Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî 46 kursî bidest xist
 
Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî 46 kursî bidest xist
09-03-2010 22:00
MediaKurd > info@mediakurd.com
MediaKurd-Hewlêr: Li gor ragihandina ku ji serkaniyên PDK, YNK û Goranê hatiye wergirtin, encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî 46 kursî bi dest xistiye.

Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî- ku ji 11 partiyan pêk dihat, ji wan bes PDK-ê û YNK-ê karîne kursiyan bi dest bixin.

Encamên hilbijartinê wisa ne:
Partiya Demokrat ya Kurdistanê, (PDK) 33 kursiyan;
Yekîtî Niştimanî Kurdistan, (YNK) 13 kursiyan;
Rêxistinî Goran 11 kursiyan;
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 5 kursiyan;
Û Komela Îslamî 2 kursiyan dibin.

Bi vî awayî, Partiya Demokrat ya Kurdistanê, (PDK) her dîsa hêza sereke ye û ew kursiyên xwe di di parlamentoyê de hema bêje sêqetî Yekîtî Niştimanî Kurdistan, YNK, dike.
Rêza duwem, diyar e di navbêna YNK û Rêxistina Goran de diçe û tê.

Li gor van encaman, kurd (giştî bi hev re)dora 64-66 kursiyan di seransera Iraqê de bidest dixin.

Lê cihê gotinêye ku ev encam ne yên fermîne(resmî ne).
Hê dengên ji dervayî welêt ku hatine dayin nehatine hejmartin.

Li gor ragihandinên li ser hilbijartinê, eleqeyek gelek mezin ya kurdên dervayî welêt ji bo hilbijartinê hebûye û kurd bi hezaran çûn ser sendoqan û dengên xwe dan.
Ji ber vê eleqeya mezin hêviya kurdan ew e ku kurd dê hejmareke mezin ji dengên derva wergirin.

Li gor pisporên hilbijartinê ev encama ku hêzên kurd giştî bi hev re bidestxistine, serketineke mezin e bo kurdan.