Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Analizek li ser axaftina serok Obama
 
Analizek li ser axaftina serok Obama
2011-05-25 16:38

Nivîs: Dr.Cuwan Heqi
20/5-2011- Di 19ê vê mehê de, serokê Emerîkayê, Barack Obama, axaftinek li ser rewşa şoreşên Rojhilata Navîn kir.
Serok Obama axaftina xwe ewilê bi giştî li ser şoreşen li Rojhilata Navîn kir.
Rewşa wan welatan- welat bi welat, nirxand.
Nivê axaftina xwe li ser prisgirêka filistîniyan û Israîl kir.
Ewilê ji Tunis û Misrê destpê kir.
Cihek giranbiha da şoreşên wan her du welatan.
Behsa Sûrî, taybetî behsa kuştinên li bajarê Deraa û gorên kumkujiyê jî kir.
Û dawiyê de serok Obama weha got:
”Li ber serokdewlet Beşar Esed, du rê hene:
Yan reforman pêk bîne, yan here!”
Piştre wî, li gor dîtina min, ”sere- sere” behsa xwepêşandanên li Îranê kir.
Û derbasî ser rewşa Yemen û Bahrain bû.

Gava mirov ji pisporên siyasetê yên emerîkiyan dipirse:
Gelo serok Obama çi got?
Pirraniyan wan weha bersiv didin:
“Obama tiştek nû negot! Wî gotinên girover (nezelal) gotin!”
Begoman Obama gava ev axaftin kir,
wî hesabê hilbijartinên ji bo seroaktiya Emerîkayê sala 2012an jî kiriye.
Ji ber wê jî ew dê “gotinên girover” jî bêje!
Lê gelo birastî serok Obama çi got?
Yan jî wî çi xwest bêje?

Ge rem axaftina wî bi kurtî analîz bikin:

Tunis û Misir:
Diyar e desthialtdariyên nû yên Tunis û Misrê dostên Emerîkayê ne.
Her ji ber vê yekê, Obama gelek li ser şoreşen wan her du welatan sekinî.
Û soza alîkariya aborî ya bi milyar dolaran jî da wan.

Lîbya:
Ez bawerim ”bilêda” Qaddafî ya ruxandinê hatiye birîn!.
Û ne dûr e ku di demek nêzîk de Qaddafî were girtin, (ger newe kuştin!).
Û dê wî radestî dadgeha Haagê bikin.
Sedema wê jî, li gor dîtina mine ev e:
Emerîka û Ewropa gihane wê qenaet û baweriyê ku mixalefeta Lîbyayê dostê wan e.
Herweha ew di bin kontrola wan de ne.

Yemen û Bahrain:
Dê serokê Yemenê, Ali Abdallah Saleh, ji ser desthialtdariyê were dûrkirin.
Gava Obama behsa Bahrain dike, ev diyar dike ku dê guhertin li wir jî çêbin.
Halbukî desthialtdariya Bahrainê kontrola dewletê careke dî êxistiye bin desthialtdariya xwe.
Lê gava serok Obama behsa Bahrainê dike, ev îşaretên wê ne ku dê xwepêşandan dîsa li wir dest pê bikin.
Li gor dîtina min li wir meseleya destlêwerdana Îranê ye.
Wek tê zanîn, li Bahrain pirraniya milet ji mezhebê şîîne.
Îran hewil dide wir bêxe bin kontrola xwe de.
Emerîka dixwaze berî ku mixalefetek xurt ya dostê Îranê li wir çêbe,
ew mixalefetek dostê xwe peyda bike.

Sûrî:
Ji bo kurdan ya herî girîng bêguman, pirsgirêka desthilatdariya rejîma be`es ya Sûrî ye.
Ji ber vê çendê, axaftina serok Obama di derbarê Sûrî de ya herî balkêş û girîng e.
Li gor dîtina min, serok Obama bi axaftina xwe, wek ku ”Rêya çûkê” ji Beşar Esed re hêlişt.
Gava wî got ku ”du rê li pêşiya Esed hene!”.
Ger mirov li rêya ewil binêre:
Serok Obama dibêje Beşar Esed ”Ger tu reforman bikî, dikarî li ser hikûm bimînî!”
Ew ”şansekî” dide serokê Sûrî, da ku ew “xwe serrast bike”.
Li gor dîtina min sedemê vê jî ew e:
Hê mixalefetek berbiçav ku bibe dostê Emerîka û Îsraîl li Sûrî ne diyar e.
Her ji ber vê yekê, Emerîka dixwaze hinekê bisekine, da ku mixalefetek zelal, serê sedî sed dostên wan her du welatan diyar bibe.
Lê em bêjin Beşar Esed rêya destpêkirina reforman bijart.
Gelo millet dê li pêşberî vê gavê çi bêje?
Ji ber ku daxwazên pirraniya xwenîşanderan ruxandina rejîmê ye.
Ango reform têra daxwazên milet nake.
Bi reforman belkî hinekê temenê desthilatdariya xwe dirêj bike.
Lê piştre?
Ew her divê biçe.
Gelo Beşar Esed dê çi bersivê bide?
Li gor dîtina min, dîrokê nîşan daye ku çavên dîktaroran di van delavan de gelek tarî ne.
Ew nikarin realiyeta li ber xwe bibînin.
Saddam jî bawer dikir ku ew dê bikarê hêzên Emerîkiyan.
Lê ew xelet derket.
Û her ji ber vê yekê, ne dû re ku Beşar Esed jî wisa difikire ku ew dê biserbikeve.
Ji ber vê baweriya xwe, dê li pêşberî xwepêşanderan darê zor û zilmê, kuştinê berdewam bike!
Lê ev rê jî dê herçend biçe ”tirba” desthilatdariya wî bikole!
Ger mirov ji aliyê xwe ve bifikire:
Dil dixwaze ku Emerîka niha midaxeleyî rejîma be`es bike.
Wê ji ser desthialtdariyê bîne xwar.
Lê welatekî mîna Emerîkayê bi hesab û kitaban gavên xwe tavêjin.
Îro ew li ser Beşar Esed wek dilê mirov bixwaze naşidînin.
Lê ew dê gav bi gav li ser wî bişidînin.
Û dawiyê de ew dê çawa ku niha vekirî, eşkere dibêjin bila Qaddafî dev ji hikûm berde, dê ew eynî ji Beşar Esed re jî wisa bêjin.
Lê ew roj hê nehatiye.
Bes ew dê di demek nêzîk de jî were.
Wê demê em dê daxuyaniyên Emerîka yên tûjtir dijî Beşar Esedî bibînin.
Ger Beşar Esed bixwaze demekê li ser desthilatdariyê bimîne, pêwîst e ew dest bi reforman bike.
Ev rê dê temenê desthialtdariya wî hinekê dirêj bike.
Lê dê sebra milet jî nemîne.
Wê ew gazindê ji Emerîkayê bikin, ”çima midaxeleyî rejîma be`es nake!”
Ji ber ku tîr ji kevanî derketiye.
Ew nema bi şunde vedigere.
Bi kurmanciya wê: Rejîmê bi kuştina milet stûyê xwe bi kêrê ve aniye.
Milet nema wî qebûl dikin.
Jixwe ew Beşar Esedî jibinî efû nakin.
Lê li gor Emerîkayê siyaset bi awayek û rengek dî ye.
Daxwaza Obamayî ji reformên Sûrî ew e da ku hin- bi hin desthilatdariya Esed lawaz bibe û dawiyê ew ji ber xwe de bikeve.
Ji vê jî da ku rê li kuştina milet were girtin.
Herweha ew dixwazin ”reformên Beşar Esedî” rê bide mixalefetê da ku ew xwe bi hêz û zelal bike.
Jixwe ger Beşar Esed destpêkirina reforman red bike, ew dê temenê desthialtdariya xwe kurttir bike.
Lê ger Beşar Esed vê ”sîgnala” serok Obama baş bixwîne ew divê gavên ji bo reforman bavêje.
Ez bawer nakim ku Beşar Esed dê dest bi reforman bike.
Ji ber ku li welatên ku bi dîktatoran rêve diçin, destpêkirina reforman jî heman demê de dibe destpêka ruxandina wan rejîman jî.
Li aliyê dî jî, ez bawer nakim ku rejîma be`es weqasê piştevaniya xwe ya mezin ji elewiyan heye da ku ew bikare demek dirêj şerê navxweyî bidomîne. (Elewî dora 15% ji miletê Sûrî ne).
Jixwe hê ji niha pê de elewî bi xwe di nava hevûdu de ketine qirrika hevûdu de.
Ew li rêyekî digerin bê çawa xwe ji vê kêşeya giran ku Beşar Esed ew êxisitinê de xilas bikin.
Li gor agahdariyan, ew ji Beşar Esed re weha dibêjin:
“Te em êxistine di nava vê kêşeyê de! Ger taybetî Rêxistina ”Birayên Misilmanan” werin ser hikûm, ew dê me elewiyan biqelînin. Vêca divê tu rêyeke xilasbûnê bo me peyda bikî!”
Ji vê jî ne dûr e ku di demê pêşiya me de hinek generalên ku esilelewîne dev ji Esed berdin û xwe bidin aliyê mixalefetê.
Da ku ew pêşeroja xwe di zindanan de derbas nekin!
Lê heya ku ew biwêrin vê gavê bavêjin, pêdivî bi mixalefetek zelal û bihêz heye.
Vêca bi her awayî Beşar Esed digel rejîma xwe rêwî ye!

Îran:
Serok Obama tiştek berbiçav ji bo mixalefeta Îranê negot.
Diyar e ew nikarin ”hemu pirsgirêkên dinê bidin ber dasa xwe!”
Halbukî xwpêşandanên Îranê yên ji bo şoreşên dijî dîktatorên serdema me, yên yekemîn bûn ku dest pê kirin.
Û ruxandina ”mollakrasî”ya Îranê, heman demê dibe vemirandina fitneya herî mezin li vê dinê.
Ez bawerim desthilatdariya Obama dora ruxandina rejîma ”mollakrasiya” Îranê hêliştina piştî ruxandina rejîma be`es ya Sûrî.

Pirsgirêka Filistîn û Israîl:
Ya ku bala mirov dikişand, ew bû gelo çima serok Obama weqasê li ser pirssgirêka filistiniyan disekinî bû.
Obama di vê axaftina xwe de piştgirî (bi awayekî ne zelal) da dewleta Filistînê.
Û got “bila tixûbê berî şerê 1967an were qebûlkirin!”
Li pêşberî vê dîtina serok Obama, serokwezîrê Israîl, Benjamin Netanyahu di cih de nerazîbûna xwe diyar kir û got:
"Tixûbê 1967an naye qebûlkirin. Ji ber ku ew tixûbê parastina me ye!"
Diyar e serok Barack Obama dixwaze piştevaniya dinya misilmanan bo xwe wergire.
Lê li aliyê dî jî, ew heman demê de piştevaniya cuhuyan wenda dike.
Ev jî dibe astengek mezin ji bo jinûve hilbijartina Obamayî sala 2012an.
Ez bawerim em dê mixalefetek dijwar ya cuhuyan dijî vê daxwaza serok Obama ji bo filistîniyan, hem li Israîl hem taybetî di kongresa emerîkî de bibînin.
Li gor dîtina min serok Obama dê mecbûr bimîne di vê derbarê de gavekê bi şun de bavêje.
Lê çiqasê, ew ne diyar e.
Divê mirov bizane ku bê piştevaniya Israîl û lobiya cuhuyên Emerîkayê, dê karê Obama ji bo hilbijartina serokatiya Emerîkayê ne asan be!
Serok Obama dê mecbûrî ku “balansekê” di navbera herdu aliyan de-filistiniyan û Israil de- bibîne.
Ji ber ku li Emerîka serok Obama pêwîste siyasetekî wisa bike da ku ew rizamendiya cuhuyan jî qayîl bike!
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ