim.

Taybetî li ser bombebarandina Tirkiyeyê bo deverên ku PYD lê ye.

1. Bi ketina Rûsyayê ya Sûriyê wan rê li ber daxwaza Tirkiyeyê ji bo ”no fly zone (herêma qedexe bo frokeyan)!” li herêma Ezaz-Efrînê girt.

Ji ber vê jî êdî Kurdistana Sûrî namire.

Ji ber ku ger ”no fly zone”, li gor daxwaza Tirkiye çêbûya, dê wan nehêliştan ku Kurdistana Sûrî hebe.

Tirkan dê ew herêm di bin destên xwe û rêxistinên bi xwe ve girêdayîn (ko di bingeha xwe de ew nijadperestên ereban in; dijî miletê kurd in) de bihêliştan.

Hingê divê mirov ”fatîhayek” li ser avakirina Kurdistana Sûrî bixwenda.

Lê bi vî awayî, di pêş de rê li ber avakirina Kurdistana Sûrî vedibe.


2. Rûsya digel Îsraîlê li hev hatiye ku li Sûrî ”Elewistaneka mezin” çêke.

Herweha dê li Sûrî ”Durzistan” jî were ava kirin.

Di pêş de Îsraîl dê bxwaze ku Kurdistana Sûrî jî were ava kirin.

Her ji ber vê yekê, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Moshe Yaalon van rojan ev nuqteya he eşkere kir.

Li gor Tv ya Al-Jazeera, wezîr Moshe Yaalon, li ser vê yekê weha got:

— Yaalon predicted that Syria will turn into "enclaves" under the de-facto control of religious and ethnic sects, including President Bashar al-Assad"s Alawite sect, the Druze religious minority and the Kurdish ethnic group.”

Li pêşberî vê, dê Rûsya bixwaze ku Îran ji Sûrî derkeve.

Îşaretên vê jî ew e ku Rûsya êdî ti qîmetê nade Hizbullahê.

Herweha tê gotin ku Rûsya bixwe generalekî mezin yê Îranî (bi navê Qasim) kuştiye.


3. Li gor rayedarên taybetî yên emerîkî, desthilata Sûrî û ya Rûsyayê dixwazin PYD-ê wekî eskerên "kirêgirtî” bi kar bînin.

Ew naxwazin eskerên xwe bidin kuştin.

4. Desthilata Beşar Esed dixwaze herêma kurdan teslîmî PYD-ê bike lê ew herêm divê bi wan ve girêdayî be.

Lê Îsraîl diyar dike ku ew baweriya xwe bi PYD-ê nayne.

Îsraîl dibêje PYD girêdayî Îranê ye.

Û dê di avakirin û desthilatdariya Kurdistana Sûrî de PYD nebe.

Pirsa ku çima Îsraîl terefê xwe guhertiye û di bin ve pişta Rûsyayê digire ev e:

Îsraîl lihevhatina desthilatdariya Obama digel Îranê qebûl nake.

Ew wê lihevhatinê ji bo dewleta xwe wekî xeterek mezin dibîne.

5. Li gor van analîzan, Rûsyayê Emerîka ”tirnibandiye”.

Ango tû rolek Emerîkayê li Sûrî nemaye.

Di vir de Rûsyayê ne tenê Emerîka ”tirnibandiye” wê herweha desthilatdariya Erdoganî jî ”tirnibandiye”.

Û wisa kiriye ku ti şansê wî bo ”no fly zone” û ”korîdora insanî” li wê deverê nemaye.

6. Li aliyê dî jî, rê li ber PYD-ê hate girtin û wê nekarî tevlî Konferansa Geneveyê bibe

Ji ber ku di qada cîhanê de, ew wek berpirsyara miletê kurd li Sûrî nayê qebûl kirin.

Her ji ber vê yekê, PYD bi rêya hinek partiyên kurd li Sûrî ku ”ismê wan heye lê cismên wan nîne” eniyekê yanî encûmeneke nû saz dike.

Ew encûmen, dê bi serê sedî sed bi PYD-ê ve were girêdan.

Armanca vê yekê du noqte ne:

1) PYD dixwaze ENSK-ya berpirsiyara miletê kurd li Sûrî ku bi awayekî qanûnî di qada cîhanê de (ko serokê wê birêz Birahîm Biro ye) ”pûç" bike.

2) Li aliyê dî jî PYD dixwaze wê encûmena ku wê van rojan avakiriye bide pêş û bêje: ”Vaye Encûmena ku li Sûrî nûnera miletê kurd e ev e!”

PYD xwe di pişt perdeya wê encûmenê de vedişêre.

Da qene ew bikare here konferans û civînên navneteweyî û xwe wekî nûnera miletê kurd yê li Kurdistana Sûrî di qada navneteweyî de bide qebûl kirin.
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ