Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Cankurd: Were, em bifirin
 
Cankurd: Were, em bifirin
2010-07-07 11:30

Were,
Bi hev re
Em ji vir biçin
Xwe ji dem û cîh azad bikin
Bi hev re
bala û gelek dûr bifirin…
û li niştekî dûr
dûrî van kelehan
dûrî van sebehan
Em ji xwe re
Li bihiştekê bigerin…
û gava em westiyan
bila em bi hev re bimirin…
Were,
Em li pêlên zireya Atlantik suwar bin
Bi ber bad û bahozek nû Kevin
û ji va rengejiyana bi gelek rûyan
rizgar bibin…
Were,
Em bi tiryaxa evîneke nû
Ser ji nû ve
serxweş û mest bibin
û li hember hêrişa kîn û nevînê
em yekhest bibin…
…û bila li ber çiraxa evîna min û te
bi hezaran gulbax û behar geş bibin.
Were,
Em di nav stêrkan de zevîneke nû
Ji xwe re pêda bikin
…û wê zevînê li ser navên xwe tomar bikin.
Em ê li wir,
her bîranînekê sîl bikin
van bêbextan
û van perwazkiriyan
tevan ji bîr bikin…
Were,
Em piyala dawî bi destpêkeke nû dagirin…
Em bala û bilind hilkişin
Bi milyonan meh û salan
di ser van asoyan re bifirin…
De bila tev li pey me bibêjin:
Heywax, evana çi zûkî hatin û çûn?
çi zûkî ji nêv me barkirin?
û çi zûkî jiyan û mirin…
jiyan û mirin…?
14.12.2007
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê