Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Menajerê kluba Barcelonayê serdana serok Barzanî kir
 
Menajerê kluba Barcelonayê serdana serok Barzanî kir
2011-07-13 11:32
MediaKurd > info@mediakurd.com
13/7-2011, Hewêr- Kluba Barcelona dawetnameyek şand ji Barzanî re

Hewlêr: Serokê Kluba Barcelona ya Îspanya dawetnameyek şand ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re da serdana kluba wan bike û di maçeke (leyistik) klubê de amade bibe, Barzanî jî dawetname qebûl kir.

Doh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li menajerê di warê futbolê de naskirî yê Ewrûpa Bayram Tutumlu kir. Mutlu nameyeke Serokê Kluba Barcelona Sandro Rosell gehande Barzanî, ku tê de bi fermî Barzanî vedixwîne da serdana klubê bike û di maçeke kluba Barcelona de amade bibe.

Barzanî piştî qebûlkirina dawetnameyê destxweşî li Tutumlu kir ku wek Kurdekî kariye bigihije wê paye û asta cîhanî. Di hevdîtinê de, behsa çawahiya girîngîpêdana warê werzişî li Herêma Kurdistanê de hat kirin û Tutumlu jî soz da bo vê mebestê hinek yarîzanên binavûdeng ên Ewrûpa bîne Kurdistanê.

Di warê werzişî de li ser astê Ewrûpa bi taybetî li Îspanya cihê destê Tutumlu xwiya û naskiriye.
Rudaw.net-mediakurd