Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Barzanî ji bo Rojava li çareserîyê digere
 
Barzanî ji bo Rojava li çareserîyê digere
2019-10-08 16:07
MediaKurd > info@mediakurd.com
Xeterîyek mezin heye ku dewleta Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û dagîr bike. Serokê Amerîkayê Trump biryara derketina ji Sûriyê dabû û heke Tirk êrîşî Rojava bikin, wê rewşa Kurdên Rojava pir nebaş be û gelek Kurd bên kujtin û derbeder bibin.

Di vê derbarê de Serok Mesûd Barzanî têkilîyan bi gelek alîyan re datîne da ku çareserîyekê ji bo pirsgirêkên Rojava bibîne da ku Kurd zêde neêşin û perîşan nebin. Barzanî, ragihand ku ew ji bo dîtina çareserîyekê bi çend aliyan re di nav pêwendiyê de ye.

Serok Mesûd Barzanî, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê li ser Twîttera xwe peyamek bi zimanê înglîzî belav kir. Barzanî di peyama xwe de xemgînîya xwe li hember rewşa Kurdên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê aniye zimên û gotiye ku ji bo dîtina çareserîyekê ew di nav dan û standinan de ye.