Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Wexta tiving biaxivin
 
Wexta tiving biaxivin
2012-09-01 00:34


Qado Şêrîn

Wexta tiving diaxivin, helwest û gotar sernixûz dibin, û dilê dayika bêtir lê dide.

Ji gazin û vekişandina endamên E.N.K.S diyar dibe ku zewaca di navbera Pkk(pyd) û Encûmena Niştimanî ya Kurd Li Sûriyê‘’E.N.K.S’’ dê dirêj neke, û zaroka wan a bi tenê ‘’Desteya Bilind’’dê temenekî dirêj nejî. Kiryarên ku li ser xakê dibin, rê li pêşya E.N.K.S. vedike ku istîfa bike û ji ‘’Desteya Bilind’’ vekişe, daku xwe ji şaşî û gunehên Pkk(pyd) bêrî bike û wek sûcdar di pêşerojê de neyê dîtin. Bila Pkk(pyd) wextekê li meydanê bi tenê bimîne, daku di bin şaşî û gunehan de bixeniqe, wê wextê wê nema karibe serê xwe rake, û kurd jî dê wê piştguh bikin. Em vê yekê dibêjin ne ku em li dijî yekîtî û hevkariya kurdan in, belê em dibêjin bila ew hevkarî ji bo bercewendiyên gelê kurd bin, ne ji bo pirojeyên veşartî û wek biratiya gur û roviyan be.

Bi gumana min, eger ‘’E.N.K.S’’ bi helwest û gotarek bilind danekeve kolana kurdî, û li ser xakê gavên erênî navêje, bila xwe hel bike baştire, daku pyd tenê li meydanê wek berpirsyar bimîne, daku çi bê serê gelê kurd tenê Pkk(pyd) sûcdar be. Ji ber ku, li gel peymana Hewlêrê hîna Pkk(pyd) bi serhişkî wek ku divê dike. Mixabin li hevparên xwe di ‘’Desteya Bilind’’de guhdarî nake, ji ber wê ewê rastî şaşiyên mezin bê û wê nema karibe berdewam bike, wisa tê diyar kirin ku bîra siberojê nabe. Bi kiryarên xwe nerazîbûna gelê kurd dike, ji ber nizane siyasetê bike. Mixabin ku hêza xwe tenê ji devê tivingê digre, ji ber wê ewê qet nekeve dilê kesî, û bi rûxandina rêjîmê re ewê jî birûxe.

Eger kurdên rojava yekgirtî û demuqrat bana, mebesta me li vir hêz û aliyên siyasî ne, dikarîbûn piştî serkeftina şoreşa Sûrî û bidestxistina mafan, bibûna nimûne ji bo kurdên bakur, kurdên ku tenê şoreşeke gelêrî aştiyane dikare mafên wan bistîne û wan ji lîsta terorê bêrî bike.

Li ser xakê pkk(Pyd) bi riya devê tivingê terorê li dijî kurdên perîşan û ne li dijî dijminên kurdan bikartîne. ‘’Nikare bi kerê diçe kurtên’’, bi devê tivingê diaxive û dest datîne ser her tiştî(mazot, bac, rê, desteya bilind, biryara siyasî û tiştin din.. wek nimûne). Li gel ku Pkk(pyd) dizane ku hema hema ji hemû welatên cîhanê ve ne meqbûle, lê dîsa wek xwe dike. Eger rast ji bo kurd û Kurdistanê dike bila xwe nexîne devê tivingê, lê diyare ji bo bercewendiyên xwe yên taybet dike û ne ji bo gelê kurd. Eger hat û UN, Emerîka, Europa, Asya, Afrîqya, Artêşa Azad û welatên cîranê Sûriyê bi hev re gotin: emê mafê kurdên rojava bidin eger Pkk(pyd) tune be, gelo wê çi helwest û daxwiyaniya Pkk(Pyd) be?.

Bi gumana min, partiyên me ji bo çareserkirina pirsa netewa me, bi hişmendî danûstandin bi aliyên din, bi hevparên me di Sûriyê de nekirine. ji helwest û gotar û xwestekên wan ji kurdan re diyar e ku hîna kurd nasnekirne û nepejirandine. Sedem ew e ku ku du partiyên me ji bo mafên me ne wek hev in.

Guhertin in mezin li pêşya Sûriyê ne, kurd jî ji bo wan guhertinan ne amade ne, êdî tê guman kirin ku partiyên heyî bi çûna rêjîmê re beta weta dibin. Partî bêtir bi pirsgirêkên navxweyî mijûl bûne. Ta bi Desteya Bilind jî yek ji wan pirsgirêkan e, çimkî Desteya Bilind ji bo razîkirina hin aliyan hate damezirandin û ne ji bo birêvebirina kurdan di vê wexta aloz de. Eger em şaş in, naxwe tê çi wateyê ku Pyd û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li ser hin kursiyan ji bo kongirê 26ê cotmeha 2011an li hev nekirin, lê ser bi ser di Desteya Bilind e li hev kirin bê ku Pyd ji ‘’Pergala Hevrêz’’ veqete. Ev yek lawaziya E.N.K.S li ser xakê diyar dike.

Bi gumana min çekên pyd dê pirgirêkan jêre derxîne, ji ber çek di destê wê tenê de heye, êdî eger çûkek jî li herêmên kurdan bê kuştin, dê pyd tawabar be.

Di dema dawî de pêrgî hin kurdên bakur hatim, rêzgarkirina rojavayê Kurdistanê pîroz kirin. Ji ber ku medya Pkk bi wan daye bawer kirin ku Rojavayê Kurdistanê rêzgar bûye: Û ji ber ku gelekan ew derew bawer kirine, eger pyd li rojava têkçû dê pkk li bakur jî têk biçe.

28.08.2012
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara