Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
 
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
2009-08-08 14:10
Îbrahîm Gûçlû
ibrahimguclu21@gmail.com
Piştî ku ji aliyê desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê ve biryara “Konferensa Navneteweyî ya Kurd” hat girtin, li Tirkiyeyê pirsa neteweyî ya kurd û pirsa PKKê di çarçeweyeke nû û gelek konkret de hat minaqeşe kirin. Rojeva konferansê gorî desthilatdariya Kurdistanê cihê bû û gorî PKKê cihê bû. Desthilatdariya Kurdistanê dixwest ku hem zerar negehêşe Tevgera Bakurê Kurdistanê û hem pirsa PKKê bi aqilekî rasyonal bê çareser kirin û hem jî PKKê nebe sedem ku Komara Tirkiyeyê êrişên bejayî û hewayî li Kurdisrtanê bimeşîne. PKKê jî dixwest ku bi riya konferansê statuya xwe di nav kurdan de li hemberî Komara Tirkiyeyê xurt bike. Hemû kurd li hemberı Komara Tirkiyeyê proje û bernameyeke hevbeş bipejirîne; ew proje û bername pêşkêşî Komara Tirkiyeyê bibe, dema ku Komara Tirkiyeyê ev bername nepejirand - ku diyar bû ku napejirîne - wê demê hemû rêxistinên Kurdistanê û bi taybetî jî desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê divê ku ji PKKê re bibe alîkar û li hemberî Komara Tirkiyeyê şer bimeşîne.
Dewleta kûr ku bi Ocalanî re di nav tîfaqekê de ye, dema ku dîtin ku bi Konferansa Kurd însîyatîfê bikeve destê desthilatdarî û serokên Herêma Federe ya Kurdistanê biryar dan ku vê pêvajoyê biguherînin. Ev pêvajoya jî, bi riya Ocalanî dikarî bihate guhertin. Ji bona vê jî dema ku Konferansa Kurd cidîyet qezenç kir, Ocalanî projeya xwe ya li dijî Konferansa Kurd diyar kir. Got ku “em çek bernadin. Heger em çek berdin, divê PDKê û YNKê jî dev ji çek berde. Divê di serokatî û komîteya amadekar ya Konferansa Kurd de PKKê jî cîh bigre, Konferans bernameke hevbeş bipejirîne û Meclîsekê ava bike; li hemberî Komara Tirkiyeyê helwesteke hevbeş bimeşîne.”
Ev nerînên Ocalanî gelek vekirî diyar dikir ku Ocalanî naxwazê ku pirsa PKKê li Başurê Kurdistanê çareser bibe. Bi daxwazên xwe, dixwaze ku reaksîyona Komara Tirkiyeyê li hemberî Hikumet û serokên Herêma Federe ya Kurdisrtanê zêde bibe û dijminitî xurt bibe.
Dema ku Konferansa Kurd û pirsgirêkên konferansê dihat minaqeşe kirin, rojev hat guhertin. Înîsîyatîf ji destê desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê hat girtin û înîsîyatîf hat dayinî PKKê. Lê dewletê ji vê pêvajoyê re pêşengî û îdeologî kir. Ev pêvajoya jî, bi daxuyaniyê serokkomarê Tirkiyeyê dest pê kir. Serokomarê Tirkiyeyê di destpêkê de diyar kir ku “ji bona pirsa kurd tiştên baş û erênî dê pêk bên”. Pişt re jî diyar kir ku “pirsa kurd, pirsa yekemîn ya Tirkiyeyê ye. Divê ev pirsa çareser bibe. Ji bona çareserkirina ‘pirsa kurd’ derfeteke dîrokî derketiyê holê.”
Serokkomar ev daxuyaniyên xwe, girêdayî kevneşopiyeke ev salên dawî di riyên seredaniya dewletên din de pêşkêş kir.
Di vê merheleyê de Hesen Cemalî wek rojnamevanekî çû Qendîlê û bi Murad Karayilanî re hevpeyvînek çêkir. Karayilanî di encamê diyar kir, ku İlter Türkmenî, Hesen Cemalî û kesên din ên aqilmendên tirk wek berdevikên kurdan dikarin xebat bikin. Ev daxuyaniya Karayilanî pêvajoya Lozan a 2-emîn gelek aşkere derxist holê.
*****
PKKê û Komara Tirkiyeyê diyar dike ku ji bona çareserkirina “pirsa kurd” derfeteke dîrokî derketiye holê. Lê ji bona çareserkirinê hewildayinek, projeyek, fikrekî tê pêşkêş kirin tuune ye û ji helwestan paşve gav avêtin jî nîne. Komara Tirkiyeyê û PKKê wek teref pozîsyona xwe ya heyî diparêzine û li hemberî hev êrişan dimeşînine û pişt re jî dibêjine ku em dixwazin pirsê çareser bikin.
Dema ku helwesta herûdu terefan bê şirovekirin, aşkere dibe ku dema ji derfeta dîrokî ya çareserkirinê tê behs kirin; herûdu teref jî, ji bona ku siyaseta xwe û helwesta xwe hîn dirêj bidomînin, ji şertên nû behs dikin.
Li holê şanoyek a pêkenok heye û herûdu teref berjewendiya xwe ya dewletî û partitî dimeşînin. Berjewendiya gel nayê parastin. PKKê berjewendiya milî ya neteweya kurd naparêze.
PKKê dema ku behsa dev ji çekberdanê dike, demagojî dike. Lewra baş tê zanîn ku PKKê li hemberî dewletê zêdetir, PKKê ji bona xwe, ji bona desthilatdarî û dîktatoriya xwe hewcedarî hêza çekdar e. Ji bona vê dema ku PKKê dev ji çek berde, dawiya jîyana wê tê.
Dewleta kûr jî naxwaze ku PKKê dev ji çek berde. Lewra hebûna çekdarên PKKê meşruiyeta dewleta kûr û leşkeran çê dike, ji bona ku bûrokrasiya sivîl û leşkerî desthilatdariya xwe bimeşîne, li hemberî Yekîtiya Ewrupayê karbidestiya xwe biparêze, çekdarên PKKê pêwîst dibîne.
Ji bona vê PKKê naxwaze ku neteweya kurd wek hemû miletên din xwediyê mafên xwe yên neteweyî be û li Kurdistanê desthilatdariya milî ava bibe. Komara Tirkiyeyê jî, tu wext naxwaze ku “pirsa kurd” çareser bibe. Di van rojên dawî de daxuyaniyên serokerkanê Tirkiyeyê delîlê vê helwestê ne.
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...