Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Weşanxaneya RÛPELê bi du berhemên girîng dest bi weşanê kir !
 
Weşanxaneya RÛPELê bi du berhemên girîng dest bi weşanê kir !
2013-01-19 23:56
MediaKurd > info@mediakurd.com
Weşanxaneya RÛPELê xebatên xwe yên avakirinê temam kir û bi armanca hêsankirina bikaranîn û nivîsîna zimanê kurdî, bi du pirtûkên bingeh ên sereke derket pêşberî xwendevanan.
Berhema yekem a bi navê Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî [Doğru Yazım İçin Kürtçe (Kurmancca)-Türkçe Sözlük] hatîye çapkirin, bi koordînasyon û rêveberîya zimanzan Malmîsanij, bi beşdarîya zimanzanên ji alîyê raya giştî ve jî ji nêz ve tên naskirin yên wekî Mistefa Aydoğan, Zana Farqînî, Newzad Hîrorî, Huseyîn Kartal, Remzî Kerîm, Mahmûd Lewendî, M. Emîn Narozî û Reşo Zîlan di ecama bi xebateka hevbeş a nêzîkî du salan de hat amedekirin. Ev zimanzanan bi xebata vê ferhengê ku di beşa xwe de xebata yekem e, bi taybetî 9.000 peyvên pirguherto (pirvaryant) ku li gor herêman ji alîyê nivîskî û devkî ve guhertoyên wan ên cuda tespît kirine û di navbêra xwe de gengeşî kirine û biryar dane ji bo rastnivîsîna kurmancîyê kîjan guherto wekî standard bê pejirandin û di ferhengê de encamên ku bi hev re gihîştinê û pêşnîyazên xwe derxistine holê.
Berhema din ya bi navê Rêbera Rastnivîsîne [Doğru Yazım Klavuzu] ji alîyê Mistefa Aydoğan ku di xebata ferhengê de jî bi awayekî aktîf cih girtibû, hatîye amadekirin. Aydoğan vê berhemê bi armanca rêkûpêkkirina qayîdeyên rastnivîsîna kurmancîyê û jiholêrakirina tevlihevîyên di warê nivîsandina kurmancîyê de, bi xebataka demdirêj û berfireh derxistîye holê. Di berhemê de navên hemû bajar û navçeyên Kurdistanê, navên hemû welatan li gel navên paytext û pereyên wan, navên roj û mehan, qayîdeyên herfên girdek û hûrdek, kurtkirinên ku zêde tên bikaranîn, qayîde û rastnivîsîna cihnavên kesî, rengdêr, lêker û navdêran bi vegotin, mînak û tabeleyan bi berfirehî û bi awayekî hêsanî bên fêmkirin, hatine şîrovekirin.
Ev berhemên ku her yek di warê xwe de xebatên yekem in, li ser daxwaz û piştgirîya projeya IKMGyê (Koma Medyaya Serbixwe ya Kurdî), bi koordînasyona zimanzan Malmîsanij pêk hat. Malmîsanij di pêşgotina ferhengê de pêvajoya pêkhatina van berheman wisa bi lêv dike:
”Kesên ku bi kurmancî dixwînin û dinivîsin, ji pirbûna pirsgirêkên kurmancîya nivîskî agahdar in. Nebûna zimanekî standard û kêmasî û tevlihevîya qayîdeyên rastnivîsînê, dibin sebeb ku nivîskar di dema nivîsandinê de gelek zehmetîyan bikişînin.
Di dawîya sala 2010an de, min û Murat Satik û Riza Dînçî me hevûdin ditibû û em li ser pirsgirêkên rojnameya Le Monde diplomatique kurdî peyivîbûn. Wan di çarçoveya xebata IKMGyê (Independet Kurdisch Media Group) de ev rojname derdixist. Ji min re qala projeyên xwe yên weşanên kurdî, pirsgirêkên zimanê vê rojnameyê û wergeran kiribûn, di dû re fikir û pêşnîyazên min pirsîbûn.
Min jî gotibû, ev pirsgirêk hindî mezin in ku dewlet, yan jî dezgehên pir xurt dikarin ji binî rabin. Lê di gel vê zehmetîyê jî di mercên îro de ez du xebatên konkret pêjnîyaz dikim. Ez bawer dikim ku ev pêşnîyaz, dê di kurmancîya dahatîyê de xizmeta zimanê standard yê nivîskî bikin:
1) Amadekirina rêbera rastnivîsîna kurmancîyê.
2) Amadekirina pirtûkekê ku ji bo zimanê nivîskî bêjeyên (kelîmeyên) sereke nişan dide. Ango, bi hezaran bêjeyên ku di zimanê axaftinê yê kurmancîyê de hene û xwedî varyantên cihê ne, divê bên tesbîtkirin û ji varyantên her bêjeyê varyantek ji bo zimanê nivîskî bê hilbijartin.
Heke meriv bikaribe van du pirtûkan amade bike, ne bi tenê IKMG lê hemû kesên ku bi kurmancî dinivîsin dê jê sûdê werbigirin.
Wan jî got ku ew jî bi pirsgirêkên nivîs û bitaybetî wergerên rojnameya Le Monde diplomatique kurdîyê, hewcedarên van tiştan in û van her du pêşnîyazan minasib dibînin. Ferhenga li ber destê we, berhema xebateka çendpêngavî ye ku piştî wê hat domandin…”

Dîsa bi nivîsa “ji wejanxaneyê” ku di destpêka pirtûkê de cih digire pêvajoya xebata van her du pirtûkan wisa tê îfadekirin: “Ev berhema di destê we de ji hewcedarîyên pêvajoya rojnameya Le Monde diplomatique kurdî ya ku 3 sal e ji alîyê Koma Medyaya Kurdî ya Serbixwe (İKMG) ve tê weşandin û ji lêgerînên çareserkirina pirsgirêkên zimanî ya nêzîkî 20 pirtûkên ji bo weşanxaneya Rûpelê tên amadekirin, derket holê… Bêşik ev xebat dê bi pêşnîyaz û rexneyên zimanzan û nivîskarên din û di dahatîyê de bi konferansên ziman û bêşdarîya sazîyên akademîk bi pêş keve û xwe nû bike..”

Ev her du berhemên ku bi metodên zanistî û akademik hatine amadekirin û hevûdu temam dikin ne tenê ji bo weşanên kurmancî yên IKMG û RÛPELê, bi gelemperî di warê taybetmendîya standardîzekirina zimanê kurmancîyê de jî hewcedarîyan dibersivînin û du berhemên bingehîn in ku her kesên kurmancînivîser dikarin ji van pirtûkan sûdê werbigirin.


Li ser RÛPEL û IKMGyê

IKMG (Koma Medyaya Serbixwe ya Kurdî) ya ku ji bo van hemû xebatan derfet û îmkanan peşkeş dike sala 2010an hat damezrandin. IKMG ji destpêka damezrandinê heta niha rojnameya Le Monde diplomatique kurdî bi kurdî (kurmancî) diweşîne û bi armanc û wêneka (vîzyoneka) mezin ji bo bi zimanê kurdî berhemên bi kalîte û girîng bên afirandin, xebatên xwe yên çapemenîyê didomîne.
Weşanxaneya RÛPELê jî bi awayekî fermî di çirîya pêşîn a 2012an de di çarçoveya projeya IKMGyê de dest bi xebatê kir. Armancên weşanxaneyê bi vegotina ku li ser navê weşanxaneyê di destpêka pirtûka yekem “JI Bo Rastnivîsînê Ferheng Kurdî-Tirkî” de cih digire wisa tê destnîşankirin:
“Ji 1960î vir ve di derheqê pirsgirêka Kurdistanê û pirsgirêkên civakî, ziman, çand û dîroka gelê kurd de gelek berhem hatin weşandin. Weşanxaneyên kurdî bi hewldanên ku wekî bi derzî bîrê bikolin, li gel zehmetîyên dijwar û xeternak li ber xwe dan û ji alîyê weşangerîya kurdî ve daneheveka/dewlemendîyeka berbiçav afirandin û di bin sîyaseta zordestîyê ya asîmîlasyon, înkarkirin û qedexekirinê de li ser civak û dinyaya entelektuel a kurdî tesîreka mezin hiştin.

weşangerîya kurdî li gel geşepêdanan hîn jî bi pirsgirêkên cidî re rûbirû ye. Berî her tiştî sînordarkirinên li ser ziman -ku ziman bingeha weşangerîyê ye- berdewam in. Di mercên wisa de ku perwerdeya bi zimanê zikmakî tunebe, hejmara kesên ku bikaribin bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin gelek kêm be û bazara weşangerîya bi zimanê kurdî tunebe, weşankarîya bi zimanê kurdî jî gelek dijwar dibe. Di heman demê de tunebûna sazîyên akademîk ên li ser zimanê kurdî xebatê bimeşînin û zanyarîyê biafirînin astengeka din a li pêşîya weşangerîya kurdî ye. Hîna jî di bîblîyografyayên di derheqê Kurdistanê de gelek kêm behsa berhemên kurdan û çavkanîyên bi zimanê kurdî tê kirin. Di van salên dawî de hejmara berhemên bi zimanê kurdî tên nivîsîn zêde dibin. Lê li gel vê yekê, ji ber kalîte û nestandardîya zimanî, pirsgirêkên weşangerîya kurdî berdewam in.

Ji hêla din ve, di van 20-25 salên dawîyê de, di civata kurdî de gelek geşepêdan û pêşveçûn hatin jîyin û gelek ezmûnên erênî û neyênî pêk hatin. Îro, hewcedarîya civata kurdî ji her demê zêdetir bi aqil û mejîyên hizirdar, bi pêvajoyeka rewşenbîrî ya nû ku bingeha xwe ji zanist û agahdarîyê werdigire û di warê çand û fikirê de bi veguherîna paradîgmayeka nû heye.

Di vê çarçoveya hewcedarîyan de weşanxaneya RÛPELê di derheqê pirsgirêkên Kurdistan û dinyayê de û di derheqê mijarên ziman, çand, dîrok û edebîyata kurdî de weşandina berhemên telîf û wergerê yên bi kalîte plan dike. RÛPEL, plan dike ku lêkolînên li gor vîzyon û armancên xwe teşwîq bike, projeyên hin berheman jî rasterast çêke û encamên wan biweşîne. RÛPEL, di van xebatên xwe de, dê pîvan û standardên ku di warê çapemenîya navnetewî de bi gelemperî hatine pejirandin û profesyonelîyê wek bingeh werbigire.

RÛPEL, dê bi giranî bi zimanê kurdî weşanê bike. Wekî ku di destpêkê de jî hat gotin, yek ji pirsgirêka bingehîn a zimanê kurdî standardbûyîna zimanê nivîskî ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ku bi pêşîlêgirtin û qedexekirina zimanî ve girêdayî ye, li gel zimannas, sazîyên akademîk û nivîskaran peywirên girîng ên weşangeran jî hene.“

Navnîşanên xwestinê:
Rûpel Basım Yayın Dağıtım Sanayi ve Ticaret Ltd. Şti.
Kuloğlu Mahallesi, Gazeteci Erol Dernek Sokak, No:7/1
34433 Beyoğlu-İstanbul
Tel: +90 (212) 252 02 24
Fax: +90 (212) 252 02 25
E-Mail: info@rupel.eu www.rupel.eu


Ewropayê::
Independent Kurdish Media Group GmbH
Carnotstr. 4
10587 Berlin / Almanya
Tel: 00 49 (0)30 330 990 420
Fax: 00 49 (0)30 330 990 429
............
Mediakurd