Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Çar Kurdistan
 
Çar Kurdistan
2011-01-03 13:11

Ez baş bawer dikim ku:

Dîtinên me kurdan li ser serxwebûna Kurdistanê ne mîna berî 40-50 salan in.

Wê demê, gelek ji me pêbawer bûn ku:

”Divêt Kurdistaneke serbixwe, yekbûyî” saz bibe.

Lê niha, gelek ji me dev ji wê ”pêdiviyê” berdane!

Û gihane wê qenaetê ku:

Sazkirina Kurdistaneke serbixwe, yekbûyî, di şert û mercên dinyaya me ya îro de hema bêje ne mimkin e!

Ji ber ku taybetmendiya herî girîng ya dema îro ew e ku ji bo çareserkirina pirsên nav miletan û neteweyan de, demê şerê çekdarî cihê xwe hin bi hin ji rêya diyalogê re hêliştiye.

Û herwisa, taybetmendiyeka girîng bo me kurdan jî, ew e ku başûrê Kurdistanê ta dereceyekê bûye serbixwe.

Ew îro mîna dewleteke serbixwe kar dike.

Gelo çi ferqa başûrê Kurdistanê û her dewleteke serbixwe heye?

Ew dewlet bila çi li Ewropayê be, çi li Emerîkayê, yan jî li devereka dî ya dinê be.

Li gor dîtina min, ger mirov li gor saziyên ku dewletekê pê rêve dibin binêre, ti ferq nîne.

Hemu saziyên rêvebirina dewleteke serbixwe li başûrê Kurdistanê hene.

Nexwe dor digihe wan beşên dî yên Kurdistanê.

Lê gelo em ji bo wan beşên dî divêt çi bikin?

Gava demê şerê çekdarî derbas bûye.

Dinya me ne dinya berî 50 salan e.

Û em bi awayê siyasî jî li wan beşên dî yên Kurdistanê gelek lawaz in.

Diyar e, divê em kumê xwe danin ber xwe û hinekê mihakemeya xwe ji nû ve bikin:

Gelo azadkirina beşên dî yên Kurdistanê dê çawa çêbe?

Ez gihame wê qenaetê ku îro ne hewce ye em li pey Kurdistaneke ”mezin” bikevin.

Li gor qenaeta min dikare li şuna Kurdistanekê, çar Kurdistan çêbin.

Çima na?

Binêrin 24 welatên ereban hene.

Zimanê wan yek e.

Ol, kultur, tebîet, urf û adet; heya xwezaya wan jî yek e.

Lê dîsa jî ew ne yek dewlet in.

Ew bîstûçar dewlet in.

Herwisa, welatên Latîn Emerîkayê.

Yên îskandinavyayî, wek Swêd, Norwec, Danîmarka, Islanda.

Û gelek ji welatên Sovyeta kevin jî bi rengekî mirov û “pismamê” hev in.

Dîn, ziman, kultur, urf û adetên wan bi rengekî yek in.

Piraniyan wan welatan jî bi rengekî cîranên hev in.

Û gelek nimûneyên wisa li deverên dî yên vê dinyaya me hene.

Lê her yek ji wan dewleteka serbixwe ye.

Hinek dost û destûbirayê hev in.

Di nava hinekan de hevkarî, hevgirtin, yekîtî heye.

Û di nava hinekan de heya dijminatî jî heye.

Lê belê her yek dewletek serbixwe ye.

Ji ber vê yekê, em çima barê xwe giran dikin û gelek kar didin ber “dasa” xwe.

Em hêza xwe li azadkirina Kurdistaneke yekbûyî didin!

Ko em bixwe jî dizanin ev yek ji taqeta me dûr e!

Li gor dîtina min, divê kurdên li her beşeka Kurdistanê ji bo rengek dewletbûnê – bila ew federasyon be, hikmê otonomî be, bila çi bibe, bibe – wisa jê re xebatê bike.

Bila çar Kurdistan çêbin.

Hele bila ew bi rengekî azad bibin.

Piştre ew dikarin di nava xwe de yekîtiyan, hevkariyan çêkin.

Yan jî çênekin.

Ev pirsa wê demê ye.

Feydeyên vê yekê jî dê gelek bin, wek:

Dê hêzên her beşekî Kurdistanê bal û hêza xwe berde ser xebata beşa xwe bixwe.

Ji vê jî, dê nakokiyên di navbera hêzên beşên Kurdistanê de kêmtir bibin.

Û dê ”ne hewce be” ku mirov qelsbûna siyaseta xwe bêxe stoyê rêvebirên beşên dî yên Kurdistanê.

Mirov dê li çareserkirina wê qelsbûna xwe bigere.

Û jê re çareseriyan peyda jî bike.

Herweha, dê hêzên beşên Kurdistanê yên ku hê azad nebûne ne hêviya bo nimûne alîkariya başûrê Kurdistanê bin!

Û dê ew dest ji şikayetên xwe ji “birayên xwe yên başûr” berdin!

Ew dê bêhtir bala xwe berdin ser xebata xwe ya beşê xwe bixwe.

Ger em li ser bakurê Kurdistanê bejin:

Kurdên bakur dikarin hemû hêza xwe ji bo bidestxistina federasyonekê bi dewleta Tirkiyeyê re bi kar bînin.

Ev jî, dê rêya sazkirina dewleteka Kurdistanî li bakur veke.

Min gelek pê xweş e ko:

Ji bo Rojhilatê Kurdistanê, ew bi rengekî bi dewleta Îranê re, digel hemû kêmneteweyan bibe federal.

Û herwisa, Rojavayê Kurdistanê jî bibe dewleteke serbixwe. Yan jî ew bi dewleta Sûrî re, li ser esasê federalîzma dilxwaz, wekheviyê, bibe federal.

Li gor dîtina min êdî dem hatiye ku em vê heqîqetê qebûl bikin:

Ku li şûna Kurdistaneke yekbûyî dikare çar Kurdistan çêbin.

Wek çawa ku Kurdistana başûr federal e.

Wisa jî bila xebat ji bo Kurdistana federal ya bakur, ya rojhilat û ji bo ya rojava were kirin.

Û bila sinorên wan jî eşkere bin.

Hîç xem nîne.

Ez baş bawer dikim bi vî awayî dê her beşê Kurdistanê zûtir ji bin destan derkeve, bigihî azadiya xwe.

Hele bila ew rengekî dewletbûnê wergirin.

Ya girîng jixwe ev e.

(nefel-mediakurd)
mediakurd@gmail.com
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ