Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Partîno me biparêzin
 
Partîno me biparêzin
2012-02-19 12:56

Qado şêrîn


Ji her rojê bêtir, van rojan em hewcedarî yekîtiya we ne, ey partiyên dema şoreşê. Ji 1957an ve em wek îro hewcedarî we nebûne, me ji şebîhe û şerê navxweyî û diz û keleşan biparêzin, eger hûn vê yekê nekin, nebêjin em nûnertiya gelê kurd dikin.

Dîsa em yekîtiya rêxistinî naxwazin, çimkî em zanin hûn wê nakin, belê di bin sîwana kurdayetiyê de gotar û helwesta xwe bi yek in, daku hûn bikaribin mafê gelê xwe bistînin.

Nimûneya başûrê Kurdistanê di sala 2003an de hîna li ber çavan e, dema rêjîma Sedam Husên rûxiya partiyan gelê kurd parastin û mafê kurdan jî standin, û ana li ser riya avakirina dewleta kurdî ne. ji we jî eynî rolê tê xwestin ey partiyên rojava.

Gelo sî û yek partiyên ku mîna Paramisyom ji hev û li dijî hev veqetiyane, dikarin di bin sîwanekê de bicivin?.

Agahdar bin partîno, rojên giran û dijwar hîna bi ser me de tên, ana jî rewşa me kurdan bi taybetî û ya Sûriyê bi giştî ne aram e, jixwe ku hat û rêjîm rûxiya dê ewlekarî têkbiçe û nemîne, êdî hûn gelî partî û rêxistinên me yên siyasî, di ber parastina me de berpirsyarin. Eger hûn nikaribin bi vê rola xwe ya dîrokî rabin nebêjin em nûnertiya we dikin.

Bila di bîr û bala we debe ku hûn di ber hemû pirsgirêkên herêma kurdî de berpirsyar in. Jixwe di derbarê şehîdketina Mişel Temo, malbata Bedro, êrîşa li ser Nesredîn Berhik û hemû êrîşên din de, dê pirs ji we bên kirin.

Eger hûn helwest û gotara xwe li ser xakê nekin yek, hûnê mafê me nestînin û me neparêzin. Dê dîrok lanetê li we bibarîne. Û bi rûxandina rêjîmê re hûnê jî birûxin.

…….
Navên 31 partiyên berpirsyar di ber maf û parastina me de:
1- Partiya demuqratî kurdî li Sûriyê(Alpartî)(1)-Hekîm Beşar
2- Partiya demuqratî kurdî li Sûriyê(Alpartî)(2)-Nesredîn Ibrahîm
3- Partiya demuqratî kurdî li Sûriyê(Alpartî)(3)-Ebdilrehman Alûcî.
4- Partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê- Ismaîl Hemê
5- Partiya Yekîtiya Demuqrat a kurd li Sûriyê(Yekîtî). Mihyedîn Şêx Alî
6- Partiya Yekîtiya Kurdistanî- Ebdilbasit Hemo
7- Partiya Yekîtiya Demuqratîk(PYD)-Salih Mislim.
8- Partiya çep a kurd li Sûriyê-Mihemed Mûsa Mihemed
9- Partiya azadî(1) ya kurd li Sûriyê-beşê Mistefa Oso
10- Partiya azadî(2) ya kurd li Sûriyê-beşê Mistefa Cumha.
11- Partiya Dîmuqratî pêşverû a kurd li Sûriyê-Hemîd Derwîş
12- Partiya Niştimanî demuqratî kurd li Sûriyê-Tahir Sfûk
13- Partiya wekheviya demuqratî ya kurd li Sûriyê-Ezîz Dawê-
14- Partiya demuqratî kurdî Sûrî-Cemal Şêx Baqî.
15- Partiya Rêkeftin a kurd(1).
16- Partiya Rêkeftin a kurd(2).
17- Şepêla pêşeroj a kurd li Sûriyê
18- Partiya hevgirtina Gel a kurd
19- Hevgirtina Lîberalên Kurdistanî.
20- Partiya Niştimanî ya demuqrata Kurdistanî
21-Tevgera reforma partiya pêşverû ya demuqrat-Fêsel Yûsiv.
22- Komelgeya niştimanî demuqrat a yekbûyî.
23- koma niştimaniyên demuqrat a kurd
24- Encûmena Niştimanî Kurdistanî-Şêrgo Ebas.
25-Azadên Kurdistan
26- Tevgera guhertin û dadmendiyê.
27- partiya Demuqrat a Kurdistanî-Sûriya.
28- Partiya Pêşeng a demuqrata Kurdistanî.
29-koma demuqratî Kurdistanî.
30- Partiya civaka Demuqratî kurdî li Sûriyê.
31-Kongira Niştimaniya Kurdistanî.

16/02/2012
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara