Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
 
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
2013-01-22 11:22



Bi xatirê we hemû dost, bira û hejîkerên dostaniya min.

Navê min M.Şerîf Muştak.

Ji gundê Cinibrê me.

Gundê ser bajarê Cizîra Botan.
Piştî xwendineke dûr û dirêj bûme mamostayê dibistana bilind

Hê ji biçûktiya xwe ve ketim refên bo azadiya Kurd û Kurdistanê.

Li gor îmkanên xwe min bîr û dîtinên xwe ji raya giştî ya Kurd û Kurdistanê re gotin.

Di vê pêvajoyê de min gelek zehmetî dît.

Ketim zindanan.

Ji aliyê rejîma kemalîst ve tadarî û îşkenceyan li min hatin kirin.

Lê min ti caran serê xwe ber dijmin netewand!

Min her bexwedana xwe ya bo azadiya Kurdistanê berdewam kir.

Lê ez jî wek gelek welatperwerên Kurd mixabin neçarî derbederiyê bûm.

Derketim welatê Almanya-welatê xeribiyê.

Min li wir her xebata xwe ya bo azadiya Kurd û Kurdistanê berdewam kir.

Lê mala bavê feleka min xayîn xira bibe.

Her nexweşiyên ji ber tadarî û îşkenceyên kemalîstan dev ji min bernedan.

Asarên wan îşkenceyan birînên kûr di laşê min de vedabûn.

Lê min her berxwe da.

Di vê jiyanê de daxwaza min yek tenê bû:

Ew jî ez bi çavên serê xwe Kurdistana xwe ya azad û serbixwe bibînim.

Min beşek yê azad dît.

Lê mixabin ez her li benda azadiya bakurê Kurdistanê û beşên dî mam.

Mixabin vê bendewariya min dom kir.

Û hê jî dom dike.

Li aliyê dî jî, dilê min bi min re xayîn derket û nexwest alîkariya min bike.

Dilo, malxirabo te nekarî xwe ber êş û janan bigirî!

Tu zû teslîmî qeder û felekê bû.

Te nekarî wek min li ber xwe bidî.

Min dixwest ez ji kêmahî ve bîst salek dî li ber xwe bidim.

Bîst sal ne tiştekin, malxirabo dilo!

Te ez di pêncî saliya min de hiştim û dev ji min berda!

Heyf û sed mixabin!

Te kûlên min bi min re hêlişt!

Te heval, dost û hejîkerên min birîndar kir!

Ma însafa te ji binî nêmabû?!

Wey mala te sed caran xirab bibe dilo xayino!

Min digot qey tu çeqmeqa min ya jiyanê bû.

Baweriyek min mezin bi te hebû.

Lê te ez xapandim!

Te jiyana min di pêncî saliya min de bi xwe re bir!

Te neheqiya herî mezin li min kir.

Lê ez çawa bikim, ev jiyan e!

Ez niha diçim, berê xwe didim Cinibira xwe!

Cihê bav û kalên xwe.

Li wir dikevim xewa xwe ya ebedî.

Lê ez dê her li benda azadiya Kurd û Kurdistanê bim.

Bi xatirê we hemû Kurdistaniyan.

Taybetî kekê Cuwan!

Bi xatirê te.

Dizanim tu îro bi vê xatirxwaziya min birîndarî.

Çavên te tejî girîne.

Min dilê te jî bi yê xwe re birîndar, jar û reben kir!

Lê çi bikim ez bûme qurbana feleka xayîn û qedera bêbext.

Qedera min wisa bûye.

Bi xatirê te kekê min Cuwan!

Bi xatirê we hemû dost, bira û hejîkerên dostaniya min.

Nivîs: Dr.Cuwan Heqi
Dost û birayê biçûktiyê yê M.Şerîf Muştak

(Gulan-2009, serwext.com)
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ