Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
 
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
2011-03-21 22:55

Nivîs: Dr.Cuwan Heqi

Mimkina Nemimkinatiyê

Ez wisa hesab dikim ku:
Ger mirov ji nêzîk ve li vî ”bayê domino” ku jê re tê gotin ”Şoreşa Yasminê” binêre:
Diyar e piştî Tunus û Misrê, niha desthilatdariya Libyayê li ber ruxandinê ye.
Piştre dor digihe Yemenê.
Ew dê Bahrayn û Cezayîrê jî li ber xwe bibe.
Û ew dê rêya xwe li Urdinê jî bixe.
Ne dûr e ku ew heya qraliyeta Siudiyê jî sero-bino bike.
Ew ti caran desthilatdariya zordest ya Al-Başir yê Sudanê jî efû nake!
Lê ya ku ji bo kurdan gelek girîng e:
Bêgoman desthilatdariya Beşar Esed ya Sûriye,
Û ya AhmedîNejadê- ku hinek emerîkî jê re dibêjin ”mollakrasî”- ya Îranê jî digel e.
Elametên (îşaretên) ruxandina wan welatan jî li ber me ne.
Vaye van rojên dawiyê agir ketiye qapûtê baasiyên Sûrî.
Bi dîn û îman ew nema karin wî agirî vemirînin!
Ew agir dê herçend biçe xurttir û geştir bibe!

Û ez texmîniyên xwe berdewam bikim...

Ji ber ku di rewşa îroyîn de, di vê delavê de:
Texmînî dibin rastî.
Ew dibin realîteya pêşerojê.
Nemimkinî dibin mimkin!
Xeyal dibin heqîqet!
Heya Fantazî jî wek dewmast,
wisa dibin rastiya me.
Jixwe hêviyên me jî ev in.
Ji ber vê fenomena Şoreşên "bayê domîno":
Pêwîst e desthialtdariya Beşar Esed jî biruxe!
Û ya AhmedîNejad jî nikare xwe li ser desthilatdariyê ragire!
Ango ew herdu desthliatdariyên zilimkar dê biçin Fisebilillahê!
Ya rastî, dil dixwaze ew herdu desthilatdarî hema îro biruxin!
Lê diyar e ew dê bimînin dawiyê.
Ne xem e!
Miletên wan welatan xwe li rojê û li mehê girtine,
ew dikarin xwe li salê jî bigirin!
Lê belê ”Şoreşa Yasmînê” dê wan her du desthilatdariyan jî daqurîne.
Li gor dîtina min ev texmînên he realîst in.
Ji ber ku tiştên ku berî deh salan ne mimkin bûn,
Îro ew nemimkinatî bûne mimkinatî!

Hesab bikin:
Hun ji Rojhilata Navin bigirin,
heya Afganîstanê!
Dîktatorek tenê li ser hikûm namînin!
Her yek teslîmî fisebîlillahê dibin!

Lê gava wan hemû welatan xwe bi rengekî ji dîktarorên xwe xilas kirin,
wê demê dê çawa çêbe?
Ger em li aliyê dî bifikirin:
Gelo dê mirov çawa bikare wan welatan pişîti van şoreşan rêve bibe?
Gava heye pirraniya desthilatdariyên wan welatan:
Ji koalisyonan,
yan jî ji lihevkirinan werin pêkanîn.
Ev jî dê bi xwe re gelek nakokiyan,
û dijberiyan li wan welatan peyda bikin.
Wê ew carnan li hev bikin.
Carnan jî dê ew şerê hev bikin.
Û dikare li hinek welatan şerê navxweyî jî destpê bikin.
Bêgoman dê li hinek welatan jî aramî, aştî û destûbiratî jî hikûmdar bin.
Lê wê ti caran rêvebirina wan welatên Rojhilata Navîn ne mîna niha hêsa bin.
Niha her welatekî wan dîktatorek xwe heye.
Gotina wî dîktatorî mîna gotina Pêxember, yan jî ya Xwedê ye.
Ew bêje sor e,
Sor e.
Sibe ji wê sorê re bêje:
Reş e,
Divê milet jî bêje ”amenna, ew sor ne sor e, ew reş e!”
Lê sibe miletê ku ji bin bandora wan dîktatoran xilas bibin,
ew dê her kêlîkê xwe neguhorin!
Ew, heya sor, sor e, dê jê re bêjin: Sor.
Çi gava di heqîqeta xwe de ew sor bû reş, hinge milet jî jê re bêje reş.
Lê bêgoman ev yeke dê zehmetiyan jî bi xwe re bîne.
Li gor dîtina min, rêvebirina dîtinên cuda, demokrat û pirrdengî ji welatekî ku ji aliyê dîktatorekî ve rêve dibe, gelek zehmettir bin.
Her ji ber vê yekê, dê rêvebirina wan welatan gelek zehmettir bin.
Lê piştî demekê, dê ew şervaniya nelihevkirinê kêm bibin.
Ew dê cihê xwe ji rêya aqilane, demokrat û hevûdu tehemûlkirinê re bihêle.

Yekîtiya Welatên Rojhilata Navîn, YWRN

Li gor dîtina min, wê demê rêya aqilane ew e ku ew yekîtiyek xwe pêk bînin.
Wek nimûne: ”Yekîtiya Welatên Rojhilata Navîn”, YWRN.
Eynî mîna Yekîtiya Ewropayê.
Hê baştir, çima ne yekîtiyek mîna ya Emerîkayê be.
Modela Yekîtiya Emerîkayê bêhtir li gor rewşa welatên ereban tê.
Gava welatên ereban ji yek neteweyan pêk tên.
Zimanê wan yek e.
Kultur, urf, adet û hûnera wan hema bêje mîna hev in.
Û coxrafya wan jî digel hev e.
Lê bêgoman ev pirsa yekîtiyê pirsa miletên ereban bixwe ye.
Gava ew bibin yek, li gor baweriya min ew welat dê ber bi pêşdaçûyinek mezin ve herin.
Jixwe saya serê petrola wan, dê ew ne muhtacî welatên Ewropa, heya Emerîkayê jî bin.
Bi eksê wê:
Piştî çend salên ewil, dê welatên Ewropayê, heya Emerîka jî muhtacî vê Yekîtiyê bibin.
Baş e, cihê Kurdistanê, taybetî Kurdistana başûr di vir de dê çibe?
Ez xweş bawerim ew dikare bibe nimûneyek girîng û taybet ji bo avakirina wan welatan.
Hingê Kurdistana başûr dikare bikeve nava wê Yekîtiyê de jî.
Û ew bibe bingehek qayîm yê vê Yekîtiyê.

Bifikirin:
Desthilatdariyên welatên ereban:
Yek li pey yekî diruxin.
Li şûna wan, desthilatdariyên demokrat tên ser hikûm.
Destlêwerdan, fitne û terora rejîma ”Mollakrasî”ya Îranê li vê dinyayê namînin!
Li Îranê, desthilatdariyek demokrat tê ser hikûm.
Ji vê jî, kurdên Rojhilatê Kurdistanê heya radeyeke mezin digihin armancên xwe yên neteweyî.
Rejîma Baas ya Beşar Esed, xwe li ber bayê azadiya Şoreşa Yasmînê nikare bigire.
Ew dê zû biruxe!
Kurd li wir dibin şirîkê desthilatdariyê.
Li gor dîtina min, ruxandina rejîma baas ya Sûrî di vê herêmê de ya herî girîng e.
Ji ber ku ruxandina wê, dê siyaseta hawirdora xwe sero-bino bike!
Gava em hesab bikin ku:
Rejîma Baas digel Hizbullaha xwe li vê herêmê winda dibin!

Eve yek.

Binxet û Serxeta rojava û bakurê Kurdistanê namînin.

Û ji vê jî, rola rojavayê Kurdistanê dikeve pêş.

Êdî mihaneyên Tirkiyeyê dijî mafên neteweyî yên kurdan jî dê ti qîmetên xwe nebin!

Li gor baweriya min, rola Tirkiye li Rojhilata Navîn de di vê dinya nûjen de kêm dibe.

Eve dudu.
Ev noqteyek pirr girîng e.

Gava li hawirdorê Tirkiyeyê kurd dibin xwediyê desthilatdariyan.
Kurd li Sûriyeyê û li Îranê raste-rast dibin şirîkê hikûm!
Bê daxwaza wan, ti desthilatdarî li wan welatan nikarin gavekê bavêjin!
Madem em difikirin ku ev ”bayê domîno” dê wan welatan jî dide ber xwe,
Nexwe, nemimkin e ku kurd jî li wan welatan nebin şirîkê desthilatdariyan.

Ev noqteya sêyêmîn, ya girîngtirîn e!

Her ji ber van sedeman, Tirkiye êdî nekare bêje:
”Li Rojhilata Navîn bes em tenê nimûneya welatekî demokrat in!”
Ji ber ku gelek welatên ereban dê bi demokrasî û pêşketina xwe ji Tirkiyeyê biborin.
Tirkiye dê bi şûn wan de bimîne.
Wê demê Tirkiye mecbûr e xwe biguhore!
Da ku ew jî bikeve nava wê rêza welatên nûjen yên Rojhilata navîn de:
Divê ew bi awayekî dirist, aqilane û birastî pirsgirêka bakurê Kurdistanê çareser bike.
Bi kurt kurmanciya wê:
Qebûlkirina federasyoneke heqîqî, rastteqîn digel kurdên bakurê Kurdistanê ye.
Û Tirkiye wê demê mecbûr e vê gavê bavêje!
Ji ber ku li hawirdorê wê digel başûrê Kurdistanê, wê demê Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî digihin mafên xwe yên neteweyî.
Bi dîn û îman ev ne xeyal in!
Ne jî fantazîne.
Ev realîteya dinya me ya hemdem e.
Ew dinya ku mîna hespek kihêl li bayê bezê, bi çargavî ber bi kurdan ve jî tê.
Kurd nikarin xwe ji ber vê realîteyê bidin aliyekî.
Divê kurd jî ji wê dinyayê re amade bin.
Da ku ew jî wê dinya nû ya pîroz hembêz bikin.
Ji ber ku:
Ew dinya nûdihêt pêwîst e ji ya niha bi sedên caran xweştir be!
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ