Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Reşbîn e, sedem partî ne
 
Reşbîn e, sedem partî ne
2012-07-27 02:24


Qado Şêrîn

Me berê jî gelek caran nivîsandibû; ‘’Li şûna hestên netewî, hestên partî û serokan hatiye çandin’’. Ji ber wê kurd nikarin mafê xwe bistînin.

Ji sala 1957an ve xirecirê destpêkiriye, em li ser dilxweşkirinê dijîn û pirsgirêkên navxweyî çareser nabin. Ji wê wextê ve, ji destpêka salên şêstî ve em kurdên rojava bi xirecir û sergêjiyê re dijîn, bi pirsgirêkên navxweyî ve mijûlim, gelekan wek min ew derd û xem jimartine û gelek caran mirin di ser jiyana bê keramet re girtine.

Ji sala 1957an ve, tevgera kurdî bi hemû partiyan ve nikarîbû xwe wek nûnera gelê kurd diyar bike, her wisa nikarîbû di asta xebatê de be, tim û tim bi paş ve çû ye, tim bi pirsgirêkên navxweyî mijûl bûye û qûça dijminê sereke ji ber lawaziyê nehatiye rakirin.

Di van rojên zirav û teng de, ne tenê tevger, belê gelê kurd li rojava di qonaxeke hesas de derbas dibe, eger tevgera siyasî ne di asta şoreş û wexta veguhestinan de be, ewê bi rûxandina rêjîmê re birûxe.
Rojane gelê kurd bi tepan bi serê xwe dikeve û dibêje: qedera me ye ew tevgera lawaz nûnertiya me dike.

Li şûna dezgehên xwe ava bike, rêberiya herêma xwe bike, herêma xwe biparêze, mixabin li dûv berjewendiyên xwe yên partayetî diçin. Li gel ku dixwazim peymana Hewlêrê pêkbê, lê dizanim ku peyman ne di navbera bira û bira de tê danîn, ne di navbera qaşo zikêşên wî miletî de imze dibe. Eger baş bana peyman negerek bû. Lê dîsa jî li ser pelikan imze kirin ma ku li ser xakê jî imze bikin.

Rojane bi dehên caran diyar dibe ku partiyên me ne ji bo berjewendiya gelê kurd, belê ji bo ecindeyên derve û partayetiyê dikin, ji ber wê dîsa dibêjim, eger rêjîm rûxiya ewê jî birûxin û wê dîrok lanetê li wan bibarîne.
Partiya ne di asta xebatê de be, ya nikaribe xwedî li miletê xwe derkeve, bila ji meydanê vekişe.

Eger wisa berdewam bike emê bibin pêkenok, eger em nebûbin, û bi serkeftina şoreşê re emê tiştekî bi destnexînin, belê emê hîn jî bi pirsgirêkên navxweyî mijûl bibin. Lê ku kurd di Sûriya nû de ne hêzek bin wek ku ana bi sedema parçebûn û pirsgirêkên navxweyî ne hêzek in, bila gazinan ji hevrika ereb a nijadperest nekin. Hêza we hebe hûnê mafan bistînin.

Çi wexta hevparên me yên ereb gihan wê baweriyê ku kurd hêzek bê hempa ne, û pirsgirêkek mezin in di Sûrya nû de, ewê mecbûr bimînin wê pirsgirêkê çareser bikin, lê ku kurd wisa lawaz û ji hev ketî man, bila xewnên gulgulî nebînin.

Mixabin ku ez wek kurd gelekî reşbînim, dizanim rêjîm dirûxe, lê tirsa min ji wê tirsê ku kêf û şahiya me kurdan bi rûxandina rêjîmê re bişkê û li ser xaka xwe bibin penaber.

Li dawî, eger hûn vê derfeta dîrokî ji dest berdin û kurd negihên mafên xwe, êdî nema mêşa gû jî li ser we datîne.

26ê tîrmehê 2012
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara