Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
 
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
2010-11-06 12:18

Qado Şêrîn

Çi cudahî di navbera lawirên hov (Teba) û terorîstan de heye?, di dema ku her du zarok, jin, kal û mirovên bêgunehan dikujin.

Di du sê salên dawî de, di dema dawî de dunya hemû bûye bendek li dujî Terorîzmê, terorîst jî ji kaniya welatên misulman der dibin, lê ne hemû misulman teroristin, bi taybetî ji welatên ereb, di dema ko gerek ev hevalbendî ji zû ve biba. Hevbendiyek cîhanî li dujî Terorîzmê ava dibe, da wê ji qurm de rakin, lê helbet ev yek dê zor be, çimkî terorîst û rêxistinên Terorîzmî pir bûne û şax û paxên xwe li gelek deveran belav û berdane, ji nexweşiya penceşêrê dijwartire û hemû welat û miletên dunyayê dê jê binalin, dê derd û êşan bibînin û bikşînin.

Lê ma gelo Terorîzmî çiye û ji ku derket, ji ku derbû û li ku heye. ?
Wek ji her kesî re diyare dunya hemû ber bi demuqratî û mafê mirovan ve diçe, ji bilî welatên Ereb û Misulmanan, tenê ew welat li şûna xwe dimînin û pêşketin di vî warî de bi wan re çênabe. Rêjîmên dîktator tucarî milet û welatan ber bi demuqratî û mafên mirovan ve najon, çimkî ew rêjîm ne bi awayekî rast û dirust li ser serê milet û welat rûniştine, ew jî fêrî demuqratiyetê nebûne, tu felsefe jî ji wan re nîne, çavên wan bar nabe rewşa miletê xwe xweş û baştir bikin, hemû bi awayên leşkerî û diktatorî dibin serok û xwe bi awayên diktatorî diparêzin. Li welatên misulmanan û bi taybetî li welatên Ereban çi serok û rêjîm bi awayekî demuqratî nehatiye ser serê welat ?.û ji bo xwe biparêzin di dîroka xwe de rê nedane partî û tevgerên pêşverû û demuqrat, belê ew tune kirine, bi hemû awayên hovitî û ne mirovane. Li welatên misulmanan tevgerên pêşverû qedexene, lê ku peyda bibin jî bi lez û bez di zindanan de tune û nebedî dibin. Da van kesan ango kes û partiyên pêşverû dan ser rêyeke dî, rêya berevajî demuqratî û pêşverûyê, dan ser rêya misulmantiyê, di baweriya wan de rêjîmên Ereb û misulman nikarin wan qedexe bikin, di destpêka xwe de kirin ku şerê rêjîmên xwe bikin wek li Sûryê û Mesrê û Cezaîrê çêbû lê dîsa hatin nebedîkirin. Di dema ku pêşverûbûn van partî û tevgeran bi rêjîmên welatên xwe nikarîbûn, bûn tevgerên misulman jî dîsa bi wan rêjîmên diktator nikarîbûn, da bûn Terorîzim. Di baweriya wan de ku di rêya Terorîzmê de dikarin hinek ji hêviyên xwe pêk bînin, lê dîsa nikarîbûn li dujî rêjîmên welatê xwe şer bikirina da şerê xwe ajotin ber bi Emerîka û Europa de.

Helbet li welatên Ereban azadî û demuqratî nîne, mafê mirovan nîne, da gelek kes dibin Terorîst, yê ko ne topek li ber teqandinê be jî, bi nerîn, bîr û boçûnên xwe dibe terorîst û netew û civakên din tune dikin, teroristî ne tenê bi kuştinê dibe û birêve dire, belê bi şêweyin din jî dibe û bi rêve diçe.

Ku Emerîka û hevbendiya cîhanî bixwazin Terorîzim tune bibe û ji kok ve rabe bila hemû serokên ereban hilînin û kesin demuqratî li şûna wan deynin da ji milet û welatên xwe re başbin, ma gelo Terorîstê wek Sedam Husên li ku hebûne, ma gelo rêjîm wek ya Sûryê viroker û zalim li ku heye, di dema ku Israîl tawanbar dike bi zulma li Felestîniyan dike ew zulmê li Kurdan dike, kesên wisa ne hêjane di vê dunyaya xweş û şêrîn de bijîn. Ew serok û rêjîmên Ereb di çavên Emerîka û hemû dunyayê de rêjîmin ne rast û dirustin ji ber vê yekê kesek wan xurt û mezin nabîne, tu welat û bi taybetî Emerîka qedrê wan nagre, kesek ji wan natirse ji bilî miletên wan. Rêjîmên Ereb wek bavê ku zulmê li kufletê xwe bike, da çawa bahweriya miletên cîhanê dê bi wan bê û ji ber vê yekê dibin jêdera Terorîzmê. Ereb û misulman tinazên xwe bi demqratiyetê dikin, di dema ku kesek ne ji dûr ne ji nêzîk nikare nêzîkî serokên wan bibe, mirovek dibêje: „Li Emerîka demuqratiyet heye çimkî her kes dikare di xwenîşêdanan de sixêfan bike serok”, yê Ereb lê divedgerîne û dibêje: li gel me Ereban jî demuqratî heye çimkî herkes dikare sixêfan bike serokê Emerîka bê ku bête girtin.

Pêşektin li welatên ereban wek meşa Reqê ber bi pêşerojê ve diçe.

Li welatên misulmanan ol û Dewlet ji hevûdu ne cudane, wek li Europa bû, lê dîsa misulman hêvî û daxwazên xwe di hikûmeta xwe ya misulmande nabînin da herdu alî li dujî hev dibin Terorîst, naxwe çima dizî, zina, bertîlxur, kujtin, zulm, bêbextî, ne mirovantî, derew, malxurî, ne dadmendî, telaqreşî, hevûdu tunekirin…li welatên misulmanan û bi taybetî li welatên Ereban hene li gel ku li gor ola misulmantî ewqas tişt qedexe ne. ji ber ku mirovê misulman û bi taybetî mirovê ereb ji her tuştî bê par in û jiyana wan di welatê wan de mîna ya koleyaye, ne xweşe, jahr û ziqûm e, ji ber ku hikûmet jiyana miletê xwe xweş nake da dibin dujminê ol û welatê xwe, dibin dujminê her tuştî, di dema bi hikûmetê nikarin bi ola xwe dikarin, bi dîwaran re şer dikin, lê nayê ji bîr kirin ku ola misulman di destpêka xwe de bi van xerabiyan destpêkir, bi êrîş û xwînê û kujtinê hate ava û belav kirin, nimûne jî wek li Kurdistanê bû. 1400 sal derbas bûn û misulmantiyê nikarîbû bibe dewlet, êdî têkçû, êdî divê ol û dewlet ji hev cuda bibin.

Ev rewşa lawaz a ku miletên misulman ji ber serdarên welatên xwe têdene hiştiye ku bibin Terorîst.

Lê gelo çima Teroristiya xwe di gelek war û deman de li dujî Emerîka û Europa pêktînin?, helbet du sedem hene:

1-jiyan û rewşa wan a aloz ji ber serdarên diktator û ne çareserkirina wê rewşa aloz.

2-di bawerya wan de ku Emerîka û Europa sedemên vê rewşa aloz in, da dibin Terorîst li dujî Emerîka bi taybetî û welatên rojava bi giştî.
Ereb nikarin bi kerê dirin kurtên, nikarin bi Emerîka û Israîl dirin bi milet û kêmneteweyên navxwe dikevin.

Ereb mîna balindeyê ku hemiya dinyan wî, wî jî dinya zarokên xwe....êdî hun zanin.

Ji aliyekî dî ve miletê Ereb bi taybetî û yên misulman bi tevayî li dujî Emerîka û welatên rojava ne ji ber ku Emerîka wek welatekî ji hemû welatên misulman xurtir û xweştire, û bi gumana wan wek serokê welatên gawir tê binav kirin. Emerîka hin ji bo jiyanê û hin jî ji bo dunyayê xweşe, lê di gelek war û deman de Emerîka jî guneh û şaşîtiyan di derheqa hinek tevgerên misulman de dike, bi taybetî tevgerên azadîxwaz li dujî dagîrkerên welatên xwe, Emerîka wan wek Terorîstan dibîne, wek nimûne partî û rêxistinên kurdên bakur wek Terorîstan dibîne lê yên başûr wek welatperwer û hevalbend dibîne.
Ji aliyekî dî ve ma kê Taleban a Afganistan çêkir, ma ku Usama ben Ladin li welatê xwe Su’ûdyê bikarîba, ango mafê wî heba bibe şalyarek an jî mudîrê dibistaneke piçûk, ma gelo dibû Terorîst.

Li weltên misulmanan bi tevayî û li yên Ereban bi taybetî dar û devî nînin, da ew bi oksicîna(O2) ya Emerîka û Europa dijîn, û li gora ola wan hirame, çimkî ne buhayê wê didin û ne jî diyarî ji wan re tê pêşkêşkirin, di dema ku ereban bi petrola xwe dunya xwarine û buha didin û difroşin, gerek Europa û Emerîka jî buhayê oksicîna(O2) ji wan bistînin, ew dar û deviyan radikin û naçînin, aloziya dunyayê hemû li wan welatan heye, naxwe çima ewqas penaber ji welatên misulman li welatên Rojava((gawiran)) bi cih dibin, ta kengî dê zulm û zordarî ji birayê misulman li birayê misulman bibe, ta kengî dê kur û dê ji hevûdu veqetin, ma gelo kengî dê dunya bibe bihuşta bê zulm û zordarî.?. Çi çaxa ku Ereb û misulmanan gotin ji bilî me jî kesin din li welatên me, di nav me de dijîn, û ji mafê wan e jî bijîn, çi çaxa ku ereban gotin; ji mafê kurdaye jî wek milet bijîn û ne gotin ku Kurd dixwazin Israîleke duyem li herêmê ava bikin û biçînin, û çi çaxa ku ereb bûn demuqrat wê çaxê bizanibin ku dawya dunyê ye. Bi gumana min ew roj qet nayê.

Ji rewşa rojhilata navîn diyar e ku di salên pêş de dê gelek şer û ceng li darkevin, û teror firehtir bibe, dê misulman xwe bi xwe bi hev kevin, wek ku gelek caran bi hev ketine, qaşo birayên hevûdu ne di misulmantiyê de, hevdu di mizgeftan de dikujin.

www.qadoserin.com
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara