Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
 
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
2011-07-18 09:39

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Îbrahîm GUÇLU: Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…

Ocalan beriya vê demekê “xweseriya demokratîk” wek projeyek pejirand. Ev projeya piştî wî ji aliyê “Kongreya Civakî ya Demokratîk” û DTPê/BDPê de jî raste rast hat qebûl kirin. Ev projeya dewletek serbixwe nebû, sîstemek federal jî nebû, otonomiyek di ceribandina miletan de hatiye rojevê jî nebû. Projeyeke gelek taybet û gorî pîvanên zanyariya siyasî û model a çareserkirina pirsa neteweyan ya gorî hiqûqa navneteweyî û mafê çarenivîsarî jî nebû.

Loma jî li ser vê projeyê gelek naqeşe hatin rojevê. Lewra ev projeya di hamandem de Kurdistanê jinûve parçe dike û ji bona Bakurê Kurdistanê 5-6 herêman pêşniyar dike.

“Kongeraya Civakî ya Demokratîk” duho (14. 07. 2011) civînek awarte pêk anî û piştî civîna awarte ji aliyê Aysel Tuglukî de biryara kongreyê hat diyar kirin. Di daxuyaniyê “Kongreya Civakî ya Demokratîk” de hat diyar kirin ku dê êdî projeya “xweseriya demokratîk” bixin jiyanê.

Gorî daxuyaniya “Kongreya Civakî ya Demokratîk”:

1) “Xweseriya demokratîk” gorî belge û peymanên navneteweyî hatiye diyar kirin û pejirandin.

2) Ev projeya, li ser bingeha “welatekî hevbeş û mişterek” ava bûye. Yanî welatek heye, ew weleta jî welatê miletê tirk û kurd e. Yanî Kurdistanek tune ye. Welatek heye ew jî “Tirkiyeyê” ye.

3) “Xweseriya demokratîk” ne li dijî yekîtiya axa Tirjkiyeyê ye û ji yekîtiya axa Tirkiyeyê re rêzdar e.

4) “Xweseriya Demokratîk” di çarçeweya perspektîfa “miletê demokratîk” de hatiye pejirandin. Yanî Kurd miletek xweser nîn e, Kurd û Tirk bi hev re miletekî mişterek in.

5) “Xweseriya Demokratîk” li dijî dewleta tirk ya unîter û neteweyî nîn e. Loma jî armancek wê ya dewleta tirk xerab bike, tune ye.

6) Di daxuyaniyê de bi taybet bixet dibe ku “xweseriya demokratîk” sîstemek dewletek nû nîn e.

*****

Hîç şik tune ye ku ev biryara dê bi xwe re niqaşeyên girîng û pirsên bingehî bîne rojevê.

Ji bona kurdan pirsa yekem ew e ku ev biryara Kongreya Civakî bes wan girêdide, yan na? Gelo helwesta Ocalan, BDPê û PKKê li hemberî vê biryarê dê çi bibe? Dema ku sîstema PKK/KCKê baş bê nas kirin, divê ev biryara bibe biryarek hevbeş. Lewra “Kongreya Civakî ya Demokratîk”, di heman dem de bi her awayî û bi endamên xwe BDPê bi xwe ye. BDPê jî PKKê ye. Di ser van re jî Ocalan heye û Ocalan serokên van hemû dezgehanan e.

Dema ku denklem bi vî awayî be, wê demê “Kongreya Demokratik” divê xweser ne, bi BDPê û PKKê re tevbigere.

Ya Rast jî divê “xweseriya demokratîk” ji aliyê PKK/KCKê de bihata îlan kirin, “Kongreya Civakî ya Demokratîk” û BDPê jî ew bixista jiyanê. Lê bi vê metodê kar nehat meşandin. Ew tê wê maneyê ku gelo BDPê li derveyî vê biryarê ye?

Heger BDPê li dijî vê biryarê be, “xweseriya demokratîk” dê ji aliyê kî/kê ve pêk bê?

Lê heger BDPê “xweseriya demokratîk” dipejirîne, divê bi parlamentoya tirkan re jî pêwendiyên xwe qut bike û parlamenterên BDPê jî divê dest ji parlamenterî berdin.

Rojên pêş dê di vê pirsê de zelaliyek derxe holê.

Pirsa duyem: “Kongreya Civakî Demokratîk” piştî ku “xweseriya demokratîk” îlan kir, ew tê wê maneyê ku êdî bajarên Kurdistanê ji aliyê ıdarî, siyasî, leşkerî, aborî de dê xweser bin, kongre jî dê desthilatdar be.

Gelek vekirî ye ku bi tevayî Kurdistanê desthilatdar bûna wê ne mimkun e, lê qet nebe divê ciyê BDPê lê desthilatdar e, divê ev sîstema xweser ava bibe. Ji bona vê jî îradeya BDPê jî gişrîng e û divê ew jî ji biryara “Kongreya Civakî ya Demokratîk” re bibê erê.

Piştî ev biryarê kurd dê daxwaz bikin ku walî û qeymeqamên wan bajaran, hêzên ewlekarî yên wan bajaran jî kurd bin.

Lê xuya ye ku ew jî ne mimkun e.

Pirsa sêyem: “Kongreya Civakî ya Demokratîk” biryara “xweseriya demokratîk” gorî bajarên ku BDPê lê desthilatdara herêmî ye îlan kiriye. Bajarên din yên Kurdistanê ji derve dimînin. Gelo wê demê ew çawa dibe projeyek kurd û Kurdistanî?

Di heman dem de gelo ew projeya “xweseriya demokratîk” raste rast nabe parçekirina Kurdistanê?

*****

Em neçin dûr e û ceribandina miletê din. Ceribandina miletê me li Başurê Kurdistanê jî vê projeyê vala derdixe.

Li Başurê Kurdistanê piştî şerê Xaliçê, herêmek azad ji aliyê Dewletên Yekbûyî ya Amerîka û hevalbendên wê ve hat diyar kirin. Kurd, li wê herêmê ji aliyê siyasî, îdarî, civakî, lkeşkerî de desthilatdar bûn. Hêzên Dewleta Iraqê nikarîn bikevin vê herêmê.

Di sala 1992-an de li Başurê Kurdistanê ji aliyê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de federalbûn a Iraqê hat pejirandin û Kurdistan wek herêmek federe hat meşandin. Kurd bi her awayî li herêma federe desthilatdar bûm. Herêma federe ya Kurdistanê ji derveyî hukumeta merkezî ya Iraqê xweser jiyana xwe domand..

Vê pêvajoyê heta sala 2005-an domand. Piştî şerê 2003-an li Iraqê bi referandûma 2005-an: Li Iraqê sîstema federal û li Kurdistanê sîstema federe hat erê kirin. Kurdistanê di vê merheleyê de jî, jiyana xwe ya serbixwe de facto di çarçeweya sîstema konfederal de dimeşîne.

“Xweseriya Demokratîk” ya “Kongreya Civakî ya Demokratîk”, ceribandina Başurê Kurdistanê bê qiyas lkirin, du sîstem û du helwestê cihê ne.

*****

“Xweseriya Demokratîk” û sîstemên çareserkirina miletên bindest û kolonî yên navneteweyî jî hîç li hevûdu nakin. Miletên bindest, bi sîstema dewleta serbixwe, dewleta federal, dewletakonfederal dikarin qedera xwe tayîn bikin, xwe bi xwe îdare bikin, li weklatê xwe desthilatdarên siyasî bin.

Hezar mixabin “xweseriya demokratîk” hîç bi awayekî naçe/naşibe van sîsteman.

Amed, 15. 07. 2011
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...