Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK çi dike?
 
PKK çi dike?
2019-08-14 20:35
MediaKurd > info@mediakurd.com

HÊMİN EBDULLAH

Piştî ku îtîrafên êrişkarên Huqqabazê hatin belavkirin, derbarê PKKê de çend pirs hatin hişê mirov. Êdî ev partî hêdî hêdî dikeve heyameke sêyem û hest pê tê kirin ku ev heyam dê ji herdu heyamên din cudatir be.

Gelek neyê bilêvkirin jî, nîşanên xurt hene bo ku DAIŞ li herêmê dîsa derkeve holê. Agahî hene ku navendên lêkolînê yên Amerîkayê derbarê mijarê de zanyariyên pêwîst dane Trump. Beşeke dezgehên think tankê jî radigihînin ku Amerîkayê ji ber nîgeraniyên Tirkiyê, pêşniyaz kiriye ku piştevaniya wan grûpên Ereb ên di nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bike û piştgiriya bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibire.

Karîgeriya êrişa li wê Huqqabaza li Hewlêrê, eger li Huqqabaza li Stenbolê pêk bihata dê cudatir bûya. Eger wiha çêbûba, hemû cîhanê dê wiha bigota: “Tirkiye bi operasyonên li derveyî sînor derbên giran li PKKê dan û wan jî ji ber vê yekê di hindûrê Tirkiyê de êrişek pêk anîn.”

Ya rastî dê ji wê re jî êrişeke terorîstî bigotana. Lêbelê dê fetûreya wê bo PKKê bi qasî ya li Hoqqabaza Hewlêrê giran nebûya. Li gor gotinên şarezayan û kesên li xwe mikûr hatin, êriş gelek bêrêkûpêk hatiye encamdan. Plansazên êrişê, hizra êrişê kirine lê planek ji bo reva kesên êrişkar nedanîne. Ev jî lawazbûna rêxistineke xwediyê biryara hevbeş û şêwazê gerîlla, nîşan dide. Nimûneyên terorî yên mîna êrişa Huqqabazê hene.

Serkirdeyekî pilebilind ê PKKê piştî êrişê daxuyaniyek da û got ku wan ew êriş lidar nexistine lêbelê encama wê êrişê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ev gotin li gel gotinên Duran Kalkan ên, ‘Em dê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê armanc bigirin’ di nav nakokiyan de bû û gelek bi zelalî hest bi vê hat kirin. Ev herdu daxuyaniyên ji hev cuda guman zêdekirin û dibe bo PKKê bibin destpêkirina heyameke sêyem.

Heyama yekem ew bû ku Ocalan di lûtkeya desthilata xwe de weke rêberekî rûhanî partiya xwe birêve dibir. Wê heyamê PKK bi temamî li gor gotin, daxwaz û îradeya Ocalan tevdigeriya.

Heyama duyem jî ew dema ku Ocalan hat girtin bû. Piştî veqetîn û cudabûnan encûmeneke nû hat sazkirin û piştre bi peyamên ku ji Îmraliyê dihatin PKK derbas bû bo rêveberiya navendî.

Nîşanên heyama sêyem jî hêdî hêdî derdikevin hole. Ji aliyê PKKê ve beşeke biryaran ku di nav hev de nakok in tên derxistin. Ev rewş him di hilbijartina duyem a li Stenbolê û him jî di êrişa li Huqqabazê de derketin holê.

Rêxistina Mûcahîdên Gel a Îranê, bi piştevaniya Amerîka û Ewropayê, li bajarê Eşrefî yê Arnawutlûkê (Albenîa) xwepşandanek saz kirin. Ew rêxistin jî weke PKKê dihat birêvebirin, ew rêxistin jî di lîsteya terorê ya Amerîkayê de bû. Min di nivîseke xwe ya berê de jî gotibû: Ew li rûhê demê tê gihiştin û tevî ku rêberê xwe ji dest dabûn, xwe li gel realîteya heyî guncandin.

Tê dîtin ku welatên rojava jî, di nav hewldanan de ne ku weke modelê Rêxistina Mûcahîdên Gel, li Rojavayê Kurdistanê, HSD, YPG, PYD û di esas de jî PKKê veguherînin bo ku di qada navdewletî de rewa bikin. Ji bo ku ev pêk bê, dive PKKyiyên li Qendîlê yan xwe biguherînin yan jî ti peywendiyên wan li gel PKK a li Rojava ku ji aliyê Amerîkayê ve tê parastin, nemînin.

Serokên şerker ên Qendîlê ji ber ku dizanin ev dawiya wan e, ez ne di wê baweriyê de me ku vê qebûl bikin. Herwiha di wê baweriyê de me ku Hewlêreke pêşkeftî û seqamgir dê vê proseyê bi lez bike.

Bi vî awayî dê perçeyên puzzlê birûnin cihê xwe dibe bi ‘mubarekên Ocalan’ PKKyeke nû ji dayîk bibe. Ji ber vê yekê derbarê seqamnegirîkirina Hewlêrê de bi zelalî vê dibêjin: Yan em dê bi rijdbûna li ser şêwazê xwe yê berê azad bibin yan jî em nahêlin hûn jî azad bin. Van gotinan jî li ser wê axa ku bi zorê li ser in û bi kîlometereyan ji wê axa ku ew dixwazin azad bikin dûr e, dibêjin.

Rûdaw