Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
 
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
2009-12-12 00:22
Dr.Cuwan Heqi
info@mediakurd.com
Li ser girtina DTP-ê vê nivîsa xwe bêşirove carekî dî diweşînim.

(Ev nivîs 30/7 2007-an de cara yekem, heman demê de di serwext.com û Nefel.com de derketiye)

Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de, partiya DTP-ê jî, bi rêya namzetên xwe yên xebero ”serbixwe” kete meclisa tirkan. Ew namzetên ”serbixwe” bi rêya komandayê (dûrragêrê) bi îşareta Abdullah Ocalanî hatibûn destnîşan kirin.
Li ser ketina DTP-ê bo meclisa tirkan gelek guftûgo tên kirin:
Hinek difikirin: DTP dê di meclisa kemalîstan de bo kurdan bikare karên baş bike.
Hinekên dî: ”Mixabin” DTP-ê kêm deng wergirt. Lê dîsa jî baş e, wan grubek xwe di meclisê de pêk anî!”
Yên hê tûjtir: ”DTP dibe partiyek ya kilîtê di meclisê de. Ew dê meclisa tirkan serobino bikin, bê alîkariya wan meclis wê bixetime!”
Hinekên dî serê xwe ser kesayetiya wan miletwekîliyan diêşînin: ”Filan miletwekîlî ne gelek apocî ye!”
Û ew dibêjin: ”Miletwekîlî filankes ji bêhvankes bêhtir xwedî îrade ye, ew serê xwe ji tu kesî re natewîne; hele bisekine!”
Û hinek, filnakes, bêhvankes û sêwankes ji xwe re dibêjin, difikirin û qal dikin...
Hinek ji keyfan hêza xwe şanî derdora xwe dikin.
Didanên xwe diçirikînin.
Sonda hinekan dixwin.
Tehdîdan li kesinan dikin.
Teq-teqa guleyên dermanceyên wan e!
Û hinek ji xwe re diqehirin, dibin av û di erdê de diçin xwar.
Ew ji kêmbûna dengên DTP-ê ne memnûn in.
Xew naçe çavê wan.
Mixabina hinekên dî ne.
Ecêbmayî, matmayî, şaşmayî, xwarmayî, rastûxwehromayî jî ji xwe re vê meseleya DTP-ê şirove dikin.
Û li aliyê dî jî, yên serê çiyê, simbêlê xwe ba didin û dibêjin: ”Me rojeva kurdên ”kurdperest” sero-bino kir. Û me mala siyaseta kurdperweran xirab kir. Me DTP-ya xwe êxiste meclisê…”
Û ew emir didin wan miletwekîliyan: ”Nabe hun nefesa xwe jî bê me bikişînin! Lê hene hun dizanin! Heta emrekî dî li benda me bin!”
Miletwekîlî jî li benda emrê duyê ne…
Ew muhtac, minnetdar, şûkurdar, girêdayî û deyndarê kesên serê çiyan in. Ew dizanin ko wan bi hêza xwe nedikarî bibin miletwekîlî.
Kî Tugluka heyrana Atatûrk, Akin Birdalê tirk dinase? Akin Bîrdal li kû dê û Diyarbekira Kurdistanê li kû dê. Tu tiştê wan bi hevûdu ve girê bide nine!
Lê yên serê çiyan ew bi zorê kirin miletwekîliyê Diyarbekirê.
Azadi, îrade, hebûn, kesayetî, dîtin, fikir, raman, dîn û îman; hemû hebûna wan miletwekîliyan di destê wan kesên li serê çiyan de ye.
Lê yên li serê çiyan jî ne di destê xwe de ne.
Dîn û îman, kitêb û mishef, azadî, îrade, kesayetî, dîtin û ramanên wan jî bindestê gotinên herdu lêvên Abdullah Ocalanî ne...
Ew bibêje bimirin- divê ew di cih de bimirin!
”Serok” bibêje sax bin- ew mecbûr in sax bin!
Û vêca DTP ketiye meclisa tirkan, yanî çi?
Ger îradeya kesên ko hebûna DTP-ê tînin wicûdê wisa bindest be;
Ger ew kes wisa girêdayî, deyndar û şukurdarê ”Serokê” xwe bin;
Ger ew ne xwedî dîtin, bawerî û îradeya xwe bin,
DTP ketiye meclisê çi ye, neketiye meclisê çi ye?
Ew nikare bibe kilît-milît û ji xwe tu qîmet dê jê re nebe.
Ji ber ko mijara miletwekîliyên DTP-ê diyar e:
Ew dê li gor emrên Abdullah Ocalanî gavên xwe bavêjin:
Divê ew qala kurdayetiyê, mafên miletê bakurê Kurdistanê nekin! Lê hene wê ew ”cudabûnê” bixwazin.
Nabe ew behsa hebûna de fakto-ya Kurdistana azad bikin.
Çênabe ser rojavayê Kurdistanê biaxivin.
Li wir ew digel pasdarên wê rejîmê hespên xwe didin cidîdê.
Jixwe binxet ne di hesab û kitabên wan de ye.
Ew nikarin qala raperîna Qamişlo, Efrînê, Dêrikê bikin.
Miletê kurd li wir di bin zilma baasiyan de dinale, ne xema wan e.
Divê ew kursiyê meclisa tirkan bes ji bo propagandeya Abdullah Ocalanî bi kar bînin û hew!
Abdullah Ocalan dê hertim îradeya wan miletwekîliyan tayîn bike.
Û ez li wan miletwekîliyan ne wekî kesayetiyên xudanîrade dinêrim.
Li wan wekî komekê, grubekê dinêrim.
Şivanê wê komê, ango DTP-ê, Abdullah Ocalan e.
Ew berê wê komê bide kû dê, dê ew kom berê xwe bide wê derê.
Abdullah Ocalan qibleta wan miletwekîliyan destnîşan dike.
Ew dikare îro berê wan bi dêrê ve bike.
Û sibe berê wan bide mizgeftê yan jî qebra Atatûrkî, Anitkabirê.
Miletwekîlî dê berê xwe bi wê qibleta Abdullah Ocalanî ve bikin.
Ew dê li ser daxwaza Abdullah Ocalanî propagandeya kemalîzmê bikin.
Kar û xebata wan bes dê ew be.
Dervayî vê, Abdullah Ocalan dê guhê wan bikişîne.
Divê em kurd vê mekanîzmayê binasin.
Stalîn, Polpot, baasî, kemalîst, saddamîst û îslamofaşîstan wisa kirine û dikin.
Û niha Abdullah Ocalan dê wisa bi DTP-ê bike.
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ