Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Partiyên Bakur: Divê Tirkiye zû ji Rojava derkeve
 
Partiyên Bakur: Divê Tirkiye zû ji Rojava derkeve
2019-10-11 15:00
MediaKurd > info@mediakurd.com
Partiyên Bakurê Kurdistanê, li dijî êrîşa Tirkiyê li avahiya Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ya Amedê civînek rojnamevanî li dar xistin.

Parlementerên HDPê, endam û rêveberên HDP, DBP, KKP, PSK, Tevgera Azadî, Partiya Azadî, PDK, PDK-T, PÎA beşdarî kirin. Di civînê de daxuyaniya hevbeş a Kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê PSKê Mesût Tek û ya bi Tirkî jî ji aliyê Cîgirê Hevserokê DBPê Mehmet Şîrîn Tûnç ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Tirkiyê guhê xwe neda hişyarî û bîr û raya navnetewî, prensîbên Koma Miletan a Serweriya Welatan binpê kir û êrîşî Kurdistana Rojava kir. Divê êrîşa Tirkiyê bê rawestandin û arteşa Tirk di demek zûtir de ji Rojavayê Kurdistanê derkeve.”