Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ebdî bang li gelê Amerîkayê kir
 
Ebdî bang li gelê Amerîkayê kir
2019-10-08 15:53
MediaKurd > info@mediakurd.com
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji NBC News a Amerîkî re axivî, biryara Trump rexne kir û got: “Bi vê biryara Trump a ku rê li ber operasyona Tirkiyê vekiriye, Amerîkayê pêbawerbûna xwe ji dest winda kiriye. Ji ber vê yekê em ji neçar in bi rejîma Esed re îtifaqê bikin“.

Mezlûm Ebdî, da zanîn ku wê biryara Amerîkayê bibe sedema canê Kurdan û got:

“Ev mirovên ku heta niha ligel we bi terora navdewletî DAIŞê re şer kirin, niha di bin xeterîyek mezin de ne û neçar hatine hiştin ku bi tena serê xwe vî şerî bikin.”