Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
 
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
2010-07-14 08:14

Cankurd

Min bihîst ku hêjayekî Kurdan gotiye:”Ewê gota serxwebûna Kurdistanê bike, êdî ew xayîn e!”
Hêjayo! Bi Xwedê, ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim, û eve armanca min a tev bilind e di jîna min de, û ez amade me di ber vê yekê de canê xwe jî bidim. Heger eve “xiyanet” e bo gelê Kurd, de rabe ji comerdiya xwe navê min di lîsteya xayînan de binivîse. Hema her bawer bike, wê rojekê ev gelê binzorkirî bigihe serxwebûna xwe û wê navên xayînên dij bi serxwebûnê di deftera xwe ya zêrîn de nebîne…Wê sergoyên Kurdistanê jî bi wan “xayîn” ên rast xayîn neyên navkirin. Ez soz didim te.
Hêjayo!
Te dikanî bigota:”Ewê serxwebûna Kurd û Kurdistanê dixwaze, dilgermekî nezan e, helbestvan û xewnok e.” an jî te bigota:”Qey ew har bûye, bi çiya ketiye, û ji xwe re koçk û serayan li ser ewiran pêda dike, çêrokên Avatarî ji xwe re vedihûne, an ew ciwanmirovekî tênegihayî siyasetê ye…” Hema kesê/a serxwebûna Kurd û Kurdistanê ji xwe re bike armanc û axaz,tu wî/ê wekî “Xayîn” bidî şeqlekirin, eve tew nakeve seriyan û pêwîste tu mikiriyê bi çewtî û şaşî û kêmhişiya xwe bînî zimên û poşmaniya xwe li ber gelê xwe bidî diyar kirin.
Li gor ya te be, heme rêber û mezin û serkêşên gelê me, yên xûna xwe, can û malê xwe, bo vê yekê dane, tev xayîn bûn…Qey Dr. Fuad, Şêx Seîdê Pîran, Leyla Qasim,Dr. Şivan û Mazlum Dogan xayîn bûn? Hema di van 30 salên dawî de bi hezaran law û kiçên me yên leheng ji serxwebûna Kurdistanê re zevîn û çiyayên xwe bi xûna xwe avdane. Qey ewana giş nandoz û dizkar û keleş bûn, peyrewên neyaran û “Caş” bûn?
Di vir de, tu û çi kesê/a wek te diramîne, nagihin toza bin lingên wan fedekaran, niştperweran û azadîxwazan…Şehîdan…
Ewana ciwan bûn, ji Kurdaxê, li rojavayê Kurdistan, ji Behdînan û Soran li jêriya Kurdistanê, ji Sine û Mahabad û Xoy, ji rojhilatê Kurdistanê, ji Amed, Batman, û swêreka bakurê Kurdistanê, û ta ji komarên asiyayî yên Sovêtistana berê, hatin, lek bi lek, da di ber gelê xwe de berxwedanê bikin û ji serxwebûna niştê xwe re xûna xwe bidin. Qey evana tev “Xayîn” bûn?
Gelê Kurd dixwaze di nav hev de, bi hev re, wekî neteweyeke cîhanê bijî, azad û serbixwe… Kesek nikane vî mafî herdem bincil bike, bitepisîne…û ji mejiyê gelê me sîlbike…Ev ramana hêja û pîroz ketiye seriyê min jî, û wekî min bi mîlyonan mirov li Kurdistanê hene, ku amadene di ber serxwebûna Kurdistana xwe de canê xwe bidin.
*Herbijî têkoşîna neteweya Kurd bo Serxwebûna Kurdistanê.
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê