Skip Navigation Links
Kurdî » Hevpeyvîn : Cankurd: Hevpeyvînek bi Qado Şêrîn re
 
Cankurd: Hevpeyvînek bi Qado Şêrîn re
2010-04-04 08:38
MediaKurd > info@mediakurd.com
Foto: Qado Şêrîn

Cankurd: Hevpeyvînek bi Roşenbîrê kurd Qado Şêrîn re
Pirs 1: Ma hûn dikanin haydariyeke kurt li ser wêneyên jiyana xwe di sînema ya jînê de bo me bidî?

1- Di şazde saliya xwe de bi riya alfabeya nemir Apo Osman Sebrî fêrî zimanê kurdî bûm, xwendin û nivîsandin, piştî salekê ketim nav tevgera siyasî ya kurd li rojava û bûm endamê partiya pêşverû, piştî saleke din min dev ji wan berda û bûm endamê Al Partî, demeke baş li gel wan mam, tako perçebûnan dest pêkir, hema hema mejiyê min jî perçe bibû, perçebûn li pey perçebûnê, mîna paramisyoman zêde dibûn, demekê bi yekîtî re jî mam, li Europa jî min bêtir ji pênc salan bi wan re kar kir, di dûv re rawestiyam, dako ez wek laş û can perçe werçe nebim. Jiyanê ez fêrî şikestinên kurdan kirim e. Eger tu bala xwe bidî tevgera siyasî ya kurd li rojavayî Kurdistanê tê ji perçebûn û şikestinan pêve tiştekî din di dîroka wan de nebînî, vê yekê kurd xemsar, melûl, bê hêvî û ji tevgerê dûr xistin, bandora xwe li her kesê kurd kir. Bi tevgera heyî bostek ji axa Kurdistanê rêzgar nabe. Vê rewşê bandora xwe li her kesî kir, li min jî kiriye, ez jî tim ji xwe dipirsim; gelo çima em hev napejirînin, çima em li hev guhdarî nakin û çima ji hev hez nakin û çima ji Kurdistanê re nakin lê belê ji kes û partiya xwe re dikin, Her kes dibêje: yan dê wek min bibe yan ez ne bi we re û dê ji refê xwe veqete û cuda bibe. Her yek jî guman dike ko ew yê herî rast e, û hema hema hemû rastî li ba wî ye, û tenê ew dizane çilo dê Kurdistan rêzgar bibe, û yên din hemû ne tiştek in. Vê yekê hişt dest bi nivîsandina Qilçixan bikim, belkî bikaribim bi riya rexneyan wan kesan hişyar bikim, bibim dostê rastiyê. Jixwe bê rexne civak û tevger li pêş nakeve. Ko em hemû bi hev re ne alîkar bin emê nikaribin tiştekî bikin. Bi riya rexne û Qilçixan bidim diyar kirin bê kî li dûv bercewendiyên xwe û kî li dûv ê kurdayetiyê diçe. Wêneyê jiyanê hîna dilebite, hîna tije nebûye, ev dilopek ji derya jiyanê ye. Bi gumana min emê hîna gelek wêneyên şaşo maşo maç bikin, jiyan berdewam e.

Pirs 2: Ma ev ne gelek e, ji êş û keleman boyek mirovekî?

2-Min ta ana jiyana xweş nediye, nizanim çilo û çawa ye. Ya ko min anî ziman ne bar û rewşa min bi tenê diyar dike, bi gumana min gelek gelekên wek min hene, ez ne bi tenê me. Kurd jî fêrî şikestin û têkçûnan bûne, li gel bê welat im, lê kêfxweş û serbilind im ko kurd im. Tenê pirsek dikare serê cîhanê gêjo mêjo bike; miletek, neteweyek ji 50 melyon kes û li ser xaka xwe çilo ta sedsala 21ê dikare bê welat be. Tenê ev pirs dikare serê mirov çelqo melqo bike, lê cara hezarî dibêjim: ko kurd baş ji hev re bana, di bercewendiya Kurdistanê de yek bana, ana welatê me jî heba. Wek ko kurdan ji serdestan re kirine ji xwe re nekirine.

Pirs 3: Bila em li ser dema niho rawestin, da mifa ji dîtinên we bêtir bin. Hûn rewşa kurdî ya sûrî niha, ji aliyê siyasî ve, çewa dinirxînin?

3-Navberek bi vala û dûrbûna erd û esmên ketiye nav tevgera siyasî û miletê kurd. Çimkî tevger nema ji bo milet û welat dike, tenê ji bo kîn û kesên xwe dikin, û ji milet dixwazin ko kar ji wan re bikin, li şûna ko gerek ew wê yekê bikin. Perçebûnan pişta xelkên me şikand, ji tevgerê dûr xistin. Mixabin tevgerê doza xwe ya bingehîn li şûn xwe hiştiye û bi pirsgirêkên navxweyî ve mijûl e, dujmin û pirojeyên dujmin, zulma dujmin li şûn xwe hiştiye û bi kîna tolhildana kurd û kurd ve mijûl e. Xaleya herî dîrokî û balkêş di tevgera siyasî de ko dest nedane desthilatdarên Kurdistanê li perçeyên din û di hembêza wan de nemane. Mirovê wê yekê bike dê ne xwedî biryar be û di bercewendî û helwesta netewî de ne azad be.

Pirs 4: …û ji aliyê çandeyî ve? Ma hûn pêşkeftinekê dibînin, an herdem gavkirina di cîh de û texlîdkirin?

4-Bi gumana min rewşa çandî ji ya siyasî ne cuda û baştire, ta radeyekê dîsa sûc û gunehê partiyan e, ji ber ko ji roja roj de guh nedan ziman û hewl nedan ko mirovê kurd ber bi xwendin û nivîsandina zimanê kurdî ve bajon. Hema hema hemû belavok, daxwiyanî û gotara wan bi zimanê serdestan in. Rêjîmê jî mirov li Sûriyê birçî kirne, êdî mirov berî her tiştî li dû gepa nanê xwe diçe, ne li xwendin û kirîna pirtûkan. Bi gumana min belavokên partiyan jî ne wek berê tên xwendin, çimkî nûkirin, guhertin, bawerî û tiştin din tune ne, hema hema wek berê ne, helwest û bikaranîn nehatine guhertin dako encam in nû derxîne meydanê, dako mirovê kurd geşbîn bibe û bixwîne, hêvî jî tune. Çand tim bi rewşa siyasî ve girêdayîye, eger rewşa siyasî aloz be, bê guman dê çand jî li paş û aloz be.

Pirs 5: Hûn çi li ser wan Kurdan dibêjin, ewên berhemên xwe yên wêjevanî bi zimanê Erebî dinivîsin?

5-Min gelek caran li ser vê mijarê nivîsandiye, dîsa dubare dikim: Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike. Nemaze ew kes û nivîskarên ko mijar û naveroka nivîsên wan ne li ser kurdan û ne di bercewendiya kurdan de bin.

Pirs 6: Bila em piçekî di nav siyaseta kurdî de bimînin. Ma siyaseteke kurdî ya sûrî, ku nûjen û pîvayî yê mawe û teher û dîplomasiyê heye, an jî ew hîn berma û gudandina koçbera “Cenga Sar” e?

6- Dema tevger ber bi pêş ve neçe, dema tiştekî nû tune be, guhertin tune bin, geşbînî û hêvî tune bin, milet jî ji tevgera xwe dûr dikeve, dema alavên nû derbasî nav siyaset û tevgera siyasî nebin û dema milet encama xebata 50 salî tiştekî berbiçav nebîne, tenê rastî şikestin û perçebûnan bê, milet sarogermo dibe. Dêmek sûc û gunehê tevgera siyasî gelek e, tevger ne ko kevn û ji dema şerê sar deye, lê hîn bêtir, ew tevger hewceyî şoreşek ji guhertinan e.

Pirs 7: Sazmana sûrî hîç ji siyaseta xwe ya nijadperest dij bi gelê Kurd danakeve, û ew amade ye bo kuştina wan, belku qirkirina wan jî, bi ya te be, divê Kurd çewa vêre bidin û bistînin?

7- Serhildana 12ê adarê nimûneya her nêzîk û berbiçav e. Milet rabû, ji kuştin, ji girtin û nijadperestiya rêcîmê netirsiya. Eger partî û tevgera siyasiya kurd li rojava li dûv xwestekên milet biçûna û di asta 12ê adarê de bana dê tiştin bi dest bixistina, dê baştir biba, lê tevgera siyaî ew jî nekir. Ji dema serhildanê de rêcîm bêtir bi kurdan ketiye û pirojeyên nijadperest pêktîne, eger tevger xurt û yekgirtî ba, li gor bîr û boçûnên milet ba, dê rêjîmê nikarîba ewqase zulm li kurdan bike. Sûc û gunehê tevgera siyasî bi rewşa heyî di pêkanîna pirojeyên rêjîmê yên nijadperest û tunekirina kurdan de, heye.

Pirs 8: Liva siyasî ya kurdî, hergav lomeyan dike ji roşenbîrê ku bi histobariya xwe siyasî ranabe. Ma hûn di vê helwêstê de li gel tevgerê ne? An jî hûn bi çi piştvaniya roşenbîr dikin, ewê ji rewşê nedilxweş e?

8- Rewşenbîrên kurd helwesta xwe ya dîrokî û mêrane nikare bi wêrekî bide, mebesta min ji tevgera siyasî, ji ber xwe ji ber tawanên erzan ên partiyan diparêze. Bi gumana min hemû rewşenbîr hez dikin di nava tevgera xwe ya siyasî de bin, lê derfet tune, biryar û şêwr û guhdarîkirina li rewşenbîran tune, û ji ber vê yekê tevgera rêzgarîxwaza kurdistanê têkçû, hema hema li tevaya Kurdistanê wisa ye. Rewşenbîrên partiyan jî bê helwest û kesayetî ne, di hin partiyan de kolê serok in dako bercewendiya xwe ya kesane biparêzin. Bi giştî li gotara rewşenbîran an di bercewendiya Kurdistanê de nayê guhdarî kirin.

Pirs 9: Di pirtûka we de, ya bi zimanê Kurdî “Serok û Merok”, hemahema we dest bi cengê kiriye dij wan serokatiyên me yê pêxweşê paşkeftina ramiyarî û çandeyî ne. Ma hûn di va cenga tunekirinê de pir pêde neçûne? An jî rexnekirina we ji wan re tenha taveke barana beharê ye?

9- bi gumana min hezar pirtûkên din wisa derkevin dê bandorê nekin, çimkî serok û rêberên me li rexne, li nivîskar û li rewşenbîrên xwe guhdarî nakin. Bi gumana min, eger zindanên wan hebana ana gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd têde bana.

Pirs 10: Ji ber ku armanca me ji van çavpêketin û hevpeyvînan, nasdana mijara kurdî ye ji roşenbîrê ereb re, bi ya te be, roşenbîrê Sûrî bi histobariya xwe di ber gelê Sûrî de bi giştî, û di ber gelê Kurd de bi taybet, radibe?

10- Pirsgirêk a her du aliyan e, kurd û ereb, ne kurd dikarin gotara xwe wek piroje bighînin rewşenbîrên ereb, ne jî pirsa kurd ta ana bûye pirojeya mirovantî li ba rewşenbîrên ereb. Mixabin gelek ji wan kurdan tune û bê maf dikin. Eger Elî Uqre Heresan rewşenbîrê ereb be, û di demek baş de serokê yekîtiya nivîskarên ereb bû, tu zanî wî çi got dema başûrê Kurdistanê rêzgar bû?, wî got: em ketin navbera diranên xefkek asê ji bakurê Iraqê ta bi Israîl. Mirovê li rewşa welatên ereb bi giştî binere, dê tiştekî ji rewşenbîrên wan nexwaze, ji ber wan tiştek ji milet û welatê xwe re jî nekirine, îca ji kurdan re dê qet nikaribin tiştekî bikin, lê ji rewşenbîrên kurd tê xwestin ko dengê miletê xwe bighînin her kes û her deverê. Rewşenbîrên kurd dikarin gelek bûyer û xaleyên girîng di bercewendiya gelê xwe de bikar bînin, wek 12ê adarê, şehîdên Newrozan, çand û ziman, û gelek xaleyên din ên mirovantî.

Pirs 11: Bo çi, ta niha li Europa, ku em lê dijîn, çi hevdîtineke çandeyî an semînareke li ser çandeya kurdî, ku têde hembervanê Sûrî amade bin, nehatiye li darxistin? Ma tiştekî wilo bo hevnasînê di navbera torevan û helbestvanên me û ên dî yên Sûrî li welêt çêbûne? Bo çi me îsal jîdi roja helbesta kurdî de li Almaniya hîç helbestvanekî ne kurd nedît?

11- karînên rewşenbîrên kurd ên kesane tune ne ko bi wan karan rabin, ew yek karê dezgeh û rêxistinên kurda ye, lê mixabin ew jî nakin, karê televizyonên kurdaye, dîsa nakin. Li welêt jî min tiştekî wisa nebihîstiye, dibe ji ber rêjîma diktator be. Ji bo mehrecanê jî kesekî ne kurd nehate vexwendin ji ber mehrecana helbesta kurdî bû, lê wek mêvan kesek nehat vexwendin, ew şaştî bû.

Pirs 12: Hûn jihevnêziya cîhana azad-democrat û sazmûna Baasî ya sûrî, ku dijî azadî û demokratiyê ye, çewa dibînin? Hûn çewa hembêzkirina erebî bo vê sazmanê çewa dinirxînin? Û li gor dîtina we bercewendiya kê di qenckirina dîmenê kirêt ê vê sazmanê de heye?

12- Bi gumana min Israîl wisa dixwaze, hin ji ber ko Sûriyê ji çepên Israîlê bêtir Israîlê diparêze û hin ji bo ko têkiliyên Sûriyê û Iran, Hemas û Partiya xwedê ya Libnanî qut bibin. Ji hêla din ve hema çi ji Sûriyê tê xwestin dibe. Vegerandina têkiliyan bi Sûriyê re ne ji bo çavê Sûriyê ye, lê ji bo parastina Israîl û bercewendiyên welatên rojava ne, li dû wan têkiliyan hemû şert û mercên xwe li ser Sûriyê pêktînin, li beramberî ko rêjîm ne rûxe.

Pirs 13: Ma mera dikane vê sazmanê bi protestoyan û bi belavokan ji bedkariyên wê rawestîne, da mirovan ji gelê me nekuje, weku îsal li bajêrê Reqqe, di Newrozê de, xûn rêtiye? An ji tevgera siyasî ya kurdî têye, ku kefteleft û xebatên xwe hîn bilindtir û baştir ji ên niha bike? Li gor dîtina we, çine xalên jarbûnê di tevgera kurdî de?

13- Kurd bi tenha xwe nikarin tiştekî bikin, û hêvî jî tune ko ereb bi kurdan re li dujî rêjîmê derkevin, her wisa diyare ko rêjîm jî guh li hevrika heyî nake, çimkî hêza wê tune, tirsa rêjîmê jê tune. Rêjîmê jî gelek ji wan kirne zindan û girtîgehan bê ko li gotar, bang û daxwiyaniyên rêxistinên mafê mirovan guhdarî bike. Bi partiyên heyî ko tenê bi belavokan şerê rêjîmê dikin, kurd jî di nav de, emê nikaribin tiştekî bi destxînin, bi gumana min dê rewşa me hîn aloztir bibe.

Pirs 14: Heger ji we bite xwestin hûn hinek navêd partiyên Kurdî yên Sûrî ji lîsteyê rakin, hûn ê çi bibêjin û çi bikin?

14- Bi gumana min hemû partiyên kurd li rojava hewceyê guhertinê ne, û gelek ji wan hewceyê avêtinê ne. Tecrubeya wan ji bo rêzgarkirina Kurdistanê yan ji bo bidestxistina hin mafan têkçû, êdî gerek ew şerm bikin û li ber pêlên pişifandinê biçin. Ji sala damezirandina yekemîn partî di 1957an de û ta ana ji perçebûnan û şerê navxweyî pêve tiştek bi dest nexistine. Êdî gelek ji wan gerek tune bibin.
Pirsa dawî: Hûn li gel wê yekê ne, ku qada kurdî ya sûrî pêdiviyê rêberekî ye? An jî div a dema me de em tew nepêdiviyê lehengan in? Hûn çi dibêjin?

Bersiva pirsa dawî: Bi gumana min tevgera siyasî ji bo bidestxistina mafan têk çû, êdî gerek gotara xwe biguherîne. Pirsgirêkên navxweyî nema çareser dibin. Pêdivî bi şêweyekî din ji xebatê heye, ew jî li derî dana welatên demuqrat ên ko piştgiriya miletan dikin û ji me bêtir dikarin zextê bidin ser rêjîmê. Eger tevger bixwaze vegere hembêza miletê kurd divê li daxwazên milet guhdarî bike. Pirsgirêk bi peydakirina lehengekî û diduwan çareser nabe, pirsgirêk dê çareser bibe eger em li hev guhadrî bikin, hev bipejirînin û ji hev hez bikin, wê wextê partayetiya teng dê nemîne, dê her kes û hemû partî ji bo bercewendiya kurd û Kurdistanê kar bikin.