Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Bîranîna Şehîdên 12 Adarê yên bajarê Qamişlo
 
Bîranîna Şehîdên 12 Adarê yên bajarê Qamişlo
08-03-2010 20:00
MediaKurd > info@mediakurd.com
Dûhî, Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê ji bo bîranîna Şehîdên Qamişloyê civînek mezin li Stockholmê pêk anî. Bîranîn bi belavkirina zaniyariya ”roja 12 adara 2004 an, polîsên Sûriyê bi mebesta kuştinê temaşevanên fotbolê li bajarê Qamişlo dane ber guleyan û 9 kes kuştin. Di dema veşartina şehîdan yan xwepêşandanan de, li ser goristanan û di bin êşkenceyên hovane de gulebarana şovenîstan berdewam kir û jimara kuştiyan giha 31 xort û keç ên kurd. Bi sedan brîndar û seqet bûn, bi hezaran kurd hatin girtin û hikumên dirêj li wan hatin birrîn.
Rêjîma Sûriyê dixwest kurdan çavreşî ereban bike, wan bitirsîne û rêya daxwaza mafên netewî û meruvane li ber wan bigire. Lê gelê kurd bi raperîn û serhildan ên xwe yên gelêrî û herderî, yekîtî ya swe ya netewî û hêza xwe ya dinamîk bêhempa nîshan da. Bi xwepêşandanên tevayî, cemawerên kurd diyar kirin ko, kuştin û têror wan natirsînin û ew tucarî têkuşîna xwe narawestînin” dest pê kir û di encamê de ji her çar aliyê Kurdistanê xelk herikîn ber bînahiya ABF ê.
Di civîna bîranînê de, niwênerên partiyên Swêdî axifîn û li ser pêlkirina mafê mirovan li Sûriyê û mafê Kurdan dîtinên xwe anîne zimên.
ji partiya Sosyal Demokratan dostê kurda Cleas Nordmark bi dirêjî li ser rewşa Kurdan kûr bû û mesajên eşkere da rejîma Esad. Nordmark, li ser noqteyan kur bû:
- Têkoşîna li dijî zilmê bi derengî bikeve jî, di encama xwe de serdikeve. Lewma divê rejîmên dîktator, mîsalên mîna Efrîka Başûr û dîktatoriya Sadam jibîr nekin. Pir giring e ku rê li ber demokrasiyê vekin.
- Hesreta azadî û aştiyê mîna bahoz ê ye. Çi kes nikare rê li ber bigire. Rojekê dê zilmê binpê bike û li ber xwe bibe. Divê mezinbûna hesret û hêviyan bê fêmkirin.



- Bi avabûna Hikumeta Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê jî diyar bû ku, Kurd dikarin di welatê xwe, xwe îdare bikin û kêmasî hebe jî, welatek demokratîk ava bikin.
Seroka Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê Şermîn Bozarslan li ser giringiya agehdarkirina dezgehên swêdî û ewropî dîtina xwe anî zimên û hêviyên xwe ji dezgehên Kurdan ji bo piştgiriya Kurdên başûrê rojava anî zimên.
Ji Partiya Çep Amina Kakabaveh ku nijadkurd e, silavên serokê partiya Çep ya Swêdê Lars Ohly gihand civînê. Amîne, li ser kêmbûna zaniyariyê li ser rewşa Kurdên binya xetê anî zimên. Kakabaveh qala tekoşîna Kurda kir ku ji berxwedana Qamişloyê dirêjî Rojtv dibe. Divê xebatên Kurdan baştir organîze bibe û ji bo destxistina mafê netewî hevkariya nav dezgehên netewî û navnetewî piralî bibe.
Ji Partiya Gel Martin Andreasson pêkanînên rejîma Sûriyê yên derveyî mafê mirovan bi dirêjî nirxand. Nasîna nasnameya Kurda li Sûriyê, bidestxistina mafê mal û milkan ji bo hikumeta Swêdê giring e. Em piştgiriyê didin mafê mirovan yê Kurdan li Sûriyê. Lê piştgiriya me têr nake. Divê di Yekîtiya Ewropayê de bê niqaşkirin û gav bê avêtin.
Ji partiya Mesîhiyên Demokratan Carolina Szyber qala serokê berê yê partiyê û parlementerê Ewropî Alf Svenssonî kir ku ew li ser pirsa bêwelatbûn û nasnameya Kurdên Sûriyê xebatê dike û ew ê hewil bidin ku pirs cidîtir bê girtin.
Endamê Komîteya Karger ya Kurdistanê Kurdocide Watch CHAK-Swêd ê Seyidxan Anter di axaftina xwe de qala mezinbûna doza Kurdan li başûrê rojava kir, û wisa domand: Şêx Maşûqê Xizna di hevpeyvîna xwe di kovara Sîwan de li ser raperîna 12 ê adarê de wisa gotiye. Yek jê dinya pê hisiya ku pirsa Kurd li Sûrî jî heye. Bi taybetî piştî bazarên siyasî ku mesela kurdî hatibû veşartin. Du, hestên netewî di nav xelkê de geş bûn û Kurda bawerî bi xwe anîn ku dikarin gelek tiştan bikin. Fedekarî û hevkarî zora tirsê bir.
Mamosteyê zanîngeha Mellardalenê Osman Aytar bi rêya kompîterê li ser pirsa netewî zaniyarî da û di pêşerojê de li Rojhilata navîn li ser guhertinên siyasî û cografîk zaniyariyên balkêş pêşkêşî beşdaran kir.
Ji hevkariya muxalifên li Suriyê Kamran Haco li ser rewşa Kurda û nêzîkbûna rejîma Sûriyê dîtinên xwe anîn zimên. Ji beşdaran û raya giştî xwest ku, zextê deynin ser rejîmê ji bo ku naçar bimîne û guhertinên demokratîk pêk bihêne.
Ji Hikumeta Herêma Kurdistanê Taha Berwarî jî bi dîtinên xwe yên cewaz bi zimanek dîplomatîk reng da civînê.
Di dawiya axaftinan de, li ser navê Encumana Kurdên Suriyê li Swêdê Dr. Sadedîn Mele ji bo beşdarbûna mêvanan spasiyên xwe pêşkêş kir, hêvî û daxwaziyên xwe ji dostên Kurda û Kurdên perçeyên din anî zimên...
Mirov dikare bêje ku, bîranîna Şehîdên Qamişlo li Stockholmê ji awira zaniyariyê têr û tije bû. Kurdên beşdar û mêvan ji gelek awiran ve zaniyariyên pêwîst li ser rewşa Kurdên binya xetê bidest xistin û nêzîkayek pir germ pêk hat. Bîranîn bû cihê hevkariyê, êşa Qamişlo bû ya kurdên bakur, başûr û rojhilat û mirovahiyê…
EuroKurd News – eurokurd.net