Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Sûriye xweseriyê dide Kurdan
 
Sûriye xweseriyê dide Kurdan
2019-10-14 22:16
MediaKurd > info@mediakurd.com
Ajansa dewleta Sûriyê ragihand ku HSDê û artêşa Sûriyê de ji bo paraztina sînorên Sûriyê li hev kirine. Li gorî rayedaran ew rêkeftin bi garantoriya Rûsyayê hat çêkirin.

Hin xalên rêkeftinê wiha ne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wê wek xwe dimîne lê navê wê diguhere û dibe ‘5emîn Kolorduya Sûriyê’.
Serokatiya wê ji Kurdan û Ereban pêk tê.
Li gorî nûçeyê xaleke din a rêkeftinê jî ew e ku di destûra nû de mafê Kurdan bêne pesendkirin û ji bo wan xweserî bê dayîn.
Efrîn jî tê de ji bo hêznê Tirkiyê ji Sûriyê bêne derxistin wê xebat bêne meşandin.