Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Rexne; Rovî û sûk
 
Rexne; Rovî û sûk
2011-05-13 01:05

Qado Şêrîn

Ez te rexne dikim, dêmek dixwazim tu ji min baştir û çêtir bî.

Roja 11ê gulenê hêja CanKurd di bloka xwe(http://cankurd.wordpress.com/2011/05/11/can-irhabsiyasikurdi/ ) de kurte nivîsek weşand. Xuyaye cuwamêr di derbarê PKK de gotarek ji kurdî wergerandiye erebî, di dûv re raserî nameyên tije sixêf, tawan û tiştin din hatiye, wek wî di nivîsa xwe de nivîsandiye.

Bi gumana min CanKurd xincerek jahrkirî di laşê zarokekî de neçikandiye, tenê wî gotarek wergerandibû, êdî ew şêweyê têkiliyê pêwist nake, û encamên baş nade pêş. Bi gumana min tenê dê encamên ne-baş bighîne PKK. Her wisa dê hezkirina kurd ji kurd re kêm û lawaz bike.

Taku hiş û ramanên me rêzgar û azad nebin, em ê wek insan û cugrafya ji bindestiya dagîrkeran rêzgar nebin.

Eger bersivdayîna pênûsan bi wan şêweyên sextekar be, dêmek cudahî di navbera wan kesan û diktatoran de tune, ew jî mîna peye û berdevkên diktatoran in. Mixabin ku hin ji wan doza demuqratiyê ji dujminan dikin.

Çima ji wan kesan tê famkirin ku mirovê rexneyan dike dujmin e, bê rûmet, xwefiroş û tiştin din e.

Mixabin hin kes hene’’şûjina di çavê xwe de nabînin, lê derziya di cavê xelkê de dibînin’’.

Mirovê rexneyan nepejirîne nikare miletan rêzgar bike, û eger hat û bûn desthilat, dê ji dagîrkeran bêtir kurdan biêşînin, wê wextê milet dê xweziya xwe bi dagîrkeran bîne.

Gelek nivîskar û rewşenbîr ji ber tirsa kesên wisa ên ku bi sixêf, bêbextî û tawanan diaxivin, nivîs û gotarên rexneyî nanivîsînin.

Bi gumana min gerek em ji rêjîmên serdestên Kurdistanê û rewşenbîrên wan demuqratîtir bin, yana tu wate ji şoreşên rêzgarîxwaziya welatekî diktator e tune.

Ew ên ku ji bo nivîseke rexneyî kirasê xwe û me diçirînin, û sor û şîn dibin, ne ji mafê wan e rexneyan li rêjîmên serdestên Kurdistanê û rewşenbîrên wan ên xwefiroş, bikin, çimkî ew eşkere ne, lê yên me mîna Maran in, Mar jî xweşike lê tije jehra silêmanîye.

Dostekî min di Rojtv de bernameyek baş pêşkêş dike, carekê min ji wî dostî pirsî; çima tu mêvan in din nabe bernameya xwe?, hema hema eynî kesan dubare dibin, daku bernameya te dewlemend û demuqrat be. Wî dostî wisa bersiv da: ez wan tînim, lê hîna negihaştine malê şer(rexne)ê me dikin. Xuyaye vîtoya(qedexe) li ser min jî ji wê sîstemê derketiye. Ji navenda sîstemê ji min re hat gotin ku vîto li ser te heye û nabe tu biçî Rojtv. Min singê golik ranekiriye, qey min carinan rexne kiriye.

Li dawî, Cigerxwîn dibêje:
Xwendin nebî kes naçî pêş
Peyda dibin pir derd û êş

Ez jî dibêjim:
Rexne nebî kes naçî pêş
Peyda dibin pir derd û êş

12/05/2011
www.qadoserin.com
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara