Skip Navigation Links
Kurdî » Spor : Roberto Mancini bû antrenorê Galatasarayê
 
Roberto Mancini bû antrenorê Galatasarayê
2013-09-30 16:55
MediaKurd > info@mediakurd.com
30/9-2013, Stenbol- Îro tîma Galatasarayê, GS, (Tirkiye) ragihand ku wan digel anatrenorê navdar yê Îtalî, Roberto Mancini (47), ji bo antrenortiya GS li hev kirin.

Li gor peymana di neqeba GS dê Mancini ji bo 2+1 demsalan antrenortiya Galatasarayê bike.
Ji bo wê jî, dê Roberto Mancini 4.5 milyon ero salê wergire.

Antrenorê navdar, Roberto Mancini sala 2010-2011an tîma Machester City (Ingiltere) rêve bir û ew piştî 44 kir şampiyonê Intiltereyê.

Wek diyar e ku tîma Galatasarayê berî hefteyekê antrenorê xwe yê navdar, Fatih Terim ji kar avêt.
Sedemê ji kar avêtina Fatih Terimî, nakokiyên di navbera wî û serokê tîma Galatasaryê, Ûnal Aysal de bûye.

Li gor medyaya Tirkiyeyê, antrenor Fatih Terim desthilatdariyek hişk ya xwe di nava GS de pêk anî bû.
Herweha wî "grûbek" ya xwe li dora xwe bi cih kiribû.
Ji bo vê jî, wî wek ku dest û lingê rêvebiriya GS girêdabû- wan nedikarîn tiştekî pêşberî wî bike.

Ev desthilatdariya Fatih Terim gihabû wê radeyê ku wî bersiva telefona serokê Galatasarayê bixwe nedida- ango ew hesabî tiştekî nedikir.



Her jiber vê çendê ëvebirya GS hewil dida ku xwe ji wî xilas bike.



Nivîskara rojnameya vatanê, (Tirkiye), Sanem Altan nivîsiek balkêş li ser nakokiyan di navbera GS û Fatih Terim de nivîsandiye.

Ji nivîsa Sanem xanimê, vir bitikîne: