Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Aziz Gûlmûş : Cepheya Çîngeneyan
 
Aziz Gûlmûş : Cepheya Çîngeneyan
2010-06-24 12:49
MediaKurd > info@mediakurd.com
Nivîs: Aziz Gûlmûş
Wergêr ji tirkî: Dr.Cuwan Heqi
Jêder: www.sercavan.com

Li mînîbûsa, ku camên wê bi perdeyan hatibûn girtin (tarîkirin), siwarkirin. Piştî ku nêzîkî pênc deqiqeyan li nava bajêr gerandim, gava em vegeriyan ser rêya Seyrantepe, çavên min bi kinceke stûr girêdan.

Piştî demek dirêj ku em di meydaneke vekirî de rêve çûn, têgiham ku em daketin xaniyekê. Qeytanên solên min, qarîşa min- li ser min çi hebûn- hemû ji min standin, vekirin. Piştî bi zilehan, pahînan û heqaretan ez bi erdê ve xirikandim. Ji zîqbûn û dengê klîtan, pêhesiyam ku em li ber deriyekê sekinîne. Destên min yên şunde girêdaybûn, vekirin û gotin: ”Ger tu wî kincê ber çavên xwe vekî bizane tu xilas dibî, namînî, vêca tu dizanî!” û piştre pahînek li paşiya min dan û pêhesiyam ku ez dehfandim derekî tarî. Derî li pişt min kilît kirin û çûn.

Bêdengiyek serdestî derdorê bû. Pişhtî demekê, min bi destê xwe hewil da ku li derdora xwe bigerim, binasim. Li derdora min ti qeliqandinek û dengek nebû. Carekî dî gava min bi destê xwe li derdora xwe pelan (gerand), destê min li desteke cemidî ket û ez gelek tirsiyam. Min ji xwe re got:
” Temam, bi dîn û îman me gû xwar! Ev der bêgoman cihê ku insanên hatîn kuştin û avêtinê lê ye!”.

Demek dî derbas bû, vê carê min hemû cesareta (ziravê) xwe kom kir û dîsa bi destê xwe li dorana xwe geriyam, vê carê destê min li pora kesekî ket û min destê xwe bi lez bi şun de kişand. Ji tirsa ez kincê berçavên xwe nikarim vekim. Tirsa min bi temamî zêde bibû. Gava min destê xwe careke dî gerand, destê min dîsa li destekî ket û di cih de dengekî got: ” De berde loo!!” seh kir, ez rehet bûm. Têgiham ku kesên ji ber îşkenceyan matrmayî, bêhal ketine û li ser vê betonê razane, ev bêdengî ji ber vê yekê ye. Piştre min dengên nimz, yên li ber xwe de, seh kir û tirsa min cihê xwe ji kefy û hêviyê re hêlişt.


Heya ku min kesê li ba xwe naskir, di wê navberê de demek dirêj derbas bû.
Têgiham kesê ku li ba min rûniştî xortekî 18-19 salî ye û min dest bi sohbetê kir:

-Çend roj in tu li vê derê yî?

-Abê tam bûn bîst û çar roj.

-Çima tu anîn vir?

-Wellahî abê ez çîngene me. Şev erebeya polîsan li ber min sekinî û ez girtim, birim- ji bo çi ez anîme, nizanim. Bêgoman wan ez şibandime kesekî.

Ev xortê he kesekî ku li dawetan dahol û zirneyan lê dixe bû. Gava ji dawetekê vegeriyabû, şevê li kolanê, gava ku derketina kolanê qedexe bûye, û wî jî ev qedexebûn îhlal kiribû, ew girtine. Xortê reben nizaniya ji ber çi jî ew anîne.
Ew bes pê dizane ku erebeya polîsan li ber wî sekinî û ew girtin û anîne.

Piştî demekê berdewamiya sohbetê, wî pirsa navê min kir. Min jî got ”Şemsettin”.

-Wêêêê abê, Wellahî navê bavê min jî Şemsettîn e. Belkî wî dinasî. Jê re dibêjin ”Çîngene Şemso”.

Min nedinasî, lê bes ji bo ku bibe sohbet, min got ”Erê.., erê dinasim”. Şabûna xortê reben diyar bû. Weku liqayî nasekî xwe hatibe, nava wî tejî keyf û hêvî bûbû.

-Abê, gava tu ji vir derketî, rêya xwe mitleqa bi mala me bixe û ji mala me re bêje ew sax e.

-Kurro, ez mala we ji ku nas dikim?

-Abê tu gundê Zoxê dinasî?

-Erê.

-Tam li kêleka wî gundî girek heye, pişt wî girî çadirên me hene. Gava tu bêjî ”Şemso”, herkes bavê min dinase, temam?

-Da ku hêviyên wî neşkin, min got ”temam”.

Bi zîqêna deriyê hesin, em têgihan ku kesin tên hundûrî. Pahîn, zilehan, derbeyên daran û qêr û hawar têkilhev bûn.

-Wey min qu---ê we kirî, xayînên welêt! Xulamên rusan! Bêjiyên ermniyan!

Ji her yek me, bi rêzê ve prisîn ku em ji kîjan rêxistinê ne.

-Tu ji kîjan rêxistinê yî kurro?

……….

-Abê, Wellehî ti eleqeya min bi ti rêxistinan ve nîne!

Gava mirov ev bersiv bidaya, mirov lêdana herî mezin dixwar.

Xortê çîngene yê li ba min, bi dengekî nimz got:

-Şemsetîn abê, rêxistina min nîne, ez çi bêjim?

-Ez çi zanim, hema navê rêxistinekê bêje û xials.

Polîsê lêpirsînê bi rêzê pirsî:

-Tu ji kîjan rêxistinê yî kurro?

…………….

--- DDKD !

-Tu?

……………..

---Özgûrlûk Yolu! (Rêya Azadî)

-Tu?

................

---Kawa!

-Tu?

……………..

---Ala Rızgarî !

Gava dor nêzîkî me bû, ji qelqa xortê çîngene di cihê wî de têgiham ku nerehetiya wî zêde bûbû.

Ji kesê ku li kêleka xortê çîngene yê rastê rawestayî bû eynî pirs kirin. Bi giştî kesên ku navên rêxistinan digotin, wan lêdan nedixwarin. Lê kesên ku digotin ”Bi ti rêxisitinan ve eleqeya min nîne”, ew perîşan dikirin.

-Tu?
…………………….

-Ji Eniya (Cepheya) Partiya Rizgarîxwaza Gel Ya Tirk (THKPC)

Dor giha xortê me yê çîngene.

--Tu?

Xortê çîngene bersivek ku ez ji binî ne li bendê bûm da:

-Cepheya Çîngeneyan!

-Keneke (liqe-liqa kenî) bi hersî ket. Ji ber vê yekê polîsê lêpirsînê:

- Nekenin kurro, wey min kirî qu---ê we hemûyan de!

-Hemu ser serê xortê çîngene kom bûn.

-Kurro, me hê nekariye kurdan hel bikin, vêca çîngene ji me kêm in, derketin bela serê me.

Xortê çîngene:

-Abê ez eslê xwe înkar nakim. Ez çîngene me.

-Tu çîngene bî, çi gû bî, bila bibî! Gava ti hatî girtin, bêgoman aletekê sûcê ser te girtine heya ku tu anîne vir! Gava tu girtin, li ser te tiştek derket?

Xortê çîngene:

-Erê, zirneya min ji min standin!

Polîs li hevalê xwe vegeriya:

-Zirneya vî li vir e? Yekî dî got ”Erê”

-Bînin, bila hinekê ji me re li zirneyê bixe.
-Ger tu baş lê bixî, soz, tê werî berdan!

Xortê çîngene:

-Ez di yê ku bernedê de…?

Me dîsa dest bi ken kir. Polîs:

-Binêre kurê min, bi me re bazarê neke! Ger tu baş li zirneyê bixî emê te berdin!

Zirne anîn. Xortê me dest bi zirneyê kir û lêda.

Polîs:

-Hop.. hoop, ev çi meqamê zirnelêxistinê ye? Min tiştek jê fêhm nekir. Ma tu bi kurdî li zirneyê dixî?

Xortê çîngene:

-Abê, ji vê zirneyê encaq dengê kurdî derdikeve, dengek dî dernakeve.

Dawiyê de polîsan:

-Xwe hazir bike, em te berdidin. Gotin û çûn.

Min jê re got:

-Binêre kurê min, adresa mala me ev e, here mala me, bêje mala me ku ez baş im. Gava min ev got, bersiva wî ez şaş kirim:

-Ger tu jî çîngene bûya û te zirne lêbixista dê tu jî berdan. Wellehî birako, naçim mala we jî. Bila tirba insanan jî ji ya (tirba) we dûr be!.

Berdewam dike.

Aziz GÛLMÛŞ
Pisporê Perwerdeya Xwendinê/Nivîskar