Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Cankurd Kurd çi dixwazin?
 
Cankurd Kurd çi dixwazin?
2010-07-19 14:47

Pir ji zû ve ye, ev têkoşîna neteweyî… Di va têkoşîna lehengî ya neteweya Kurd de, gelek xûn hate rijandin, xûna mirovê Kurd her çiyayek û her newalek li Kurdistanê avda. Neyarên vê neteweyê pir zorbazî di niştê me de kirin, bi hezaran hezar mirovên me qir kirin, gund û bajêrên me wêran kirin, em ji nav zevînê me koç kirin, bi darê zorê em dane ber xwe û ji ber çemên welatê xwe yê xweşik û ciwan, ji ser kaniyên avê, ji nav bax û baxçeyên me derxistin û em birine welatin biyanî yên çol, û şûn û warên me hatin kavilkirin…

Gelo, ev tev ji ber çibû? An ji bo çi bû? Ma tenha ji ber ku me dixwast ku em bi Kurdî stranan bibêjin?...Tenha ji bo ku keyên gundên me, karbidestên qeza û û bajêrên me Kurd bin? An ji ber axazin bilindtir van heme serpêhatî çê bûn? Van malmezin û rêber hatin darvekirin, van kiç û law di zindanan de hatin kuştin û tunekirin? Van gund û bajêrên me dane ber top û gulleyan, an jehr û Napalmê?
Mixabin…Sed car mixabin! Ku hinek siyasetmendên Kurd, paş evqas qurbanî, paş çendîn serhildan û hilgavtin, dixwazin armanca me ya mezin û serekîn bincil bikin, û hinek ji wan jî bizava xwe dikin ku têkoşîna gelê me wilo erzan û heban bikin, û bi ser ve jî dibêjine me:”-Eger em nebana ev gel tune bû!”…

Mixabin, gelek roşenbîr jî ji van “Wetenfiroşan” re seriyên xwe dihejîn û bi heft desmalan li ber deholên wan hildiperikin û ji wan re bi şev û roj tewdikin.

Çawa gelê me bê wan tune bû? Ma ne ewana zarokên wan dayîkan in, ewên ku di hembêza dayik û bavên şorişvan de, mezin bûne? Ma qey evana dûroka me ku bi şoriş û serhildanan xemilandî naxwînin? Ma qey evana dikanin navin wekî yên Dr. Fuad, Dr. Dêrsimî, Şêx Saîd Pîran, Xoybûn û Agirî ji deftera me ya zêrîn sîlbikin?

Ez dibêm ku gelê me ne ji bo ziman û çanda xwe tenê evqas xebat û kefteleft kir, ne ji ber xistina çend nûnerên xwe di parlemanên neyaran de ev qurbaniyên mezin dan, ne ji bo Autonomî tenê, ne ji bo herêmeke federal tenê, zincîreke dirêja a şoriş û serhildanan, ku di xûna zarokên wî de hatiye avdan, di dûrokê de pêda kir. Bêguman armanceke wî ya mestir hebû, û hîn jî ew armanc bi cîh nehatiye. Ew jî rakirina tixûb û serhedane, yên ku neyar û kolonyalîstan di nav zevînê wî re pêdakirine, bihevxistina parçeyên kûzê wî yê ku bi destên dijminan hatiye şikandin, û standina azadî û serxwebûna Kurdistana wî ye…

Dibe ku hinek ji rêberan gav bi gav, li gor hêz û kanîn û zanîna xwe, ber bi armanca pîroz a gelê xwe ve diçin, û tew peyva “Serxwebûnê” nînin ser zimanê xwe. Eve “siyaseteke” ne şaş e, dibe hinek jî bo parçeyekî Kurdistanê dixebitin, yên dî ji wan re niha ne giring in, eve jî dikeve mejiyan û têye pejirandin, lê tew naye pejirandin ku yek li hember yekbûna hêzên neyaran, li hember peyman û hevkariya wan, tenha bi parekî ji hêza xwe ya tevayî bilive û bixebite…

Ya tev wêran û nebaş jî ewe, ku yek hîviya “Serxwebûna Kurdistanê” di dilê gelê xwe de vemirîne, bo hinek tektîkên xwe yên partînî tinaziyên xwe bi axaza Serxwebûnê bike, wê armancê wekî çewtiyeke dûrokî bide diyarkirin, û çanda siyasî gelê xwe de xêzeke dij bi Serxwebûna Kurdistanê pêda bike, û rêçên livîna wî ber bi hembêza neyaran ve biçin.
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê