Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : ‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
 
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
2011-05-22 12:15

Qado Şêrîn
Şoreşa Sûriyê ji 15ê adarê ve berdewam e. Rojên înan, piştî nimêja înan gel ji rojên din bêtir dadikeve kolanan. Heftane çalakvan û xwepêşanderên şoreşa Sûriyê navekî li roja înê û wê hefteyê dikin, vê carê, vê hefteyê navê ‘’Îna Azadî’ lê kiribûn.

Li seranserî 40 salî rêjîma Sûriyê xelkên Sûriyê dabûn famkirin ku kurd perçebûnan dixwazin, kurd veqetandina ji Sûriyê dixwazin, kurd bi derve ve girêdayîn in, kurd bi Emerîka û Israîl re pilanan li ser serê Sûriyê dideynin, kurd ne welatperwer in, kurd aramiya Sûriyê têk dibin, kurd xefk û davan li ber Sûriyan vedidin, kurd dixwazin perçeyekî ji xaka Sûriyê veqetînin û bi welatekî biyanî ve vekin, kurd...kurd...kurd... Kurd kiribûn dijmin û neyarê miletê Sûriyê.

Lê,

Peyva ‘’Azadî’’ di ‘’Îna Azadî’’ de, û şêweyê beşdarbûna kurdan di çalakiyan de, hemû piroje û pilanên rêjîmê derew derxistin, dema bi milyonan peyva ‘’Azadî’’ guhdarî kirin. Diyar bû ku kurd jî mîna tevaya miletê Sûriyê dixwazin bi azadî bijîn, zarokên wan bi azadî bilîzin, bi azadî mezin bibin û biçin dibistanan.

Di ‘’Îna Azadî’’yê de bîr û boçûnên her kesî li ser kurdan hatin guhertin, dema ku kurd bi şaristanî û bi hezaran daketin kolanan û doza ‘’Azadî’’ya Sûriyê xwestin, doza azadiya Derha, Banyas û Himsê berî Qamişlo kirin.

Diruşmeyên kurdan, bilind kirina ala Sûriyê û piştgiriya kurdan ji bo bajarên dorpêçkirî, diyar dikin bê çiqasî kurd perwer in, birayên xwe yên bajarên din bi tenê di bin zulmê de nahêlin, û miletê Sûriyê dibin sîwana zulmê de yek e.

Li dawî, ‘’Îna Azadî’’ û binavkirina vê hefteyê bi ‘’Îna Azadî’’yê, kurd ji hemû tawanan, ji hemû derew û bêbextî û telaqreşiyan, azad kirin.

Oooh, çiqasî xweş û şêrîn bû dema li ser ekranên televizyonan(Al jazeera, Al arabiya, BbcArabic, Alhurra, ..h.g.d): 20/05, cumhet Azadî, ango‘’20ê gulanê, Îna Azadî’’, dihat gotin. Bayê azadiyê li pozê mirov dida..

22/05/2011

Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara