Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
 
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
2008-04-22 14:30

22 Nisan Sali 2008 · Sirove
Di van mehên dawiyê de rejîma baas ya Sûrî çendî diçe ji bo miletê Sûrî dibe xeterek mezin.
Li jêr çend nimûneyên vê xeterbûnê dinîvîsim:
Siyasî:

Heya niha çend grûb ji bo desthilatdariya baasiyan di nava xwe de ser dikin:

Wek grûba Basar Esed û xalanên wî; grûba Mensûra; ya Assef Sawkat û hwd.

Lê diyar e ko serekî dijwar di nava malbata Esad bixwe de hin bi hin diyar dibe.

Ji ber ko wan tistek di xizne û dahatiyên dewletê de nehêlistine, hemû valekirine, vêca ew niha ketine di qirrika hevûdu de.
Vêca berjewendiyên aborî yên wan kes û grûban bi hev re ser dikin.
Ji encama vî serî, van rojan li ser fermana serokê dewletê Basar Esad, mêrê xuska wî, Assef Sawkat, hate girtin.

Assef Sawkat serokê hêza parastina serokê dewletê bû. Ev hêza herî xurt di Sûrî de ye.
Di derbarê vê girtina Sawkatî de du dîtin tên ragihandin:

1.Assef Sawkat dixwest înqilabekê li Basar Esed bike.

2.Dîtina duwem- ko herî pêbawer e- ”Assef Sawkat karê xwe dikir ko ji Sûrî baz bide û here bo dadgeha navteweyî da ko sahdebûnê ser kustina Refîk Herî ji destê Sûri ve, bide ye.

Herweha tê gotin ko jina Assefî ji Sûrî bazdaye, ewilê ew derbasî Qatar bûye, pistre çûye Parîsê.

Li suna desthilatdariya ”Ewlekariya eskerî ya Sûrî” niha desthilatdariya ”Ewlekariya siyasî ya Sûrî” xurt bûye.

Li Sûrî gotinên vê destgahê wek gotinên ”Xwedê û Pêxember in!”. Kesek nikare çavên xwe ber wê veke.

Lê diyar e ko desthilatdariya mutlaq ya Basar Esed jî weqas nemaye. Ew mecbûrî kesnên dî, xwedî desthilatdar bûye ko ew desthilatdariya xwe bi wan re parve bike.
Ango ew kesên xurt, lê xwe diyar nakin, bêjin çi, Basar Esed mecbûrî pêkanîna gotinên wan e.

Di vir de divê mirov rola pistgirtina Îranê bo Basarî jî ti caran ji bîr neke.

Bi kurtî Basar Esed bi alîkariya rejîma Îranê xwe li ser lingan, desthilatdariyê digire.

Ji aliyê eskerî ve jî, ev rejîm rizîya ye.

Silahên ko di destên eskerên wê de ji moderntiyê, teknîka nû dûr in. Pirraniya wan ji xwe kar nakin.

Destgahê sîwîl, medenî heya yê mixaberatiyê bixwe jî ji hev de ketiye.

Bi asan insan dikare desthilatdarekî, efserekî, heya mixaberatekê bi rûswetan, pereyan qayîl bike, wan ”bikire.”

Efserên mezin, wek generalan, hê ji niha ve li ser ”pêseroja xwe” difikirin. Ew firseteka xwe bibînin dê dev ji rejîma baas berdin, bibin alîgirên wê desthilatdariya ko dixwaze rejîma baas biruxîne,yan jî reforme bike.

Her wek berdewamiya vê noqteyê, milet û herweha gelek kesên ji desthilatdariya baasiyan bixwe jî li benda ”hêzeke derva” ne ko werin wan ji bin zilma rejîma baas xilas bikin in.

Baasiyan roja berî Newrozê sê xortên kurd, bê sûc û sedem, sehîd kirin.

Ev yeke careke dî destnîsan dike ko rejîma baas berdewamiya dijminatiya kurdan dike. Heya ko ew zilmê li kurdan bike, wan bikuje, mafên wan yên neteweyî qebûl neke, rejîma baas dê ti caran nekare pistgiriya kurdan wergire.
Bila ew vê yekê jibîr bike.

Sûrî serxwebûna xwe weku dewlet ji dest daye û ew bûye ”wilayetek” ya Îranê.

Weku nimûne, li gor rojnameya ”Jerusalem post”, rejîma baas ya Sûrî 100 hezar kesên îranî ji Îranê anîye li Sûrî cihwar kiriye. Ew ser van kesan dibêje ko: ”Ew kes wek her hemwelatek îranî ne ko dixwazin li Sûrî cih bibin”. Lê di heqîqeta xwe de ew 100 hezar kes pasdarên îranê bixwe ne. Ango ew kesên ko bo servan, canfidayê rejîma Îranê ne.

Armanca Sûrî bi bicihkirina wan pasdaran li Sûrî li ser daxwaza Îranê ye. Ango gava Emerîka li Îranê xist, hingê Sûrî dê bi alîkariya wan pasdaran cepheyekê li pist Emerîka veke da ko karê serê wan digel Îranê re zehmet bike.

Diyar e ko dê di pês de rola van pasdaran li ser desthilatdariya rejîma baas bi awayekî eskere xuya bike.

Aborî:

Xelayek aborî, taybetî li rojavayê Kurdistanê, dest pê kiriye û xwes diyar e ko ew dê di van mehên pêsiya me de hê girantir bibe.
Sedemê vê xelayê jî ew e ko rejîma baas bi zanebûn ti fabrîqe, cihên kar li vê herêmê ava nekiriye. Her ji ber vê sedemê milet bes bi dahatên genim û pez xwe xwedî dike. Û gava îsal baran ji binî nehatiye ev yeke dibe sedemê belengaziyek gistî ya milet.
Û herweha ji ber ko genim (dexil) çênebûye, milet pezê xwe berdaye dexlan û ew çêrandiye, ango ”destê xwe ji wan sustiye.”

Û xuya ye ko dê ti dahat ji dexlên avî jî newin. Ji ber ko ava bi santrefîsan jî nikare wan dexlan av bide.
Av hemû di qelsên axa tî re winda dibe.

Bi ser vê yekê de, rejîma baas biryar daye: ”Nabe ti kes dexlê xwe bê dewletê bidirû!” Ango gava milet dexlê xwe dirû, hingê dê ew di bin çavdêriya esker û polîsan de be.

Da ko milet dexlê xwe nefirosin hinekî dî. Wek ko tê zanîn, dewlet dexlê (genimê) milet ji wan bi erzanî dikire.

Civakî:

Her ji ber birha (rola) Îranê, gelek ji insanên Sûrî ko mezhebê wan sunnî ne, mezhebên xwe diguherin, dikin sîa. Ji bo wan kesan gelek ximetguzarî wek mizgeft, xwendegeh, dibistanên taybet tên avakirin.

Ev yeke di demek nêzîk dibe weku dînamîtek barkirî bo dijberiyek mezhebî di navbera sunnî û kesên dibin sîa de li Sûrî (wek li Iraqê) jî xurt bike.

Taybetî li rojavayê Kurdistanê her ji ber zilma rejîma baas ser kurdan, kurdan rengek ya alîkariya bo hev ya civakî heye ko ew deyn didin hev. Û gava ”mewsim (genim) hat” yê deyndar ji dêlva deynê xwe genim distînin. Lê diyar e îsal ji ber nebûna genim (dexil) dê kes nekare deynên xwe bide.

Ev nekarîna dayina deynan dê bibe sedema teqandineke civakî. Milet hê bêhtir feqîr û jar dibe. Û ji vê jî tirsek mezin heye ko gelek pevçûn, ser, dizî, selandin û hwv di nava milet de çêbe.

Li aliyê dî jî, her ji ber feqîrtîyê, taybetî ya miletê kurd gelek ji kurdan ji cih û warên xwe bar dikin û berê xwe didin Samê û li dora wê di konan de dimînin. Hevalbendên rejîma baas ji wan koçberên kurd re dibêjin ”Qereçiyên Cizîrê (herêma rojavayê Kurdistanê)”.
Cihê mixabiniyê ye ko di vê sedsala me ya bajarvanî û teknîka bilind de insan ji bajarvaniyê vegerin demê konvegirtinê.

Bêgoman ji bilî rejîma baas ya Sûrî, di vê dinê de ti rejîm wisa kevneperest û zilimdar nîne ko wisa bîne serê hemwelatiyê xwe.

Lê bila rejîma baas ya Sûrî xwes bizane, ko dîrokê daye îsbatkirin ko her çi rejîmên ko zilim li miletê xwe kirine, wan di heman demê de bi vê zilma xwe re destpêka dawiya xwe bixwe jî aniye.

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ