Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Apocî û Kurdistana Sûrî!
 
Apocî û Kurdistana Sûrî!
2013-03-20 09:15

Dixwazim bi kurtî li ser van rûdanên dawiyê yên ku li Sûrî, taybetî li Kurdistana Sûrî diqewimin, binivîsim:
Diyar e ku roja îro rejîma Beşar Esed dev ji Kurdistana Sûrî berdaye.
Herweha tê gotin ku li hema bêje tevahiya bajar, bajarok û gundên kurdan de xelkên ” (Komîteyên Sîwîl), Yekîneyên Parastina Gel (YPG”) hemû kolan, mehelle û şaredariyan diparêzin.
Û ger mirov ”saf” bifikire:
Mirov keyfa xwe ji vê pêvajoyê re tîne û dibêje:
-Vaye Kurdistana Sûrî azad bû!
-Qamişlo, Amûdê ji bin destan derketin.
-Kobanê yekser bû milkê Kurdistanê.
-Efrîn bû destpêka şoreşa kurdan!
-Tirbespî rabû ser piyan û xwe azad kir!
-Dêrika Hemko jî giha azadiya xwe…
Û herwekî van.
Lê, li gor dîtina min:
Di heqîqeta xwe de tersê wê ye.
Werin em bi hev re ji nêzîk ve li vê pêvajoyê binêrin.
Ewilê:
Gelo kîne ”xelkên” YPG?
Pirranî Apocîne.
Û hindek jî ji partiyên neapocî yên kurdistana Sûrî ne.
Gelo qeweta wan ”hindekan” çiqas e?
-Kesek pê nizane.
Lê apocî rê nedin wan, ew nikarin kolanekê jî biparêzin.
Apocî bêjin reş e,
divê ew ”hindek” jî bejin:
Belê, amennû bilah ew reş e!
Û gava, apocî bêjin:
Na, niha ew reş sipîye!
Divê ew hindek jî bejîn:
Belê, ew reşa min berî kêlîkê digot reş e,
niha ew ne reş e!
Ew wek ya ku “heval” dibêjin:
Sipiye!
Ji ber ku ew hindek bi çi awayî be:
Dive “hebin!”
Lê hene Apocî dê rê nedin hebûna wan!
Û dê ew jibinî jî nebin.
Û di bingeha xwe de:
Kurdistana Sûrî ketiye di bin bandora Apociyan de.
Gelo çima wisa çêbûye?
Li gor baweriya min:
Apociyan hê di destpêkê de plana vê yekê kiribûn.
Wan bi zanebûn berê xwe dan Efrîne.
Cihê Efrînê diyar e misaidê karên wan yên zordrariyê bûye.
Li wir çiya, nizar, daristan û zozan hene.
Lê li Qamişlo û derdorana wê, ango Cezîra kurdan wek mîna kefa destê (mista destê mirov) mirov, rast e.
Û deşt e
Şerkirin, xweveşartin li vê herêmê zor û zehmet e.
Her ji ber vê yekê,
Apociyan dengê xwe ji bo Qamişlo û derdroana wê derneyêxistin.
Dizanîn ku gava rejîma Esed lawaz bibe,
ew dê bi hesanî werin li Qamişlo bibin xwedî desthilatdar.
Jixwe ew bi qeweta partiyên kurdî baş dizanin.
Dizanîbûn ku partiyên kurdan nikarin xwe li ber qeweta wan, apociyan, bigirin.
Û wisa jî çêbû.
Ev e yek.
Ya duwem:
Li gor dîtina min, planeke ya navneteweyî di bin vê bidestxistina desthilata apociyan de heye.
Ew jî planeke sêçikiye:
Plana Rûsya-Îran-Sûriyê ye.
Bifikirin û em werin li ser pirseke dî:
Çima Rûsya dê dev ji Sûrî û Rojhilata navîn berde?
Ya rastî ev nakeve serê tu kesan.
Ger Rûsya dev ji Beşar Esed berde,
divê ew bi temamî dev ji Rojhilata Navîn berde!
Ji ber ku deverekî dî yê Rûsyayê li vir namîne.
Misra nû, ne hevalê rûsyayê ye.
Lîbyaya piştî Qeddafî bi temamî ne dostê Rûsyayê ye.
Cezayîr, Yemen û hemû welatên Rojhilata Navîn:
Bi awayekî dost û hevalbendên Emerîkayê ne.
Nexwe mirov divê bawernake ku Rûsya dê dev ji Sûrî berde!
Û bernade jî.
Her ji ber vê yekê dibêjim:
Rûsya-Îran û Sûriye li hev kirine ku:
Beşar Esed dewletkoka xwe ya Elewiyan li Lazqiyê û derdorana wê ava bike.
Her ji destpêkê de plana B ya Beşar Esed ev bûye.
Û niha ew wê bikar tîne.
Beşar Esed dixwaze ku Kurdistana Sûrî bêxe bin desthilatdariya Apociyan de.
Da ku ew ”balansekê” di navbera Rêxistina Birayên Misilmanan, ji vê jî Artêşa Azad de çêke.
Deqene ew rêxistin wisa bihêz nebe.
Da wekû “wefadariya” xwe ji bo piştgiriya apociyan bo xwe pêkbîne.
Herweha:
Li gor dîtina min:
Emerîka, taybetî desthilatdariya serok Barack Obama jî eynî wisa dixwaze.
Emerîka dixwaze ku li wê herêmê “aramî” rû bide.
Ango:
Gava Kurdistana Sûrî di bin desthilatdariya apociyan de be,
ew dê bi şêweyekî dîktatorî were rêvebirin.
Ji vê jî, Emerîka, belkî Ewropa jî, naxwazin Sûrî mîna Misrê, taybetî Lîbyayê û Yemenê were.
Gava piştî ”xebero” şoreşa yasmînê, li wan welatan têkilhevî, dijberiyên mezin, kaosên neragirtî rûdaye.
Ji xwe ji bo Îranê pêkanîna vê planê, fîtan û fît e!

Xusara kurdan di vir de çiye?
Li gor dîtina min, çi deverên ku apocî lê desthilatdar bin, kurd li wir xusirîne.
Kurdan li wan deveran tore, urf û adetên xwe windakirine.
Exlaqên insananên ku dibin hevalbendên wan hatine guhertin.
Apociyan li wan deverên kurdan, kurdên minafiq, dûrû, nekurdistanî afiradine.
Wan perwerdeya xwe ya despotîzma apocîtiyê êxistine serê wan kurdan de.
Naverok, cewherê kurd û Kurdistanîtiyê vale kirine.
Ew kurdên li wan cihan kirine dijminê kurd û Kurdistanê.
Ji xwe kuştin, girtin, revandin, lêdan, tadarî, îşkenceyên ku ew rojane tînin serê miletê kurd bê hed û bêhesab in.
Kurdistana Sûrî roja îro ketiye di bin bandora dîktatoriya apocoiyan de!
Ev bandor jî wek ya baasiyan xeddar e!
Azadî û îradeya miletê kurd li şûna roja îro azad bibe:
Ew hê bêhtir bidnest bûye!
Û diyar e ev pêvajo dê berdewam bike.

Lê li aliyê dî jî:
Ger Tirkiye ne di nava vê planê de be, ew dê midaxeleyî apociyan bike!
û ew dê wan ji herêma Kurdistan Sûrî ji binî rake.
Ji ber ku xaka Kurdistan Sûrî ne misaîdê ku apocî bikarin xwe li ber şerê Tirkiye bigirin e.
Tirkiye dê bi alîkariya arteşa azad, ku nêzîkî Rêxistina Birayên mislmanane, apociyan tert û belav bikin.
Divê newê jibîrkirin ku Rêxistina Biryaên Misilmanan di bingeha xwe de dîn dijminên Kurdan e.
Ji wan re şerê kurdan fîtan û fît e!
Gava Tirkiye apocî ji wir kirin der,
ew dê hespê xwe li Kurdistana Sûrî, li gor keyfa xwe bajo.
Tu kes dê nekare daxwaza fedralîzmê, otonomiye û mafên neteweyî yên kurdan bike.
Tirkiye, çawa li Tirkiye behsa mafên kulturî ji bo kurdan dike, dê li wir jî bixwaze.
Ne zêde.
Lê:
Ger Tirkiye di nava vê plana sêçikî de be-li gor dîtina min ev plana he nêziktirî rastiyê ye-
Hingê Tirkiye qayîl e ku apocî li Kurdistana Sûrî desthialtdar bin!
Wê demê Apocî dê li Kurdistana Sûrî çawa bixwazin dê wisa bînin serê miletê Kurdistana sûrî.
Ew dê mehkemeyên xwe yên qetilkirina kurdên ku biya wan nekin saz bikin.
Wê heykelê xudayê xwe Apo li hemû deverên Kurdistanê biçikînin.
Dê exlaqê milet biguherin.
Wan bikin mîna despotîzma xwe de.
Ji xwe ne xema wan û di plan û projeya wan de ye ku divê miletê Kurdistana Sûrî bi awayekî heqîqî, bigihe hemû mafên xwe yên netewayetî.
Ango Kurdistana Sûrî bibe Federal.
Bi kurtî:
Tirkiye midaxeleyî Sûrî bike jî kurd dixusirin.
Û neke jî dixusirin.
Li gor van bûyeran, ez dibînim ku:
Beşar Esed plana xwe ya “B”-ê pêk tine.
Ew dibe xwediyê dewletkoka xwe ya elewiyan.
Eve yek.
Noqteya dûwem:
Rûsya berdewamiya piştgiriya xwe bo rejîma Be`es dike.
Ew li Rojhilata Navîn dimîne.
Sêyem:
Îran dê wê dewletkoka elewiyan ya Beşar Esed wek wilayeteke xwe bikarbîne.
Jixwe Emerîka naxwaze sergêjiyên piştî ji valebûna desthilatdariya Beşar Esed bo xwe peyda bike.
Ew qayîl dibe ku apocî li Kurdistana Sûrî weke doqikê serê milet bin.
Ji vê jî:
Balansekê navbena Rêxistina Birayên Miislmanan çêke.
Tirkiye li ser her du planan dilehîse:
Sûriyek ya digel apociyan.
Yan jî, bê apociyan!
Kîjan plan le rast hat, Tirkiye ji duh ve raziye!

Û:
Sed heyf û mixabin Kurdistana Sûrî av û av diçe.
Ew berdewamiya bindestiyê dike.
Lê hene:
Ger apocî nebûyan, îro fersendeke zêrîn e ku ketiye destê miletê Kurdistana Sûrî de.
Dê kurdên ne apocî yên Kurdistana Sûrî bi îradeya xwe ya serbest û azad Kurdistana xwe ya Federal ava bikiran.
Hezar caran mixabin, ku miletê kurd ji bindestê dijminekê derdikeve,
Û dibe bindestê dijminekî dî, hê xeddartir,
Ya apociyan de.

Lê ev dinya ji zordaran re nemaye!
Dê ji zordestiya apocî û hemû dijminên dî yên kurdan re jî nemîne!
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ