Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
 
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
2009-12-25 12:03
Dr.Cuwan Heqi
info@mediakurd.com
Diyar e ku di roja îro de kesek ji vê dinê ne razî ye.
Teror li milekê, birçîbûn, afatên xwezayî li milekê.
Globalîzim sînorê netewayetiyê derbas dike, diçirîne!
Ji xwe xirabiya ku em insan bi destê hev li hevûdû dikin naye hesabê.
Me ev dinya gelek polîtîze kiriye.
Ji ber wê jî insan herçî diçe dibe dîn û dijminê hev!
Em dîn û îmana hevûdu dileqînin.
Heya ji me tê em xirabiyê, malwêranê bi serê hevûdu de tînin.
Em di hemû rabûn û rûniştinên xwe de divê ”siyasî” bin.
Xêre yabo, çawa çêbûye?
Çima em nikarin xwe hinekê ji bin destê vê malwêraniya siyasetê derxînin!
Na, Nabe!
”Divê em siyasî bin!” û hew!
Em nema karin bikenin.
Keyfa xwe ji tiştekî re bînin.
Pozîtîf (erênî) bin, wisa bifikirin.
Dûrust û qenc bin!
Ji hevûdu re dilpak û sozdar bin.
Xêra hevûdu bixwazin
”Tirba” hevûdu nekolin.
Ji hev re Ne fitneçî û Ne jî fesad bin.
Û hezar qenciyên dî.
Lê ecêb e!
Em bi tersê wê ne!

XULAMTIYA TEKNÎKÊ
Welatê Swêd welateke Skandinavî ye.
Welatekî hema bêje çiyayê wê jî jiber dijwariya sermayê dikin qêr û hawar!
Û bi ser vê de, ew welatekî ji jêrzemîn û sererdîna xwe ve gelek feqîr e.
Bi kurdiya milê me yê Bota, taybetî derdora Şirnexê, ji welatekî wisa re tê gotin ew welat, derûber ”kirrij e”, ango tiştek lê şîn nabe.
Ti xêr tê de nîne!
Her ji ber vê yekê ye, welatê Swêd birha xwe daye teknîkê.
Ew xwe bi pêşdabûna teknîka xwe qurre dike.
Lê mixabin vê teknîka Swêd ”çar-goşeyî”, ”reş-sipî” tî bi xwe re peyda kiriye.
Ango însan li Swêd divê keftelefta xwe ya rojane li gor sîstema teknîka wê bike!
Lê hene wê Swêd raweste!
Nikare gavekê bavêje!
Û mixabin wisa jî bûye!
Ji ber ku vî welatî rêyên insanî, dervayî teknîkê bo xwe nehêliştiye.
Teknîk jiyana insanên hemwelatiyên Swêd kontrol dike.
Insan li Swêd bûye xulamê teknîkê.
Halbûkî diviya bû bi tersê wê bûya.
Teknîk di bin kontrola insanan de bûya.
Lê bi serê we, li vî welatî insan bûye xulam û xadimê teknîkê.
Teknîkê serî ji swêdiyan standiye.
Hefsar ketiye destê wê de.
Li Swêd teknîkê baweriyek mezin bi xwe aniye.
Here teknîk. Were teknîk. Yan jî teknolojî.
Yabo tiştek dî ji vê teknîkê pê ve nîne?
Na!
Bi kurt kurmanciya me:
Ger astengiyek ji teknîka swêdiyan re derkeve, hingê dest û lingê wan tên girtin.
Ew felc dibin.
Nikare dervayî wê rêya xilasbûne peyda bike.
Li aliyê dî jî, ev welat hingî diçe bê hîs dibe.
Ne xema wî ye, halê heval, derdor û xwezaya ku nan dide wî çawan e!
Ew her li ber ya xwe ye.
Egoîzmek, ji xwe re bûnek, li ber ya xwe bûn û ezîtîyek patolojîk peyda bûye.
Heya ji wî tê ew dixwaze kontrola teknîka xwe, (lê ne kontrola xwe), li ser derdora xwe, taybetî ya xwezaya ku ew pê re ye, di nav de ye; nefesa jiyana xwe jê dikişîne, bike.
Lê ew pê nizane ku di heman demê de ev teknîka he ”tirba” wî dikole!
Piştî vê pêşgotina xwe dixwazim nûçeyek balkêş û ne bi ”siyaset” binivîsim.
Destgaha ”Parastina Xwezaya Swêd (!)” van rojan biryarek balkêş wergirt.
Ew biryar ji ber sedemê ku her dîsa li gor ku ”teknîka Swêd” dide xuyakirin hate girtin.
Li gor vê biryarê:
Hejmara rebekonên gurên Swêd gihaye 210 an.
27 gur zêdene.
Diyar e ku teknîka Swêd hay ji her rebenokên guran heye ku ew li kûdê hereket dikin; xwe tev didin, dimînîn û dirazin û hwv.
Dîsa ev teknîk dibêje hejmara gurên ”ku sedî sed,100%, gurên swêdî,” ne, derdora 10% zêdebûye.
Ew jî ev 27 rebenên guran in.
Divê ew 27 gur ”îmha” bibin, werin kuştin!
Lê hene ”wê dinya Swêd xirab bibe!”
Teknîk wisa nîşan dide!
Ew biryar weku ”Ayet û Sûretên” Qur´an, Încîl û Mişefa Reş in, ne!
Kesek nikare li dijî wan biryaran derkeve.
Destgaha swêdî izna kuştina wan gurên reben daye.
Dê nêçîrvan di navbena 2ê meha Çileyê Paşîn û 15ê Sibatê herin nêçîra wan!
Di vê navbeynê de divê ew 27 gur werin qetilkirin.
Tişta ecêb ew e ku deh hezar, (10 000) nêçîrvanan miraceeta nêçiriya van 27 guran kirine.
Diyar e her serê nêçîrvanekî dê ”mûyek” yê wan 27 guran bigihiyê.
Gur bi refdeya (grûba) xwe, lê ji ber xwezatiya xwe, êrîşî bizineke pezkûvî dikin.
Û 10 hezar nêçîrvanên me jî dê êrîşî 27 wan gurên xwezayê bikin!
Û Swêd xwe bi ”pêşveçûna teknîka xwe” qurre dike!
Lê kontrola teknîka wê jî bi bêdengî bindestiya insanên wê bi xwe re diafirîne!
Gelo ma ev ne elametên qiyametê bin, nexwe çine?
Dixweye dinya me wexta di serê me de xirab bibe!
Wek gotina dawiyê dikarim bêjim:
Nauzubillah!
Û Fesubhanellah jî pê re!
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ