Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Solên sor
 
Solên sor
2012-01-05 12:00

(Kurdîkirina efsaneyeke Almanî-Hungarî) (*)
Cankurd, 28.12.2011
Çi hebû, çi tune bû…
Li gundekî hejaran, ku di ber daristaneke mezin de bû, keçeke piçûk a sêwî li nav malan dijiya, parsa nanê xwe ji gundiyan dikir û di rewșeke pir wêran de rojên xwe yên tehl û tirș derbas dikirin. Zivistanên sar jî ew bê cilin, ku wê ji serma û seqemê biparizin, dima. Solên wê jî tune bûn. Kesekî ji xwe re xwedîkirin an paristina wê sêwiyê nekiribû bar. Karbidestên deselatî jî tew haj rewșa mirovên hejar nedikirin. Hîn di dehsaliya xwe de, wê sêwiyê zanî bû, ku kar û barên jiyana wê tenê histobariya wê ne. Lew re ew di dilê xwe de dihizirî, çewa ew ji xwe re solin germik pêda bike, û ji ber wê yekê, di ber dikana koșkarekî solan re çû û hat û bi dizîka li wî temașa kir, çewa ew çerman dibirre û solan didirû. Ji wê re çerm, șûjin û nexekî șimakirî pêwîst bûn.
Keçika sêwî jîr û jêhatî bû. Di demeke kin û kurt de, dest bi dirûtina solekê kir. Soleke ku rengê wê yê sor dîna keçikê bi ser xwe ve kișandibû. Ew bi karê xwe serbilind bû, sîngê wê yê piçûk nema têra dilê wê dikir. Pêyêd xwe yên xas xistin cotê solên sor, pișt re hate bîra wê, ku divê ew ji bo rêzgirtina wan solên sor, lingêd xwe yên qerêj paqij bișû. Solêd xwe xistin bin çengêd xwe û çû di coyekî ava sar de lingêd xwe șuștin. Ji serma bêçiyên pêyêd wê șîn bûn, lê ji ber xatirê wan solên sor ên hezkirî, ji xwe re digot: Xem nake. Herçend gavan gavdikir carekê dawa kincê xwe yê kevnar, di destekî xwe de, kom ser hev dikir, û bi bin kabêd xwe de dinêriya, da ew solên xwe bibîne. Ew hem dilșad û hem jî serbilind bû bi karê destên xwe, lê gava dihate bîra wê, ku dibe ew dîsa wê rojê birçî di axurekê de rakeve, ji dilê wê kesereke kûr û dirêj hildikișî.
Rojekê ew jî di nav hinek zarokên dî de rawestiya bû, ewên wekî wê hejar û sêwî bûn. Wan li aliyekî rê destên xwe bo parsê vegirtibûn, û çavrêya hinek kesan dikirin, da pariyeke nan an penesekî bidin wan. Ji aliyekî ve çar koleyên qanat û bi hêz hatin, ku di nav xwe de mehfeke hevrîșmî ya zer û sipî, li ser du dîrakin dirêj hilgirtibûn. Ewana hatin li ber zarokan rawestiyan û mehf ji milên xwe daxistin tenga kabêd xwe. Ji hindirê mehfê jineke navsalî histo û destekî xwe bi derve de dirêj kirin, rûyê xwe yê nîvpêçayî ber bi wan kir, bi destê xwe hinde quruș avêtin ser wan, ku zarok giș li hev xurcilîn û her kesekî xwest ew bêtir qurușan ji erdê rake, û bi ser hev de kirine cirecir. Tenha xudana solên sor, di cîh de, bêliv rawestiya, wekî ji wê pare tew ne pêwîst bûn. Diyar bû mehf û xudana mehfê teviya hișê wê revandin û nema dizanî çi bike. Jina xanedan carekê bi du çavin kesek, ên wekî yên pisîkekê, ji jor ve ta bi solên wê nêriya û bi tliya xwe nîșanek dayê, ku biçe ba wê. Keçika solsor ber bi mehfê ve çû, jina xanedan bi çeplê wê girt û kaș kir, keçik hilkișiya nav mehfê. Jina ku di ber kirasekî rengîn, tenik û dirêj de bû, bi destê xwe yê dî zengilekî piçûk hejand, her çar koleyan bi hev re mehf hildan ser milên xwe û yekser ji wir bi rêketin û zarok bi pey wan ketin. Di teviya rê de, keçika solsor bi mehfa wekî hezêlekê dihejiya dilșad bû, ji ber ku wê tiștekî wilo berê nedîtibû û nebihîstibû. Jina xanedan jî herdem bêdeng li cilên wê û li solên wê yên erzan û sor dinêriya.
Mehf giha ber dergahê koçkeke mezin û kevnare, ku tenha baron û axayên maldar dikanîn di maleke wilo de bijîn. Paș ku ew li pey xanimê di nerdewanekê re derbas nav koçkê bûn, tiștê xanimê di serî de bo wê gotiye ev bû:
„- Va cil û solên xwe yên erzan û gemar ji xwe deyne, bila jinên berdest seriyê te pak bișûn û cil û solên te bavêjin nav agirê.“
Dilê keçikê hate girtin, hema nedizanî çi bersîvê bide wa xanima ku ew ji nav hemî zarokên hejar û sêwî hilbijartiye û bi xwe re aniye mala xwe. Du jinên qelew ku cilên wan wekî yên așkaran bûn hatin, xwe ji navê de bo xanima xwe piștxûz kirin, heryekê ji wan bi çeplekî keçikê girt, ew dane nav xwe û bi xwe re birin. Bihna goștê xav û gelek xwarinan bi hev re ji wan hate difna keçikê.
Paș ku cil û solên sor ên keçikê avêtin nav agirê, dilê wê pir xemgîn bû, ji ber ku wê ew sol bi xwe çêkiribû û ji rengê wê sor pir hezdikir. Kesereka kûr kișand û bê xwarin çû razanga ku ji wê re hatibû amadekirin, cara yekemîn bû ku wê seriyê xwe danî ser balifekî nerm, çavên xwe dan hev û bizava xwe kir ku solên xwe yên sor ji bîr bike…
Roja yekșembê, ku gundî tev diçûne dêrê bo nimêja xwe bikin, xanimê çavrêya keçika sêwî kir ku ew cilin paqij û hêja di ber xwe ke û bi wê re biçe dêrê. Keçik li soleke hêja û paqij geriya, dît ku di sandiqeke darî de gelek solên cihê-cihê û ji gelek rengan hene, hinek zirav wekî nikilê qazan dixuyan, hinek pehnîbilind ku wekî du stûnên zirav ên di binê solê de dixuyan û hinek jî wekî fîlurên bê pehnî, sivik û nermik, lê yeke bi rengê sor tune bû. Dawî dît ku tiștekî di taqeke malê de dixuye, wekî çiraxekê șewq dide. Sandiqa solan kaș kir ber dîwarî, hilkișiya û destê xwe avête hindirê taqê, dît ku coteke solên sor e, lê pir ji yên wê çelengtir, nûtir û baștir dirûtî ye. Ew pir dilșad bû. Bi zûkî pêyêd xwe xistinê û bi derve de beziya, lê gava çavêd xanimê li solên wê ketin, rûyê wê tehl û tirș bû, hema tiștek negot.
Di dêrê de, gelekan bi dîtina keçika sêwî, ku bi wê xanimê re hatibû, dilxweș bûn, hema gișan bi nevînî ‚kurh‘ li solên wê yên sor nêriyan û rûyêd xwe ji wê guhartin. Keçikê nizanî bû ji çi ra ewana ji wan solan hez nakin, û di dêrê de nebaș bû, ku ew bi xanima xwe re, ku wekî mezineka gundiyan tê nasîn, li ser sola xwe ya nû bipeyive.
Ji nișka ve, keçikê dît ku ji șabûna wê bi wan solên sor, dilê wê hilperkê ‚reqsê‘ dixwaze. Pir bizava xwegirtinê kir, lê viyana dilan gelek hêzdar e. Ew ji nav gundiyan derket û li pêș wan hilperikî, wekî ordeka ku bi vegera hevalê xwe dilșad bûye, vir de û wê de, difirre û basikan di ser ava golekê re li ba dike. Hinek ji nimêjvanan keniyan û hinek jî xeyidîn, hema xanima ku ew keçik bi xwe re anî bû dêrê, bi nêrîna wan re rûzer bû, lê bêdeng û bêlivîn li wê û li wan temașa kir.
Di rêya vegerê de, ku keçik di tenișta xanimê de, di nav mehfê de, li ser doșekeke giran û rengîn rûniștibû, cotê solên xwe jî xistibû dawa xwe, wekî bûkelîstokekê, xanimê gotê:
„-Keça min a kubar, qey te ev cotê solan hilbijartiye?“
„-Min ji solên sor hezdikim.“
„-Ma te nedît, çewa hemî gundî ji te sîv hatin?“
„-Min dizanî ku ewana hejarî û sêwîtiya min nepejirînin.“
„-Dibe jî, hema haj xwe bike, bila em di nav gundiyên xwe de nebine leng û pêkenok.“
Roja dî, dewateke mezin a lawekî xanedan li gundekî dî hebû. Xanim jî hatibû vexwendin. Ew çû dewatê û keçika sêwî jî bi xwe re bir. Di dîlanê de çavêd dîlangeran gișan li solên sor ên wê keçikê bûn, hema kesekî bo wê tiștekî nebaș negot. Wê rojê ew pir hilperikî, sema bi dilê wê bû, û carina jî di orta dîlanê de, bi tenê xwe, hildiperikî. Diyar bû ku solên wê yên sor viyaneke bi hêz xistibû dilê wê.
Li dawiya wê rojê, berî ku ro biçe ava, xanim bê keçika sêwî vegeriya mal, ji ber ku keçik ji dîlanê derneket, û tew guh neda bangên wê. Keçik bi solên xwe yên sor, bi hilperkîna xwe ve gêro bûbû.
Di navbera gundê ku dewat lê hebû û koçka xanimê de, rêyeke dirêj û berwar hebû, bi kaș û gelî bû, û carina rê dikete nav daristana mezin a ku li paș wê koçkê bû. Keçikê dît ku asîman sor û mor dibe û lew re bizava xwe kir bo vegerê, hema nikanî bû ji hilperikînê raweste, solên wê teng bûbûn, an jî pêyêd wê werimî bûn û wilo diyar bûbû ku bîçiyêd pêyêd wê stûr û qelewtir bûne, tew nema dikanî cotê solan ji lingêd xwe bike. Dawî têgiha ku solên wê yên sor wê binzor dikin, ku hilperikîna wê bigude û neyê rawestandin. Wê pișta xwe da dewatê û berê xwe da rêya ku tê re dema taștiya hatibû. Kesekî ji gund negotê: „-li vir bimîne“, ji ber ku dewat bû û her yek bi karê xwe ve, an bi mêvanê xwe ve gêro bûbû. Keçik di rê da hilperikî û di wan sirt û newalan re ber daristanê ve çû.
Dema ew gihaye nav daristanê, êdî ro çû bû ava û tariyê perdeya xwe bi ser daran de daxistibû. Siya keçikê ku li binê sirtekê dixuya, ji ber hilperkînê dihilat û dadihat, êdî winda bûbû. Hêza wê nema bû, hema solên wê yên sor li wê zor dikirin ku ew hilperikîna xwe bigudîne… Ji dûr ve dengên rovî û çeqelan, beraz û guran hatin guhên wê û tirs xistine dilê wê, hema ew bê rawestan hildiperikî.
Paș kurtdemekê, rê giha nav darin qelew ên ku wekî komeke mêrên serxweș, xwe bi hevdu pesartibûn da nekevin, û giș ji navê de dihejiyan. Li wir rê bû du șax, șaxek bi aliyê rastê de û yek jî bi aliyê çepê de. Keçik di cîhê xwe de ziq rawesta, êdî nema dizanî ku ve biçe. Dema bi xanimê re hatiye, ewana di nav wê mehfê de bûn, ku li ser milên çar koleyan bû, wê tew dîna xwe neda bû rê. Ew hizirî, ka bi kijan alî ve biçe, hema ji ber hilperikîna xwe hișê wê baș kar nedikir. Li dawî bi aliyê çepê de çû, lê wê nedizanî ku ew rê diçe kûraniya daristanê, û di tariyê de winda dibe.
Demekeê dirêj ew hilperikî, ta giha ber malekê, ku çirûskeke ronahî di taqeke malê re xuya bû. Bi hilperikînî giha ber deriyê ku ji daran çêkirî bû, û carekê bi gurmista xwe lêda, derî bi zûkî vebû, Pîremêrekî girs û qanat derî vekir û bi çavin hûrik ji jor ve li wê nêriya, dît ku ew di cîh de hildiperike, lê pir westayî dixuye. Pîremêr carekê desetekî xwe avêt riha xwe ya dirêj û sipî, pișt re bi hindir ve çû û keçik jî li pey.
Keçikê di ber hilperkîna xwe re gotê:
“-Mamo, ji nîvro de ez di vê rewșê de me, ez nikanim rawestim, ji bo Xwedê harîkariya min bike. Derdê min ji cotê solên sor e.”
Pîremêr ta nîva șevê gelek bizav kirin, da cotê solan ji pêyên keçikê bike, hema ew bi ser neket. Ta sibê ew bi kutekê orta xaniyê xwe ve girêda, lê gava ew ji nav ben û kêndirê azad kir, dîsa ew hilperikî, hilat û dahat, ku tiștek ji xwarinê di zikê wê de nama.
Li dawî, gava çare neman, keçikê ji wî xwest ku ew palte bîne û lingêd wê di gûskan re bibirre. Pîremêr bi ya wê kir, lê wilo bi zûkî û zanayî, ku keçikê ji nișka ve xwe bê pê û bê sol dît. Ji ber êșê hiș ji seriyê wê çû û pîremêrê ku di jîna xwe de gelek caran ji ber karê darbaziyê birîndar bûbû, dizanî çewa lingêd wê yên birrandî derman bike.
Paș du rojan keçik li xwe hișyar bû, dît ku ew nema hildiperike, û ew bê pê ye, solên wê yên sor tew ne li wir in. Pîremêr gotê ku pêyêd wê yên jêkirî di wan solan de hilperikîn û bi pașiya daristanê de çûn winda bûn.
Bi ser wê yekê de, keçikê kotikek ji pîremêr stand. Du aliyên wê qulkirin, benek têre derbas kir, ew kotik bi milê xist, û ji wir derket, li nav gundan bi parskirinê jiya, xwarina ku jê re dixistin kotikê, li bin darekê, bi tenê xwe, berî razanê, dixwar. Ne ew careke dî li xanima maldar pirsiya û ne jî kesek li wê pirsiya. Paș mirina pîremêrê darbirr, ew hate mala wî, ya ku di nav daristanê de bêxudan mabû, û jiyana xwe ya mayî di wê malê de bir serî.
---------------------------------
(*) Kurdîkirina efsaneyê li ser kurtiya wê, ku xanim a navdar Clarissa Pinkola Estés di pirtûka xwe ya giranbiha „Gurejin“ de nivîsandiye, û ji Ingilîzî hatiye wergerandin bo Almanî, hema ev Kurdîkirin ne wergerandine. Cankurd
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê