Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
 
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
2010-03-06 19:27

Nivîs: Şerîf Omer
Dewleta Belçîqa operasyonek mezin li dijî Roj TV, xebatkarên wê û hinek endamên KNK kir. Di operasyonê de kesên wek Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar jî hatin binçavkirin û aqûbeta wan ne kifş e ka wê bên berdan, yan wê radestî Tirkiyê bên kirin. Lê çi dibe bila bibe, dixuye ku wê operasyonên li dijî endam û alîgirên PKK û KCK bidomin.

Piştî operasyonên li dijî çete û rêxistinên kûr yên wek Ergenekon a ku di nava dezgehên sivîl, artêş û rêxistinên Tirk û Kurdan de xwe hûnandiye, di gellek delîl û belgeyan de eşkere bû ku zêdeyî 200 endamên Ergenekonê ketine nava rêxistinên Kurd û Tirkan da ku rojeva Tirkiyê aloz bikin, provokasyonan bikin da ku zemînê ji darbeya eskerî re çêkin. Ev di gellek îfade û dosyayên doza Ergenekonê de eşkere bûn.

Balkêş e, her ku operasyonek li dijî endamênErgenekonê pêk tê, PKK û dezgehên wê yên sivîl jî dikevin ber operasyon û zixtên dewletê. Di operasyonên li dijî dezgehên sivîn yên KCK û PKK, nêzîkî hezar û pêncsed kes hatin girtin û operasyon hîna jî berdewam in.

Piştî civîna sêqolî (Tirkiye, Amerîka û Iraq) a li Enqerê, operasyonên li dijî endamên PKK zêdetir bûn. Xuyaye operasyona ku dewleta Belçîqa li dijî Roj TV û endamên KNK kiriye jî, parçeyek ji biryarên wê civînê û bi daxwaza Tirkiyê hatiye kirin. Piştî Îtalya û Fransa, operasyona Belçîqayê dide xuyakirin ku wê operasyonên li dijî PKK û ezgehên wê bidomin û cîh li PKK bê tengkirin.

Di vê operasyonê de du îhtîmal tên dîtin.

Yek jê ew e:
Ku êdî PKK ji çav hatiye derxistin û li ser tasfîyekirina PKK li hev hatiye kirin.
Ya duyem: jî ew e:
Ku Ewrûpa bi vê girtinê dixwaze bala Tirkiyê bikşîne ser avêtina gavên demokratîk û jê dixwaze ku rojek zûtir reforman pêk bîne, daxwazên ku Ewrûpa ji wan dixwaze têxin jiyanê. Ango, bi vê operasyonê heta bi astekê dilê Tirkiyê hatiye xweşkirin, jestek jê re hatiye kirin û ji alîyê din de jî bala wan hatiye kişandin.

Ewrûpa di gellek daxuyanîyên xwe de operasyonên li dijî Ergenekonê pesinandiye û wek gavek pêwist û erênî qebûl kiriye. Ji ber vê jî, dem û pêvajoya herdu operasyonan (Ergenekon û PKK) balkêşî û lihevrasthatinek balkêş e.

Ji alîyê din, girtina serokê KNK Remzî Kartal û cîgirê wî Zubeyîr Aydar jî pirsan di serê mirovan de çêdike. Gava berpirsekî PKK yê Ewrûpayê yekî wek Sabrî Ok (ku berî derketina xwe çûbû Îmralîyê û bi serokê xwe A.Ocalan re hevdîtin jî kiribû û ji Ewrûpayê bandorek mezin li endamên PKK yên Tirkiyê jî dike) li holê be, girtina endamên dezgehek mîna Roj TV û KNK balkêş e. Ev jî dide xuyakirin ku Belçîqa û pêve girêdayî jî Ewrûpa dualî dilîzin, ji alîyekî bala Tirkiyê û ji alîyê din de jî bala PKK dikşînin ser daxwazên xwe.

Axir

Balkêş e ku ev demek dirêj e PKK tu çalakîyan nake û peyamên pir nerm dide awira gelemperîya Kurd û Tirk. Herweha Abdullah Ocalan jî di hevdîtinên xwe de ne wek berê hişk e, daxwazên nerm û maqûl dibêje û bala gellek alîyan dikşîne ser helwesta xwe. Bi taybet piştî operasyona vê dawîyê ya li dijî 49 general, serdar û efserên Ergenekonê, hem ji alî hikûmet û artêşa Tirkiyê ve û hem jî ji alî PKK ve pêvajoyek nerm dest pê kiriye. Û hetta hinek nivîskar û pisporên siyasî, di şirove û texmînên xwe de operasyona li dijî Roj TV û KNK jî wek tasfîyekirina Ergenekona di nava PKK de dinirxînin.

Ji alîyê din, Serokê PJAKê Hacî Ehmedî jî doh li Almanya bajarê Kolnê hat girtin. Ev jî nîşana berdewamîya operasyonan e û piştrast dike ku operasyon ji navendekê tên dezgehkirin.

Di her halûkarê de, biryara tasfîyekirina Ergenekon û kes û rêxistinên pêve girêdayî hatiye girtin. Operasyonên li dijî dezgehên PKK jî wek beşek ji vê operasyonê tê şirovekirin. Helbet wê di demên pêş de mesele zelaltir bibe. Lê xuyaye hikûmeta Erdogan û hêzên ku dixwazin Tirkiye bide ser rêya demokrasî û cîhana global, wê berî hilbijartina 2011an hinek astengan ji pêşîya xwe rakin.
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...