Skip Navigation Links
Kurdî » Hevpeyvîn : Firat Cewerî: "Ziman bingehê edebiyatê ye"
 
Firat Cewerî: "Ziman bingehê edebiyatê ye"
2010-05-29 22:43
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hevpeyvîn: Maruf YILMAZ

"Celadet bi Hawara xwe tenûr dada
Cewerî bi Nûdema xwe nan pêveda"

Sebrî Botanî
Firat Cewerî nivîskar, xwedî û berpirsiyarê kovara Nûdemê, wergêr û weşanger e. Wî heta niha zêdeyî deh kitêban ji zimanên cihê wergerandine zimanê kurdî û nêzîkî deh kitêban jî bi xwe nivîsandine. Herweha bi riya weflanên Nûdemê bi dehan nimûne ji edebiyata kurdî û ya cîhanê pêşkêşî xwendevanên zimanê kurdî kirine.
Firat Ceweriyê ku ji sala 1980ê û vir ve li Swêdê dijî, ev zêdeyî bîst salî ye ku di nava çalakiya ziman û edebiyata kurdî de ye û cihekî xwe yê taybetî di dîroka edebiyata kurdî de çêkiriye.

Edebiyat û ziman di kîjan flert û mercan de pêşdikeve?

Firat Cewerî: Edebiyat bi zimên dibe, ziman bingeh û çavkaniya edebiyatê ye. Ziman zaroka sîgnalên mêjî û pîvana entelektuelîya îndîvîd e. Zanebûna mirovekî, zanebûna îndîvîdekî bi qasî zanebûna wî ya zimên e. Bi qasî ku zimanê wî digere ye. Ji xwe yek ji tiştên bingehîn ku insan û heywanan ji hev vediqetîne ziman e, bi xêra zimên û bi alîkariya zimên mirovatî li riyên pêşketinê geriyane, bi têkiliya zimên bi hev re dane û standine û bingehê jiyaneke mirovane avêtine. Mirov bi zimên hîsên xwe, xeyalên xwe, daxwazên xwe, êşên xwe, hêrsên xwe bi lêv dike. Edebiyat jî ev e; hîs e, êşe, hêrs e, xeyal e, fantazî ye, daxwaz e... Gava em îro bala xwe didin kurdan, em dibînin ku kurd nikarin van bînin zimên, zehmetiyê dikiflînin, bi gotina wan ew nikarin xwe bi kurdî îfade bikin, nikarin bi kurdî daxwaza dilê xwe bibêjin. Nexwe, di aliyê întelîgensiya kurdî de handîkapek derdikeve pêflberî me. Piraniya mirovên me nikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin, hingî zanebûna wan, têgihîfltina wan bi qasî zanebûn û têgihîfltina zimanê wan dimîne. Gava rewşwisan be, bi wê zanebûnê ne welat dikarin rizgar bibin, ne keşif çêbibin, neşiüra miletbûn û azadiyê dikare xurt bibe û bêguman pê edebiyateke bedew jî nikare were pê.
Ziman dişerdên azad de bi pêşdikeve. Gava zilmek li ser zimên hebe, gava ziman qedexe be, ziman nebe zimanê xwendinê, zimanê bazarê, zimanê birêvebirinê, zimanê zanist û keşifan, zimanê edebiyatê, ew ziman bi pêşnakeve, bi pêşketina jiyana civakî re tê jibîrkirin û hêdî hêdî wenda dibin. Li dinyayê gelek nimûneyên wilo hene. Rewşa ku îro zimanê kurdî tê de ye jî, rewfleke kêm zêde wilo ye. Hemû pêşketinên siyasî û civakî ne bi zimanê kurdî dibin. Zimanê kurdî ji nîşana medeniyet û bajarvaniyê ketiye û bi tenê bûye sembola cehalet û paşketinê. Zimanê kurdî li mazatê pere nake, kurd bi xwe jî pênc peran di zimanê xwe nadin. Wek min got, bingeha edebiyatê ziman e, gava zimanek dewlemend be, bi her awayî di hundurê tevgerê de be, hingî di kîjan flert û mercan de dibe bila bibe, bi wî zimanî dikare edebiyat were nivîsandin. Yanî tu bindest be jî, tu girtî be jî, tu li serê çiyan be jî tu ê bikaribî bi zimanê xwe yê dewlemend daxwaza dil û mêjiyê xwe binivîsînî. Lê flerdên azad, jiyaneke aram, rewşa başji bo edebiyatê bingehekî qasidî ye. Bi kurtî ziman û edebiyat di flertên azad û aram de bi pêşdikevin.

- Bi raya te gava zimanê kurdî winda bibe neteweyê kurdî jî winda dibe?

F. Cewerî: Erê, ji sedî sed wê winda bibe. Bala xwe bidin kurdên ku zimanê xwe ji bîr kirine, ma mirov tu tiştekî kurdîtiyê di wan de dibîne? Li kurdên li Stembolan, Îzmîran, Enqeran binerin, ez nabêjim hemû, lê yên ku zimanê xwe ji bîr kirine çi ferqa wan û tirkan mane? Rengê wan yek, dînê wan yek, zimanê wan bûye yek. Reng yek be, ziman yek be, dîn cihê be dîsa imkanê li serlinganmayînê heye. Cihû welê bûn, ev zêdeyî du hezar sal in ku cihû ji cih û warên xwe derketine, li dinyayê belav bûne, lê dîsa jî nasnameya xwe ya cihûtiyê parastine. Hîs û fliûra wan ya di wî warî de xurt e. Hêrseke wan jî heye, dibe ku ev hêrsa wan di pêşerojê de hukmekî mezin têxe destê wan. Lê yê kurdan tiştekî wilo nîne, gava ziman diçe, ew jî pê re diçin. Gelek caran jî ew bi zanebûn ji zimanê xwe bi dûr dikevin, da ku ji xwe, ji nasnava xwe, ji koka xwe bi dûr bikevin. Ew ji ber xwe flerm dikin, ji esl û feslê xweşerm dikin, gava mirov ji xwe flerm bike, baweriya mirov ya bi xwe namîne û heger ew bawerî nemîne, cesaret kêm dibe, bi kêmbûna cesaretê reşexsiyet diçilmise ûşexsiyeteke çilmisî dikare bide dû eskerekî, bide dûşêxekî, bide dû dînekî, bide dû miriyekî... Tu jê re bibêjî bimire wê bimire tu jê re bibêjî rabe wê rabe. Lê mixabin, bi mirina zimên re, ew jî hêdî hêdî û roj bi roj dimire.

- Birêz Cewerî, edebiyat di flerê azadiya neteweyê kurd de roleke çawa dilîze?

F. Cewerî: Mixabin, tuşer merê azadiyê tune ye. Lê hin kurdên dilxwaz hene ku dev ji her tiştên xwe berdane û xwe mîna derweşan avêtine meydana tekoşîna gelê kurd. Hejmara van insanan gelekî kêm e, loma dengên wan di nav qirşû gemarê de dernakeve. Piraniya kurdan nizanin çi dixwazin. Radibin,şer dikin, tên girtin, îşkenceyê dibînin, lê gava ji nav lepên îşkencekaran derdikevin, dîsan bi dilê xwe bi zimanê wan dipeyivin. Gava di nav destên îşkencekaran de ne û îşkencekar çoyên xwe li ser wan dihejînin, ji wan re nabêjin hûn ne tirk in, zimanê tirkî tuneye, tirk ne miletek e, na, îşkencekar dibêjin kurd tunene, zimanê kurdî tune ye; belê, ew ji ber kurdîtiya xwe di nav destên wan de ne. Gava derdikevin, gava ji girtîgehan azad dibin jî, wek min got dîsa bi zimanê mehkemeyan, bi zimanê polîs û eskeran, bi zimanê îşkencekaran dipeyivin. Gava ez li insanên wilo difikirim pir gunehê min bi wan tê, ez li ber tab û keda wan dikevim, heger ew bi tirkî nebêjin "ben Kürdüm" wê ji xwe re bi rehetî li Tirkiyeyê bijîn. Erê, ew hem wê nabêjin, hem jî li tiştê ku ji bo wê têkoflînê didin xwedî dernakevin. Bi gotineke din li zimanê xwe xwedî dernakevin. Ha, ji ber kuşiûra milî li ba wan peyda nebûye, bişêrîniya zimanê xwe nehesiyane, bi girîngî û rola ziman û edebiyata xwe nehesiyane. Tu navê nivîskarekî kurd ji wan bipirsî wê nizanibin, kitêbeke nivîskarê kurd ku ne nêzîkî partiya wan be wê qîmet nedinê, wê pê lê bikin û derbas bibin. Bi rastî ev bobelatek e ku bi serê miletê kurd de hatiye. Xwedê vê yekê bi serê tu miletî de neyine!
Ez dixwazim werim ser pirsa te. Edebiyat ne bi tenê dişerê azadiya welatan de roleke mezin dilîze, herweha ew di hebûn û navneteweyîkirina neteweyan de jî roleke mezin û berbiçav dilîze. Rûmeta neteweyan gelek caran bi rûmeta flaîr û nivîskarên wan tê pîvan. Ma Shakespeare ne rûmeta îngilîzan e? Ma Pûşkîn ne rûmeta rûsan e? Ma Fransayeke bêyî Hugo, Balzak, Sartre, Camus... çi Fransa ye? Ma ne Goethe rûmeta almanan e? Edebiyat formê dide jiyana neteweyan, celebê jiyanê estetîze dike, fantazî û romantîzmekê tevlî jiyana xav dike.

- Kovarên edebî û kulturî divê di bin siya partî û rêxistinên siyasî de bin an na?

F. Cewerî: Ez bi xwe nikarim biryarekê bidim û bibêjim bila kovarên edebî û kulturî di bin siya partiyên siyasî de bin an na. Ew ne mafê min e û ne hedê min e jî. Kovar û rojnameyên bi ser partiyan ve jî hene û yên serbixwe jî hene. Ev ne bi tenê li ba me, li gelek derên dinyayê welê ye. Lê bi raya min gava herkes karê xwe bike wê baştir be, wê bêtir bipêşbikeve û bêtir bigihîje armanca xwe. Di ruhuyeta edebiyatê de tolerans û bêhnfirehî heye, lê siyaset li ser reqabet û meşa ber bi desthilatdariyê ve tê avakirin. Gava partiyên siyasî di muxalefetê de bin, ew li hemberî partiya an jî partiyên li ser hukum gelekî zimantûj in, wan didin ber pêla rexneyan; gava ew tên ser hukum vê carê yên din dikevin muxalefetê û îcar ew wî zimanê tûj bi kar tînin. Bêguman ez di vir de behsa siyaset û sîstemên demokratîk dikim. Ji xwe di sîstemên totalîter de partiyên muxalîf tunene û destûra weflanên muxalîfan jî tuneye. Heger em bi tenê xwe bi bakurê welêt ve bi sînor bikin, em ê bibibînin ku tu hukumek di destên kurdan de tuneye, lê legal û îlegal partî û tevgerên kurdan hene, ev partî û tevgerên kurdan jî li hundur û derveyî welêt ji xwe re hinek kovar û rojname derdixin; wê derxin, heqê wan e, lê kovarên edebî ku ew derdixin çiqasî pêflketî ne, çiqasî edebî ne, çiqasî ji edebiyatê re xizmetê dikin, li ber çavan in. Bi kirasekî siyasî weşanên edebî qels dimînin, edebiyat dibe qurbana siyasetê û pevçûn û xirecirên siyasî ber bi qada edebiyatê ve têne kişandin. Gava tu îro bala xwe bidî hin rexneyên Xwedêgiravî edebî, tu ê bêhn û tesîra siyaseta partîtiyê bafl tê de bibînî. Ziman hiflk e, raman hiflk e, perspektîf teng e. Ev yeka ha cih li cîhana edebiyatê ya fireh jî teng dike, edebiyatê tîne sînorê dijminahî û berberiyên siyasî. Mixabin, piraniya edebiyatvanên îro yên serbixwe jî, siyasetvanên do bûn. Loma, tolerans li ba wan jî kêm e. Ew bi perspektîfên siyasî nêzîkî edebiyatê dibin û bi nexwefliyên siyasî girên edebî ji hev digirin. Bi kurtî, divê em bikaribin edebiyatê û siyaseta partîtiyê ji hev veqetînin, lê mîna edebiyatvanên kurd em hemû siyasetekê jî dikin. Siyaseta me jî nivîsandina bi zimanekî qedexekirî ye, protestoyek e, li dijî zilmê serîhildanek e!... Di vir de em û partiyên siyasî digihîjin hev, em ber bi eynî armancê ve dimeflin.

- Birêz Cewerî, gava qala zimanê kurdî û kovara HAWARê dibe, axîn û oxîn ji dilê te diçe. Çima?

F. Cewerî: Belê, rast e, ez bi xêra kovara Hawarê bi xwe hesiyam, min bi xêra kovara Hawarêşexsiyeta xwe ya milî bi dest xist. Ji ber ku kovara HAWARê damara dilê kurdîtiyê ye. Hawar bingehê fliûra milî û destpêka fliyarbûna hîsên neteweperestiya kurd e. Di dîroka Kurdistanê de du kes û du flexsiyetên girîng derketine, yek jê Ehmedê Xanî, yê din jî Mîr Celadet Bedir-Xan e. Ehmedê Xanî berî bi sêsed salî bîra girîngiya zimanê kurdî biriye, Mîr Celadet Bedir-Xan jî pifltî Xanî bi dusedsalekî bîr biriye. Ev herdu alimên me jî pir bi zanistî li ser zimanê kurdî rawestiyane û ziman ji bo hebûna kurdîtiyê çeka herî bingehîn dîtine. Bi taybetî jî Celadet Alî Bedir-Xan bi riya kovara Hawarê di ziman û edebiyata kurdî de floreflek kiriye, bingehê rêzimana kurdî danîye, yekîtiya alfabeyê pêkaniye û deriyê edebiyata modern ji zimanê kurdî re vekiriye. Divê mirov ne bi tenê wek kovareke edebî li Hawarê binere; rast e, Hawar kovareke edebî ye jî, lê belê ew kovareke zimanî, kovareke çandî, kovareke ilmî û neynika yekîtî û hebûna miletê kurd e. Hawar hem dîroka edebiyata kurdî ye, hem jî dengê netewehez an jî nasyonalîstên kurd yên modern e. Ev jî hemû fikir û ramanên Celadet Alî Bedir-Xan bûn. Hawar berhema bêhnfirehî, netewehezî û entelektueliya Celadet Alî Bedir-Xan e. Gava min di destpêka salên 80an de kovara Hawarê bi dest xist, mîna ku malê dinyayê hemû bûn yên min, mîna ku min tifltekî xwe yê bi qîmet winda kiribû û dîsa dîtibû; Hawarê ez bi xwe ve girê dam, tifltên ku ez lê difikirîm, hemû di Hawarê de hebûn, tifltên ku di serê min de bûn û min dixwest ez bikim, min di Hawarê de dîtin; bi gotineke din, Hawar bû bersiva pirsên min, ji min re bû rêber, bû find û riya min rohnî kir. Loma, di sala 1992an min di bin tesîra wê de dest bi weflandina kovara Nûdemê kir. Min di bin tesîra wê de dest bi weşandina kovara Nûdem WERGERê kir. Min di bin tesîra Hawarê de dest bi wergerandina berhemên dinyayê kir. Tiştê ku Celadet pê re negihîştibû, min xwest ez dewam bikim. Berî herî tifltî, min xwest ez wê xezîneya ziman û edebiyata kurdî bi hevwelatiyên xwe re par ve bikim, min hemû hejmarên Hawarê peyda kirin, digel tîpguhêziya alfabeya erebî, ew ji nû ve mîna du cildan çap kir. Min nivîsên Celadet Alî Bedir-Xan yên li ser zimên bi riya Rewflen Bedir-Xan bi dest xist û ew wek kitêb çap kir. Min kitêbeke diyalogan ku portreya Celadet derdixe wek kitêb weşand. Min bi riya Nûdemê, riya çapemeniya kurdan, bi riya Med û Medya Tv Hawar û Celadet aktuel kir. Erê, mirov çiqasî behsa Hawar û Celadet bike dîsa jî hindik e. Celadet yekî welê ye ku kurdan di sed salî de bi zorê ew derxistiye. Lê tifltê ku ez fêhm nakim, hinek kurd hene ku ew jî bi serê Celadet sond dixwin, ew jî Xwedêgiravî li dû nêrîn û zimanê wî diçin, lê mîna kurdên do
ew jî Hawareke wî nakirin. Hawarekeî wî naxim mala xwe, xwe bi Hawara wî serbilind nabînin.
Ez di xwazim bi kurtî gotina xwe welê dawî bînim; heger em bixwazibin wek milet li ser lingan bimînin, em di sedsala bê de hebûna xwe biparêzin, divê em li Hawar û fikrên Hawarê vegerin.
27-05-2010
Maruf YILMAZ