Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Bang ji bo malperên kurdî
 
Bang ji bo malperên kurdî
2011-05-31 01:00

Qado Şêrîn

Roja 25ê gulanê, Tevgera Ciwanên serhildana kurd daxwiyaniyek ragihand, ji daxwiyaniyê diyar bû ku hinan navê wan bi şêweyekî kevneperestiyane bikaraniye û êrîşî tevgera siyasî ya kurdî kirine. Di dûv re Tevgera Ciwanên Serhildanê di daxwiyaniya xwe de dinivîsin ku; li gel ku ew û Tevgera Siyasî ya kurd di gelek xaleyan de ne li gel hev in, lê em wê daxwiyaniyê derwîn derdixînin û ne me belav kiriye.

Ji ber wê ji xwedî û sernivîserên malperan re dibêjim: ne her cil li ser têla mirov tê raxistin.

Di van rojan de, gelek nivîs, daxwiyanî û bêbextiyên wisa belav dibin. Bila her kes şiyar û agahdar be..

Di demên zirav û teng de kesên baş û zikêş pêl li berjewendiyên kesane û partiyane dikin, daku berjewendiyên gel ên giştî bi ser kevin.

Berî hezarên salan, mirov li hember êrîşên lawirên hov nêzîkî hev dibûn û bi dilekî mêrane dijiyan, daku bikaribin bijîn û biserkevin. Her wisa dema êrîş û metirsî diçû ber deriyê êlan, gelek êl li dijî wan êrîş û metirsiyan dibûn yek, daku xwe biparêzin û biserkevin. Îca di qonaxa guhertin û şoreşan de, ji me kurdan wek berpirsyariyeke dîrokî tê xwestin ku em nêzîkî hev bibin û dijîtiya hev nekin. Mafê xwe bi mêranî bixwazin an nebêjin em doza mafê gelê xwe dikin.

Bi gumana min heçê bi wan lîstikên kevneperestî radibe, rola rêjîmê dilîze, bê ku bi xwe hişyar û agahdar be. ‘’Giya dibin keviran de namîne’’ û dê rojekê eşkere bibin û wek xayîn bên cezakirin, bi taybetî eger hat û şoreşa Sûriyê bi ser ket.

Di vê dema zirav û teng de, ji me hemiyan tê xwestin ku em berjewendiyên gelê xwe biparêzin û li dijî hev dernekevin. Heçê ji bo kesê xwe, çi jî ji bo berjewendiyên partiya xwe yekîtî û rêza kurdan têk bibe, yan jî bi tenha xwe serê karwan bajo, yan jî guman bike ku ew bi tenha xwe dikare mafê gelê kurd bistîne û xwediyê pirsgirêka kurd e, ew pirojeyên rêjîmê pêk tînin û bi şêweyekî ji şêweyan bi rola muxaberatên rêjîmê radibin.

Li dawî,

Bang û hêviya me ji medya kurdî, bi taybetî malperên Internetî, bila şiyar û agahdar bin, bila her tişî belav nekin, ne her nûçe, ne her gotar, û ne her daxwiyanî belav dibe. Pêşî bixwînin, binçav û lêkolîn bikin, jêderan nas bikin, û di dûv re binirxînin, eger di berjewendiya gelê me de be hûn dikarin biweşînin. Çîmkî hûn roleke dîrokî dilîzin, û ji bo ku hûn nebin hevparê dijmin û xayînên ku dixwazin şoreşa ciwanên we têk bibin agahdar û şiyar bin, her tiştî belav nekin, ne her nivîs û daxwiyaniya giha we dikare baş û di berjewendiya gelê me de be.

Û hûn sax bin boyî piştgiriya gelê me…

30ê gulanê 2011
Qado Şêrîn
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara