Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Mêrekî keçel carekê
 
Mêrekî keçel carekê
2011-11-18 12:46

Mêrekî keçel carekê
Dilê xwe da bû keçekê
Roj çûn
û şev derbas bûn
Herdu,
bi hevdu,
pir şa bûn…
Dawî,
Karwanek ji dûr ve hat
û vêre jineka qanat…
Mêrê keçel ji ber hejariyê
Bû berdestê wê horiyê
û jêre kete nav kar û bermaliyê
Xanimê ji mêrê keçel hez kir
Bi destê wî girt û bi dilpijînî ges kir…
Mejiyê wî…û teviya jîna wî tev li hev kir.
Mêrê keçel bi wê re kete avê carekê
û ji nişka ve bû girtiyê davekê
Xanimê jê xwest, dilê xwe jê re bîne
û wekî kewekî gozel li ber wê dîne
An jî…
Berdana wî ji dava hevrîşmî tew nîne…
Mêrê keçel çû ba keça ji zû ve dilbirî
Ji wê lava kir
û pir bi ser de girî…
Keçê gotê:
‘‘Keçelo, te dilê xwe giş da min.
Tu yê çawa ser ji nû ve bistînî, diyariya min?‘‘
Keçel gotê:
‘‘Delalê, ka bide min, tenha niviyê dilê min
Heger tu nedî, eve dawiya jîna min.‘‘
Keça dil tijî bû ji kînê
û hat dagirtin bi nevînê
dest avêt kêrekê
Li sîngê wî da, carekê
Kêr bi jor ve hilda
Bi xwîna mêrê keçel ber çavê xwe kilda
û nîvê dil wî jêre xist nêv desmalekê
Mêrê keçel seriyê xwe carekê hejand
Belê mirinê rê ji ber çavan revand…
Ji wê rojê ve,
Ji ber wê yekê ve,
Kesekî keçel nema hez dike bêtir ji jinekê
Da nekeve davekê
û dilê xwe nexe ber tîjka kêrekê...

Çima?
Cankurd
Avdar 2, 1980
Me dil bû wertiyek xûnê, tijî kul bû
Me ronahî nedît, herdem şeva reş bû
Me dil dîsa perîşan û tijî xem bû
Ji ber êşan û fîxanan, wekî çem bû
Neyar û dijminan xarin dil û cergan
Gelê kurdî dixu hestî, dixu lingan
Hemî Rustem, hemî Kawa demê cengan
Çima îro ketin kozan, ketin zincan?
Nizanim ez, heya kengê mê razin
Çima dûrin ji mafên xwe, belengaz in
Çima dîsa bi feryad in, bi awaz in
Li ber dijmin hemî jar in, li hevbaz in?
Nema xîret, nema rûmet me yek carî
Neşên rabin, neşên bilvin ji bin barî
De rabin carekê dîsa ji jengarî
Temaşakin li baranê, gelek barî…
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê