Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
 
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
2011-07-21 08:17

Di warê kongireya neteweyî de
Ji 2ê sala 1889ê ve, navçeya Dakota (Dakota bașûr û ya bakur), ku dikevine bin serhedên Kanadî-Amerîkî, li gor pirtûkên dûrokî û li gor rastîniya rojane, parekin ji dewleta Amerîkî (USA). Lê belê, berî niha bi 16 salan niștevanekî Dakota, ku bi navê John Roljinskî ye, kanî bû bi cîh bikira, ku tevlêkirina Dakota bi wîlayetên dî re, tenha bi terzekî leșkerî çêbûye, hema çi bingeheke destûrî an zagonî jê re nîne. Wî dest pêkir bi nivîsandina nameyan ji mezinên dewletê re û axaza cihêbûna Dakota ji sîstema wîlayetên amerîkî kir.
Di sala 2003 de Sînatorekî mijara dengdayîneke gelêrî ya xelkê Dakota daxist gengeșiyê lê ew bi serneket. Paș ku dadkaran di van salên dirêj de ji hêja John Roljinskî bawer kirin û maf dan wî, bo bi cîh anîna dengdayînê de, ew pê hișyar bû, ku sînorên Dakota bi terzekî zagonî tew nehatîne nasîn, lew re pêdivî niha bi lêkolîn û gengeșiyeke nû heye, ew jî wê çend salan dirêj bike, em nizanin.
Hêja Dr. Abdulhakîm Bașaar, ku serokê Partiya Demokrat a Kurdî ye (Alpartî) li Sûriye, taze pê hișyar bû, ku taqek li dîwarê me heye, bayekî tund tê re bi ser me de tê, lew re bo gelê Kurd, bo tevgera kurdî û bo rewșenbîr û jin û ciwanên kurd, kongireyeke neteweyî ya kurdî li Sûriye niha pêwîst e.
Eve jî paș hefteyekê ji serlêdana hinek berpirsên Encumena Neteweyî ya Kurdistanî- Sûriye (KNAS) bo Koçka Sipî li Washington û paș peyivîna serokê wê di xaniyekî de ji wan xaniyên gewre yên Kongirêsa amerîkî. Eve rast seyr e û ciyê pirsê ye. Qey hêja Dr. Ebdulhakîm Beșar vê encumenê tew nabîne û nizane, ku ev "Meclîs: Danișgeh" dikane hinek xebat û bizavên baș bike, ku hinde partiyên me ta niha nikanîn bikirina?
Ev li xwe hișyarbûna birayê hêja tîne bîra me, ku partiyên kurdî sûrî, berê jî paș avabûna vê encumenê yekser hatin ba hev û gota "Vegêreke siyasî" ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê kirin û gava ziyaneke mezin gihandin vê encumenê, qirikên ku dikirine qîjeqîj ji nû ve dûr firiyan û mijara "Mercîîyetê: Vegêrê" dîsa bincil bû û ta niha tiștek ji wan bahoz û tolazan dernekt, çi rûn bi ser dewê wan serok û merokan neket.
Baș tê bîra min, ku hinek partiyan hîngê gotin:"Em vê encumenê (KNAS) napejirînin." Me dizanî ji bo çi wilo dibêjin! Ji ber ku rêberê wan ê rûhanî tew hebûna parçeyekî ji Kurdistanê bi navê Rojavayê Kurdistanê napejirîne, û ewana jî hîç encumenekê, partiyekî, komeleyekê an desteyeke çandeyî-folklorî jî, ku ne di bin saya rêberê wan de be, napejirînin.
Hinekan jî gotin:"Hûn axaza federaliyeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin, hema partiyê me vê yekê naxwaze." Bi wateya: ewana nikanin bo gelê Kurd federaliyê bixwazin, ta partiya wan dixwaze.
Hinekan jî gotin:"Hûn bizava roxandina sîstema Baas li Sûriye dikin. Em vê yekê armanc nakin."
Hinekên dî gotin:"Hûn dixwazin têkiliyên KNAS bi derve re avabikin. Em hîç guh nadin tiștên wilo."
Mixabin, hinek zana û siyasetmendên bi nav û deng jî gotin:"Serokê encumenê ji vê malbetê ye, lew re em napejirînin...!" Qey berê neyartî di navbera malbata wan û ya serokê encumenê de hebû?
Axaza tevan jî ew bû, ku serokê encumenê ji partiyan be, lê kesek bi nav nekirin, da pevçûn li ser serokatiyê di nêv wande pêda nebe,berê kelem di nêv wan de pir in. Gișan axaza %60 ji sendeliyên encumenê bo partiyan kirin, lê diyare hêja Hekîm Beșar ji wan naziktir e, em niha kêmtir dixwaze.
Gewriya me ji ber peyivînê di ber ramana Encumenkirina tevgera me siyasî zuwa bû, hema kesekî bi ya me nekir. Pașiya șewlerên xwe daweșandin, kulahên xwe rast kirin, rabûn û çûn û careke dî li paș xwe nenêriyan, hema em baș dizanin ku hinek ji wan ta niha jî poșman in.
Di vê demê de, gelê Sûrî tev derketiye serhildanê û roxandina sîstema Esed armanc dike, jê re xebat û kefteleftê dike û gelek qurbaniyan her roj dide. Ta niha bêtir ji 2000 mirov hatîne șehîdkirin, bi hezaran birîndar û girtî hene, hema hêja Hekîm tenha gota pêwîstiya "Rêveçûnên aștiyane û demoqrat ên Kurdan" bi navê encumeneke neteweyî dike, lê armanca wan nabêje, tevî ku rewș wêran e, gelek wêran e... Ew li ser axaza "Autonomî" an "Federaliya kurdî" jî tiștekî nabêje, tevî ku ji sala 2000î ve ev axaz firehtir di nêv gelê me de belav dibe û partiyên ku van axazan dixwazin jî hene û livbaziyên xwe yên siyasî bi xortanî li derve ji bo wan dikin. Hêja Hekîm tenha bi așkereyî li ser "Dialoga neteweyî bi deselatê re" dipeyive û wê dialogê dike bendek ji bendên projeya xwe ji kongireya neteweyî re.
Dîsa jî pir baș e, ev destpêk ji aliyê partiyekî ve, weke (Alpartî) li Rojavayê Kurdistanê, ku encumeneke hevparpêda bibe. Hema hîviya me ji hêja Hekîm heye, ku ew bersivên pirsên me û yên xûșk û birayên dî jî bi sîngekî fireh û bi wêrekî li ser vê mijarê bide, da diristiya kesanî û siyaseta wî ji dest neçe. Ka ew çi li ser KNAS dibêje? divê em wê biherifînin, xebata wê bavêjin paș milên xwe, û yeke nû, bê navê Kurdistan û bê axaza federaliyê, ava bikin? Ka em dev ji armanca roxandina sîstema Baas ê hov û neyar berdin? an jî em li ser xebata vê encumenê xebateke balatir, hêjatir û xortir avabikin?
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê