Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
 
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
2010-09-21 14:29

Serokê Sûriyê Beşar El Esed her ji du rojan dê derdikeve ser pişta medya welatekî û di derbarê kurdan de tiştekî dibêje, xweş dike, şêrîn dike, soza dide, lê xuyaye bi şev tiştekî dibêje û bi roj hêzên ewlekariyê û polîsên wî tiştekî din di derheqa kurdan de dikin.

Piştî serhildana 12ê adarê serokê Sûriyê Beşar El Esed derket ser serê televizyona El Jazeera û bi zimanekî dirêj got: ‘’kurd beşekî bingehînin ji tevna civaka Sûriyê ya netewî û dîrokî û siyasî’’. Lê ji roja ew gotin kir bêhtir zulm û zordarî li kurdan dibe.

Ji roja ku Beşar El Esed bûye serokê Sûriyê, gelek caran ragihandiye ku ew ê pirsgirêka kurdên bê nasname li Sûriyê çareser bike. Lê di pêkanîn û xwedî li gotina xwe derketinê de, tiştek nebûye û xwiyaye tiştek nabe jî.

Berî çend rojan ji medya tirkî re axivî û dîsa kurd firandin bê ku rewşa kurdên li ba xwe li ber çavan deyne. Wî got ku kurd welatparêz in, ew beşek ji tevna civak û dîroka me ne, ew ne mêvan û torîst in, eger em têkiliya xwe bi wan ên ku alîkariya me di avakirina welatên me de kirin, nekin, bê guman ew ê bibin terorîst.

Wek gotin gelekî xweş e, her kes dikare gotinan bike, lê gerek mirov xwedî li gotina xwe derkeve, hema carekê.

Eger mirov li rewşa kurdên rojava binêre, mirov dê matmayî bimîne, ji ber ku herêma kurdan ji her hêlê ve tê wêran kirin. Îca yê zane zane, jixwe yê nizane baqê nîskaye. Kurdên rojava(Sûriyê) û hemû kesên ku rewşa kurdan dişopînin bi wan axaftin û helwestan matmayî dimînin, çimkî ew axaftin tenê ji bo medya tên kirin û berevajî rewşa kurdan in, rojane kurd tên girtin û dikevin girtîgehan, rojane kurd tên talankirin, pirojeyên nijadperestî û şovenîstî yên nû û xurt û pir derdikevin. Ta bi xwedê jî ew ji bîra kirine.

Vêga ji berê de kurdan gotine: ‘’Gotinê êvara dikevin qulê dîwara’’.
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara