Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Bû du car Isma'îl Omer dimre!
 
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
2012-10-23 00:33


Qado Şêrîn

Li pêşî dixwazim bêjim ku hin mirov du caran dimrin, mirina rastîn û ya din ku mirov dikare bêje; wexta ji aliyê dost û hevalbendan ve tê jibîrkirin û piştguhkirin.

Eynî gotinê mirov dikare li ser nemir Ismaîl Omer bêje, ango bû du car dimre, çilo û çawa?

Isma’îl Omer di jiyana xwe de kesayetiyek giştî bû, di nav kurdan de dihat hezkirin û pejirandin, bê ku mirov ji bîra bike ku serokê Partiya Yekîtiya Demuqrat bû, lê cuwamêr dikarîbû xwe bixe dilê her kesî, lê.

Piştî mir partiya wî ji bo cara duyemîn ew kuşt, wexta derfet û alîkarî neda ku gel, cemawer û hezkirên wî xwedî lê derkevin, belkî li hin deveran bû asteng jî. Partiya wî ew kir samanê xwe û kesayetiya wî ya dîrokî, giştî û hezkirî di hindurê partiyê de piçûkkir, xeniqand û nehişt bibe samanê tevaya gelê kurd.

Li Europa jî partiya wî du caran ew kuşt, wexta neheqî lê kir û 40rojî, yeksalî û dusaliya wî lidarxist, dîsa kesayetiya wî ya giştî û kurdperwer û hezkirî di nav peyv û gotarên partiyan ên bê helwest û bawerî de winda kir.

Partiya wî nebû alîkar û ne jî derfet peyda kirin ku hezkerên wî, gel, nivîskar, rewşenbîr(nemir gelekî dost û piştgir û alîkarê nivîskar û rewşenbîran bû), komeleyên civakî û dezgehên çandî xwedî lê derkevin.

Wek nimûne îsal bi navê ‘’Komîteya Serkirdayetiya rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – Yekîtî’’ dusaliya wî li Bonnê lidarxist, lê ew bixwe rêxistina herêma Bonnê bû ya ku bi şahiya du saliya wî rabibû, dêmek şanikek bi sê saliya wî radibe, û çar saliya wî tê jibîrkirin.

Eger em nerast dibêjin, dêmek Isma’îl Omer ne kesayetiyek giştî û ne jî hezkirî bû, û piştî ku mir jî nebû kesayetiyek dîrokî û samanê gelê kurd, wê wextê ji mafê partiyê ye wî mezin bike. Em jî lêborînê dixwazin, eger em şaş bin.

Li dawî, li tevaya cîhanê, ne tenê li ba me kurdan wisa ye, ji bo ku mirovek bibe giştî, bibe samanê gel, samanê welat û mirovantiyê, divê ji malbata xwe, ji êl, ji partî, ji gund û bajarê xwe rizgar bibe, û derbasî zeviyên mezin û bê sînor bibe. Divê bîr û boçûnên wî azad bifirin, qeyd û bend nebin û her kes bibêje: wî ji bo me got, wî ji bo me kir, û ji bo me çû.

22.10.2012
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara