Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Mixabin rewşa me ev e!
 
Mixabin rewşa me ev e!
2012-03-31 10:39


Qado Şêrîn

Bi gumana min kurd xeleka herî lawaz in di şoreşa Sûriyê de, ji ber wê mafên wan di kongira Istanbolê de nehat çesipandin, belê hatin îhanet û piştguhkirin. Li beramberî wê kiryara kirêt, bila kurd şiyar û agahdar bin ku ji yekîtiya wan, ji yekkirina helwest û gotara wan tiştekî din tune ku mafên xwe bi destxînin.

Bi gumana min, cihê kongirê ku Tirkiye bû, ne ew bû egera tunekirina mafên kurdan, belê kesên ku pirojeya Sûriya nû ya piştî Beşar amade kiribûn, ew bûn sedema sereke. li gel ku Tirkan ji tiştekî bêrî nakim û dizanim ku mafên çirçirkên kurdan jî tune dikin. Ji aliyekî din ve, bi gumana min vekişandin çareseriya herî hesan bû, gerek çareseriya dawî ba. Vekişandina kurdan tazîkirina hişmendiya kurdî bû. Gerek kurd ji wê astê bilindtir bana. Lê piştî vekişandinê û girtina deriyan, gelek kurdên mîna min dipirsin: û di dûv re, ka hûnê çi bikin?.

Mixabin ta ana kurd bi giştî, partî, hevrêzên xortan, serbixwe û rewşenbîr di bin sîwana parastina berjewendiyên kurdan de ne civiyane. Ew erkek netewî û dîrokî ye, heçê karibe û neke bila xwe ji lêpirsîna dîrokî re amade bike yan jî bila ji meydanê vekişe û cihê xwe azad bike.

Eger hat û rêjîma li ber rûxandinê gavek ber bi mafên kurdan ve avêt û got: fermo ji we re mafên we, li gel ku naxwazim rêjîm wê yekê bike û ne jî bawer dikim bike jî, lê bi gumana min ku hat û bû, wê rêjîm bikaribe durûtiya xwe li ser hin kurdan bimeşîne, wê wextê wê hin kurd bêjin: binêrin rêjîm ji me kurdan re ji hevrika Istanbolê baştir e.

Yên ku tawanbariyan ber bi Dr. Abdilbasit Seyda ve dajon jî şaş in, çimkî ew di Encûmena Niştimanî ya Sûrî de ne nûnerê miletê kurd e, çimkî ne kurdan çi bi hilbijartin çi jî ji aliyê partî û hevrêzan ve nehatiye danîn, êdî bila kesek zêdeyî karînên wî tiştekî din jê nexwaze û gazinan nehûnin.
Mixabin biryar û helwesta partiyên me jî ne serbixwe û ne jî ji ba wan e, ya ku ji qendîlê û ya ku ji başûr digre, ev yek bandora xwe yekser li ser rewşa kurdan û asta wan di şoreş û axaftina bi hevrikê re, dike. Bi gumana min ev sedema sereke ye ku civandina wan di bin sîwanekê de zor be, qedera me jî ketiye destên wan ên ku berjewendiyên xwe bi me û pêşeroja me nadin.

Berê me gelek caran nivîsandiye; bila tecrubeya başûrê Kurdistanê piştî rûxandina rêjîma Sedam û bidestxistina mafan li bîra we be. Her wisa bizanibin ku ‘’erebên piştî şoreşê, dê ne bi gelekî ji erebên berî şoreşê(Beşar û şila wî..) baştir bin. Êdî şiyar û agahdar bin.

30.03.2012
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara