Skip Navigation Links
Kurdî » Hevpeyvîn : A. Melîk Firat: Wazîfeya PKKyê zeîfkirina adetên kurdan e
 
A. Melîk Firat: Wazîfeya PKKyê zeîfkirina adetên kurdan e
2009-07-10 09:10
MediaKurd > info@mediakurd.com

2009-05-18 15 :19
----------------------------------------
Rojnamevana rojnameya tirkî ya Vatanê Mine Şenocakliyê bi siyasetmedarê sîhsipî A. Melîk Firatî re hevpeyvînek li ser pirsa çareseriya kurdan kiriye û di wê hevpeyvînê de dibêje ku wazîfeya PKKyê zeîfkirina urf û adetên kurdan e.
Rojnamevana rojnameya tirkî ya Vatanê Mine Şenocakliyê bi siyasetmedarê sîhsipî A. Melîk Firatî re hevpeyvînek li ser pirsa çareseriya kurdan kiriye û di wê hevpeyvînê de dibêje ku wazîfeya PKKyê zeîfkirina urf û adetên kurdan e.
A. Melîk Firatî di derbarê çareserkirina pirsa kurd de weha dibêje:
— Kurd ne dewletê dixwazin û ne jî cûdabûnê. Dema dewletên li ser esasê netew-dewletan derbas bûye. Hemû ewrûpiyan xwe dane ser hevdu ku yekîtiyeke konfereralî ava bikin. Li Tirkiyeyê jî ku mafê kurdan yên ziman, kultur û nasnameya wan di make-yasayê de cîh werbigira dê problem nemîne. Bi miliyonan kurd û tirk bi hev re zewicî ne, loma jî kurd ê daxwaza veqetandinê nekin. Li Iraqê jî rewşeke bi vî rengî derketiye. Îroj kurd li gora realîteyê hereket dikin û ew dibînin ku şerdên avakirina dewleteke serbixwe tune ye, loma jî ew dixwazin di hundirê Iraqê de bi nasnameya xwe xwe îdare bikin.
A. Melîk Firatî di berdewamiya hevpeyvînê de daye zanîn ku meseleya pirsa çareseriyê tê minqaşekirin, lê hîna jî serfermandariya Tirkiyeyê biryara xwe nedaye ku projeyeke çareseriyê bête avakirin û ew destnîşan dike ku serfermandarî biryarê bide, yan jî dengê xwe neke ku projeyek were avakirin dê di 24 seetan de ev mesele ber bi çareseriyê ve here. Herweha Firatî daye zanîn ku divê kurd di make-yasayê de bi nasnameya xwe werin naskirin û di dibistanan de bi zimanê kurdî perwerdeyiya zarokên kurdan were kirin.
Di derbarê PKKyê jî de ew dibêje ku PKK urf û adetên kurdan zeîf dike û ji 8 mîlyon rayên kurdan bi tenê ew 2 mîloyan werdigrin û ev jî tê wê maneyê ku ji sedî heyştêyê kurdan ne bi PKKyê re ne. Di berdewamiya bersivên xwe de Firat dibêje ku divê efûyeke giştê were derxistin, yan na, dê ne rast be ku PKK sîlehên xwe teslîm bike û bên di hefsan kevin. Ji bo Ocalan jî bibêje ku divê ew cezaya xwe bikişîne û ew neqlî hefseke normal bive.