Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Qedera zavayekî penaber
 
Qedera zavayekî penaber
2011-12-06 01:43

Qado Şêrîn

Zava bû, piştî bîst û du katjimêran dibû zave, eger li ser xaka heq wek ku ji birayê xwe re gotibû, di bûyerek tirafîkî de ku hemû xwendinên mirinê pêk hatibûn, nehata kuştin.

Wî pêşeroja xwe, yan jî bi pilana xwendina mirinê çûbû ku li ser wê xakê bê kuştin, û li şûna cilên xêliyan, cilên miriyan li xwe kiribûn.

Hîna li welatên sarogero bû, li welatên penaberiyê bû, gelek xewnên mirinê dîtibû, wek yek pêşeroja xwe bixwîne. Wek, wî ji birayê xwe re gotibû: ‘’ez hest dibim semawenda min naçe serî’’. Semawend jî ya wî bû, eger bîst û du saetên din zindî bima dê biba zave.

Hîna li Holenda û Belcîka bû, hîna bi refikên asmanan ve nehilperikî bû daku bilez bighê semawenda xwe ya germ, û soza li gel destgirtiya xwe pêkbîne, ji gelek dostan re mirina xwe ya nêzîk di buxçikê de bi nazikî pêça bû û radestî wan kiribû, wî ji wan re gotibû: va ez diçim ser xaka ‘’Heq’’, ser soza xwe ya bi mirinê re. Jixwe xweziya wî di ber de mabû dema di nava xwe de li gel mirinê axaftibû û gotibû: ez nêzîk têm ser xaka ‘’Heq’’, emê hevûdu li ser riya mirinê bibînin.

Li ser riya mirinê hat kuştin, û em hemû bi xwe re kuştin. Me jî ji nû ve naskir ku dunya jiyan û mirin e, û bes.

Wexta wî nema bû bighê semawenda xwe, dem hatibû guvaştin, her wisa wexta xêliyan jî bi wexta qederê ve hatbû çerx kirin, êdî ew jî negihan semawenda wî ya piştî bîst û du saetan. Fîstanên rengînî yên bi perîkan xemilandî hêdî hêdî vegerandin, kelogirî cilên reş girêdan bê ku dest bavêjin tiştekî din, hinan jî bi hêrs gotin: ev çi qeder e?, ev ne qederek dadwer e..

Ma wexta xatirxwestina dawî bû Tahayê me, hezkerê me. Weleh û bileh û tileh me hemiyan ji te hez dikir, êdî çima qedera te em eşkence kirin.

Wek ez dizanim hezkirin bi hezkirinê tê şuştin, ma sûnc û cezayê hezkirinê ev e. Em man ta ku zindî bin te li bîra xwe bînin, te zindî di giyanê xwe de biparêzin û ala te neçimînin.

Rojekê emê jî mîna te bê xatirxwestin ji bin sîwana jiyan û zindiyan betaweta bibin û gelek dost hevalên baş li dû xwe bihlên.

Oooh, em çiqasî bi dostaniya te bextewer bûn, lê xwezî gemiya me binav biba û em negihana ser Girê Xêlid cêwiyê Girê Şermola.

Ji mirinê bêbextir tune, tim ne di wexta xwe de tê û dibe mêvan, dema diçe jî çûkên baskokirî û zarokên sêwî û birçî li şûna xwe dihêle. Dîsa jî ku mirin neba me ewqasî ji hev hez nedikir.

Êdî tê ji kêre pêkenok û helbestên xwe yên zindî bibêjî, wele soza me ne wisa bû lo hevaloooooo. Gelo rast e nema te dibînim?!.

Ma kesekî mîna te, mirina xwe bi dehên rengan xwendine û ji dostan re gotine: fermo..cara dawî tu ji destê min digrî..cara dawî em hev dibînin..bi carekê re nema ji min re gerek e..ji bo cara dawî bi xatirê we..

Taha, eger li kolan in din, di bin asmanekî din de te bibînim û te bêhn bikim, bila sibe û bêxatirxwestin bimrim.

05/12/2011
www.qadoserin.com
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara