Skip Navigation Links
Kurdî » Belgename : Dr.Nodar Mosakî: Seferek ber bi Dêrikê
 
Dr.Nodar Mosakî: Seferek ber bi Dêrikê
2009-07-09 09:56
MediaKurd > info@mediakurd.com
2009-07-08 11 :19
-------------------------------------------------
Foto: Sûka kevin. Dêrik wek tradîtsîonel her dem navendek nasyonalîzma Kudî bûye.
Di gelawêj (august) a sala 2008 de ez bi seferekê çûbûm Kurdistana Turkîyê û di vê sefera xwede min serîk li Dêrika Çiyayê Mazî jî xist. Ev bajarê ne pir mezin dikeve nava sînorê wîlayeta Mêrdîn. Piştî şerê cîhanê yî duemîn Dêrikê roleke giring di dîroka Kurd û Kurdistanê de û bi teybet di tevgera rizgarîya netewî a kurdistanêde a lîstîye. Ne tesadufe ku pisporê Kurdistana bakur zanyarê mezîn Prof. M.A.Hesretyan dema behsa nevendên tevgera Kurdîstanê dike Dêrikê datîne kêleka van navendên mezin ên wek Îstenbûl, Anqara, Îzmîr, Diyarbekir û Wan ê (Tevgera Kurdî di dema herî nuh de. – Mosko, 1987, rup. 244. Bi zimanê rusî.). Dêrik jı salên 1960 û heta destpêka salên 1980 navendek çalakvanên Partîya Demokrat a Kurdistana Turkîye (PDKT), Ocaxa kulturî a şoreşgerên rojhilat (DDKO), Komela kulturî a demokratên şoreşger (DDKD) û Rizgarîxwazên neteweya Kurdîstan (KUK) ê bû.
Dêrik wek tradîtsîonel her dem navendek nasyonalîzma Kudî bû. Ne tesadufe şairê Kurdî ê mezin ê qirnê XX Cegerxwîn dibêje: min kurdperwerîya xwe ji Dêrikê wergirtîye. (Cegerxwîn bi tevayî 6 sala li Dêrikê jiyaye jê 3 sala li medresa Dêrikê xwendîye),
Li gor hinek jêderan navê vî bajarê Kevin, ku di navbera çiyayên Mancel, Êrge Baba û Tûrcelê de ya, ji gotina Kurdî «Dêrê» hatîye. Nufûsa bajêr dor 20 hezarîye, tevaya xelkê bajêr Kurdin. Bêhtirîn xelkê bajêr ji du eşîran pêk tê eşîra Abasa û Rûta her weha hinek eşîrên din jî li Dêrikê hene.
Heta nîvê qirnê XX li Dêrikê gelek Ermenî di jîyan (sedî zedetir). Keda Ermenîya di avakirina Dêrikê de gelek e wek di tıcaretê de, di avakirinê de, di senetkarî yê de (hedad, sol çêkirin u hwd). Lê piştî sala 1970 yî êdî ji ber êrîşên dewleta Turk li ser tevgera rizgarîya kurdî Ermenî mecbûr man ji ber bê ewlekarîyê Derikê terk bikin û çûn Mîdyatê, Îstenbûl û Awrûpayê. Navserên (îxtiyarên) Dêrikê digotin Koçberîya Ermenîyan ji Dêrikê tesîrek xerab li ekonomîya Dêrikê kir. Van navserana di çarçîya Dêrikê de hinek dikanên girtî bû nîşanî me dikirin û digotin ev hemû nuha kes bi kar nine bêhtirîn vana, dikanên Ermenîyan bûn. Di dema serdana min a Dêrikê 2 malbatên Ermenîyan tenê mabûn. Yek ji wana malbata Kevo Demîrçîyan bû. Kevo Demîrçîyan Dêra ermanîyan a li Dêrikê a bi navê “Dêra Sor”(1) di parast. Kevo pîştî demekê çû ser dilovanîya xwedê (2). Ji ber wê jî Dêrikya digotin, jiber Kevo ê herî paşîyê Dêr parastîye, wek Ermenîyên Dêrikê ê dawî bi nav dikirin.
Ermenîyên Dêrikê ne kêmî kurdekî bi kurdîyek gelek paqij di peyivîn, mirov ew ji kurdan ferq ne dikirin, Ev dema em çûn atolya (dikana) Naîfê hedad min ew fêm kir. Gelek Ermenî di nava rizgarîya netewî a kurdî de bûn û di nava rêxistinên Kurdî de xebat dikirin. Li gor gotina navserên (îxtîyarên) Dêrikê, hinek kurdan xwe Ermenî dinivîsandin ji bo bikaribin biçin Istenbûl bixwînin û paşê di nav dezgehên Ermenîde kar bikin. Xelkê Derikê gelekî bi dilsozî û hurmet behsa Ermenîyan dikirin û di gotın koçberya Ermenîyan ji Dêrikê tesîrek gelek xerab li ser jiyana Dêrikya kir.
Dema Rêya merkezî bêyî ku di ser Dêrikê de here rewşa ekonomîk lı Dêrikê xerab bû û rola Kiziltepe xurt bû.
Berê Dêrik navçak zîreetê bû her weha li Dêrikê zeytûn, hijîr û tirî gelek bû.
Di dema serdana Dêrikê de me mala malbata Karahana ziyaret kir, her weha me avahîyên wan ên kevn ku hilweşîya bûn dit. Di nava malbata Karahana de ê navdar Edîp Karahana, Edîp Karahan yek ji serokê tevgera kurdî a salên 60-70 yî ye. Brayê wî yê bi çûk ku li Swedê diji Enwer Karahan nivîskarê Kurd ê nav û denge (3).
Her weha şair, nivîskar u wergerê navû deng Qedrîcan (1911-1972) ji Dêrikê ye, yek jı berhemên xwe diyarî Dêrikê kirîye (Bihara Dêrikê, Hawar, № 13, 1933).
Malbateke Dêrikê din ya nav û deng malbata Önen a ye. İzzet Önen (İzzet axa yê Dêrikî) yek ji serokên tevgera Kurdî piştî salên 40 û PDKT (Partîya demokrata Kurdîstana Turkîye) ye, çend caran surgûnî bajarên Turkîyê wek Köyceğîz (qeza Mûğlayê ye li ser behra sipî ye), Adana û Sûrîyê her weha çend salan li Kurdîstana Başûr li cem Melle Mustefa Barzanî maye. Rewşenbîrê Kurd Fuad Önen di salên 70 de yek ji xwendevanên Kurd ê pêşî bû ku li İzmirê dest bi avakîrina Komikên (hucreyên) rêxistinek Kurdî kir.
Malbateke Dêrikê din a bi nav û deng malabata Türka ye. Ahmet Türk ewê ku di salên 70 de du caran bûye milletwekîlî û nuha jî serokê DTP (Partîya Civaka Demokratîk) ye. Ahmed Türk di nava DTP de wek baskê nasyonalîzma kurdî tê hesibandin. Apê Ahmed Türk Hecî Ebdulhelîm Türk yek ji çalakvanên salên 60 ê PDKT (Partîya demokrata kurdîstana Turkî) tê hesêb.
Herweha nivîskar û werger ê Firat Cewherî jî Dêrikê ye.
Heta van demên dawî li Dêrikê bes bi kurdî dihate peyivandin, bi Turkî peyivandin şerm (eyb) bu. Lê van salên paşî ji ber siyaseta asîmîlasyonê a dewleta Turk xort dest pê kirine bi Turkî di peyivin.
Derik di hilbijartinan de her dem piştgirîya DTP dike (her weha dema serdana me de ji reisê beledyê ji DTP bu, her weha di hibijartinen 29 adarê de ji li Dêrikê DTP bi ser ket). Li di dema serdana xwe ya Dêrikê de, ji axaftina bi xelkê re di hat fêm kirin ku xelke bajer rayên xwe didin DTP ne jiber hewqas heyranê DTP ne, bêhtir ji bo dewletê protest bikin, bes ji bo rayên xwe nedin partîyên Turkan rayên xwe didin DTP.
(1) Wek Enwer Karahan di nivîse berê li Dêrikê 7 Dêrê Ermenîyan hebûn: Enwer Karahan. Kevo. //www.nefel.com, 08.01.2007.
(2) Binere li ser mirine Kevo «nekroloja edebî» ya Enwer Karahan: Ez ji Dêrikê xeyîdîm, Kirîbo. // www.nefel.com, 10.09.2008.
Binere: Arjen Arî. Krîvê Kevo (1). // www.diyarname.com/news.asp?ldx=1214.
(3) Binere nivisek nastalgî: Enwer Karahan. Çend dîhn û dîmenên Dêrikê – 1 // www.nefel.com, 27.12.2007.
Enwer Karahan. Çend dîhn û dîmenên Dêrikê – 2. // www.nefel.com, 05.01.2008.
P.S. Ev nivîs herweha bi Rûsî di rojnama “Kurdîstana Azad” de u di malpera “livejournal” http://community.livejournal.com/eurazia_ru/56673.html ê de hatîye weşandın.
mossakinodar@mail.ru