Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîkayê piştgirî da hikûmeta Kurdistanê
 
Amerîkayê piştgirî da hikûmeta Kurdistanê
2019-07-23 21:19
MediaKurd > info@mediakurd.com

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, telefonî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û ew pîroz kir.

Li gor malpera Hikûmeta Kurdistanê ragihandiye, Pompeo bal kişandiye ser dostanîya Amerîka û Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo erka wî ya serokwezîrîyê pîroz kiriye.

Li gor tê gotin, di axavtinê de Serokwezîr Barzanî ji Pompeo re daye xuyakirin ku xetera DAIŞê berdewam e û girîngîya hevkarîya Amerîka û Herêma Kurdistanê aniye zimên. Pompeo jî soza piştgirî û alîkarîyê daye herêma Kurdistanê.